Rojnameya Ronahî

RASTÎYEK JI RASTÎYÊN RÊBER APO

Cîger Dilşad

“TİŞTA HEYÎ NE BAŞ E,YA BAŞ GENGAZ E”

Ji roja ku Pergala baviksalarî ango dewlet(ji xwe hêza herî mezin ku dewletê li ser lingan digire dewleta biçûk e;yanê malbata di bin serwerîya mêrê kole de ye)derketî ser dika cîhanê û jin-dayîk kirine kole her tişta xwestî bide jîyan kirin, bi awayekî boyax kirî,pêşkêşî civakê kirî. Roj hatî bi darê zorê,roj hatî bi xapandinê,roj hatî bi derewan zikê mirovan”têr” kirî,dike!

Di heyama Modernîteya Kapîtalîst de wekî ku bijarte pirin raber dikin,lê di bingehê de bi tenê tişta dixwaze pêşkêş dike û dibêje; “Dilê te çi dixwaze wê/wî bistîne. ji vê xweşiktir li tu cihî tune ye.”

Ne bes erebeyan,cilan,tiştên elektironîk û yên malan bi vî awayî difroşe. Zewqa xwe jî dike zewqa civakê. Mînak her sal pêşbazîya “jina herî xweşik “,keybanûya jinên cîhanê”,”mêrê herî delal ” divê wisa be û xortan û jinên ciwan dikşîne wan pîvanan.

Bi taybet jî bi pêşketina medya civakî re îdeologên pergalê tîpekî/e mirovan li gorî xwe li hemû cîhanê diafirînin. Ji wê kî çi û çawa li xwe bike bigire û heta wê çawa bikene-bigirî,çawa hez bike-nefret bike,hema tiştek nemaye ku dest neavêtinê û bi wan neketine hinava mirov.bi kurtasî pîvanên xwe yên ku ji her tiştî re danîne bi rêya hêza pêncemîn(ragihandin û çapemenîyê)digihîne her malê,heta her mirovî/ê. Berîya ku navgînên ragihandinî ewqasî pêşbikevin,bi rêya karmendên xwe,dibistan û leşkerên xwe heman tişt dikirin.

Lê Rêber APO ji zarokatîya xwe de her tişta ku dewletê bi rêyên cuda pêşkêş dikir nedieciband. Ne ku wehî jê re dihat û jê re digot “wisa bike,wisa neke“.Rêber APO li xeyalên xwe  îxanet nekir,nedikir. Loma jî safîbûna zarokatîya xwe her parast. Di rastîyê de wekî her malbatekê malbata Rêber APO  jî dixwest ku ew li gorî pîvanên ku ew dizanin bijî. Lê na,Rêber APO tişta pê bawer dikir dijîya. Lêdan jî ji dayîka xwe dixwar,lê dev ji xeyalên xwe bernedida.

Wekî mînak;hevalê Wî yê zarokatîyê Ş. Hemza lawê malbata “dijminê “wan bû. Lê Rêbertî tevî ku dayîka Wî lêdixe jî bi awayekî veşartî lîstika xwe,hevaltîya xwe bi hevalê Ş.Hemza re didomîne, qut nake. Nabêje ;”malbata min naxwaze,wê demê ez ê dev ji hevaltîya bi lawikê malbata neyar berdim”.  Tam berevajî wê,hevaltîya ji dil ji xwe re dike rêgezeke jîyanê û PKK`ê li ser wê hevaltîyê saz dike,ava dike. Ji wê rojê û heta PKK`ê hebe wê peyva HEVAL her û her hebe. Çimkî HEVAL, gîyana îdeolojîya PKK`ê ye!..

Her wiha gava xwîşka wî ya mezin tên dixwazin û wê dibin,qebûl nake,ji xwe re dike derd. Dîsa gava hevala wî ya lîstikê Elîf’ê didin mêr,qebûl nake û wan her du bûyeran dike egera azad kirina jin ê. Nabêje “urf û adet wiha ne, ma ez ê çi bikim”,berevajî wê,di hinava xwe de wekî derdekî wê dubendîyê mezin dike.

Diçe gundê Cibinê û li wir dest bi xwandina dibistana seretayî dike. Li wir cara ewil dibîne ku zimanekî dervayî zimanê wî heye û ew mecbûre ku fêrî wî zimanî bibe. Lê ji xwe dipirse;”Çima em bi Kurdî naxwînin?” Nabêje;” de baş e,ev bi dest min ket. Ma ez ê hêj çi bixwaz im?

