Rojnameya Ronahî

Li paytexta Tirkiyê çalakî kirin helwestekî bi rûmet bû

Nehîr pale

26 Îlonê sala 2022`an li Mêrsîn û 1`ê Cotmehê li paytexta Tirkiyê Enqere çalakî kirin têkoşîna gelê Kurd gihand lûtkeyê. Her du çalakî nûnertiya berxwedan û têkoşîna jina Kurd dike. Her 4 heval Rûken, Sara, Rojhat û Erdal bûn hebûn û vejîna dîroka gelê Kurd. Li hemberî  êrîşên dewleta Tirk a dagirker li ser jinê divê helwestên wisa xurt werin dayîn. Li herêmên dagirkerî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Efrîn, Girê Spî û Sere Kaniyê rojane jin têne kuştin, revandin, tecawiz kirin û li herêmên dîtir jî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gelek Rêveber û fermandarên jin hedef hatin girtin.

Li Enqere û Mêrsînê çalakî kirin bersivekî rewa bû û divê hemû jinên Kurd li hemberî êrîşên dewleta şerê taybet Tirkiyê yên li ser jinê bibin xwedî helwest.

Dewleta Tirk a dagirker bi hiceta herdu hevalên ku çalakî kirine ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriye derbasî Tirkiyê bûne, hemû herêm bombebaran kirin. Ev êrîş dide diyar kirin ku dagikeriya tirk dixwaze gelê Kurd qirbike. Dewletên herêmî û navdewletî yên çalakiya Enqere şermezar kirin  êrîşên Tirkiyê yên li ser jin û zarokan rewa dibînin û destûrdayîna wan a ji Tirkiyê re ku herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bombebaran bike tê wateya ew jî hevkarê Tirkiyê ne.

Weke jin çalakiya ku rûmeta me parast divê em xwedî lê derbikevin û dema polîsên Tirkiyê carekê din destdirêjî jinê bike divê em hezar carî wî poşman bikin û bibin xwedî helwest. Tirkiyê dewleteke herî zêde êrîşî tevger û rêxistinên jin dike. Hîna hesabê komkujiyên xwe yên berê nedane niha jî bi heman rêbazan êrîşî gelan dike. Kî azadiya xwe bixwaze wê were darvekirin, kî parastina rûmeta xwe bike û daxwaza mafên xwe bike wê di komkujiyê re derbas bibe. Tirkiyê dewleteke ku hêviya guhertinê jê nayê kirin û polîtîkên xwe yên li hemberî gelan nade guhertin, ew sîstemeke ku gelan qir dike.

Ji me tê xwestin ku em li hemberî dewleteke ku exlaq û qanûn nasnake têbikoşin û ev yek mafê her civakekê ye. Polîtîka ku dewleta Tirk a dagirker li ser gelan dide meşandin gelo di çi de exlaqî û qanûnî ye. Herî zêde Tirkiyê zerarekî mezin dide jinê û rojane di nava hewldanan de ye ku jinê qir bike. Bi riya girtîgehan, huner û rojane buyerên ku diqewimin jin têne perçiqandin. Qanûnî  jî tu zagon li Tirkiyê nînin ku maf bidin jinê yan jin bikaribe bi riya wan zagonan parastina xwe bike.

Eger em vegerin hunerê li Tirkiyê jin di astekî herî xirab de tê bi kar anîn. Ji bo jin ji siyasetê dûr bimîne, nebe xwedî nasname û daxwaza hebûna xwe neke bi riya hunerê wê di tariyê de dihêlin. Rewşa jinê li bajarên Tirkiyê gihîştiye asta ku jin bi roj li ber çavên her kesî bi kêran tê kuştin û deng  ji kesekî dernakeve.

Ji xwe jina koçber li Tirkiyê dikin kole û didin bi kar anîn. Li dewleteke wisa ku dijminê jin û gelan e têkoşîn mafekî rewa ye û divê hemû jin bibin alîgirê vê têkoşînê.