Li Amed’ê rastî Kurdyeteke perîşan û tune hatî hesibandin tê ,ku dijberîyeke ber bi çav ji wê rewşê re tune ye,lê nabêje ku “mezinên me wisa qebûl kirine,divê ez jî qebûl bikim” tam di wan salan de dengê rehmetî Aram Tîkran guhdar dike. Ji xwe re nabêje,”çi dengekî xweş e ,bes e ku  ez guhdar bikim.” Dibêje;”divê ev denga azad bibe!” Belkî berîya Rêber APO bi sed hezaran mirovan guhdarî dengê Aram kiribe,lê kesekî/ê negot;”divê ev denga azad bibe”,hinekan gotibe jî pêwîstîya  peytandina wê gotina xwe nekirine.

Roj hat ji xwe re got;”gelo dibe ku çareserî di olê de be?”. Bi wê armancê ayetên Qur’anê jiber kirin,îmamtî ji zarokan re kir. Heger ew feraseta Rêber APO ya“TİŞTA HEYÎ NE BAŞ E,YA BAŞ GENGAZ E” tune ba,wê bi olê ve bizeliqîya û heta heta wê  wisa bima. Lê na, çawa Alfebeya Sosyalîzmê dixwîne ji xwe re dibêje;”Mihemed wenda kir,Marks qezenc kir”. Yanê ji bo bigihîne azadîya civakî her di lêgerînê de ye.

Lêgerînbûna Rêber APO ya heqîqetê û di bingeha  bûyîna Wî ” NÊÇÎRVANÊ HEQÎQETÊ” de ew rêgeza;“TİŞTA HEYÎ NE BAŞ E,YA BAŞ GENGAZ E”,heye.

Mixabin em wekî ewladên rojhilata navîn bi felsefa; “Elhemdulah,şûkûr ji xwedê re ev jî neba, me yê çibikira”,”destê xwe maç bike û dayne ser serê xwe, ku ev bi dest te ketî”,”xwedê ,evdê xwe li vê dinyayê diceribîne”, “sebir bike,wê xwedê rojekê derîyekî ji te re jî veke”,xwedîyê sebrê bûye mîrê Misirê” û hwd. ة

 

Ewropî bi felsefa Prometheus mezin dibin,em li bi felsefa Eyûb mezin dibin. Di felsefa Prmetheus de têkoşîn heye,serî daxistin tuneye û ya herî girîng jî mirov awayê bûyîna xwe bi xwe dîyar dike. Yanê qederî tê de tuneye. Razîbûna bi qederê,serî daxistin ji serdestan re bi xwe re tîne û bi tişta heyî qayîlbûnê di hinava mirov diçîn e. Zerdeşt berîya 2500-2600 salî hûnandina qedera mirov xistibû destê mirov de. Gotibû;” Ahura Mazda û Ahrîman her di şer de ne. Ey mirov! tu kîjan alî bigirî wê ew alîya bi ser bikeve.” Yanê;”ey mirov  qedera te di destê te de ye,loma ji kesî neke!” Ev e,heger Rêber APO bi ya dayîka xwe,an jî bi ya bavê xwe kiriba û ji her tişta heyî re bigota;”şûkûr”,wê wekî her mirovekî ji rêzê bima û qet nedibû Rêber û feylesofekî mezin,ku mohra xwe li dîroka Kurdistan’ê,dîroka felsefê,dîroka têkoşîna azadîya jinê,dîroka sosyalîzmê û sosyolojîyê nedaba. Mirovên ji rêzê ,mirovên ku di siha demê de dirizin.

Bê guman mercên civakî kesayetên dîrokî û civakî diafirîne. Ji ber xwe ve kesek nikare bibe mirovekî/e mezin. Ev rast e,lê ew jî bi jînkirina kêlîyên zemanê xwe ve girêdayî ye. Xaleke hevpar ya kesayetên ku mohra xwe li dîrokê dane  heye,ew jî tevan  bi awayê Zeredeşt’î, Prmetheus’î nêzî jîyanê bûne û qedera xwe bi têkoşîna li dijî nebaşîyên ku ew dibînin dîyar kirine . Ji xwe mezinbûna mirov ne bi temene,bi biryarên ku distîne tê pîvan! Rêber APO heger her kêlî û bûyera ku didît di bêjinga xwe re derbas nekira,li gorî pîvanên xwe “erê” û “na”yên xwe dîyar û zelal nekirana,wê qet mezin neba!

Bê guman ji bo ku em jî mezin bibin,divê ku em kêlî bi kêlî jîyana Rêber APO lêkolîn bikin  û ji xwe  jê dersan derxîn in. Herî bingehîn jî ; “TİŞTA HEYÎ NE BAŞ E,YA BAŞ GENGAZ E” Îro ji her demê pitir wek kes ,gel û mirovahî bi pêdivîya me bi pêkanîna wê rêgezê heye. Bêyî wê rêgezê, ne gengaze ku em ji îllet,nebaşî û nexweşîyên pergala Modernîteya Kapîtalîst xelas bibin. Yanî ji  xwîn mijandinê,koledarîya ku bi zarê”xweş”serdest kirine,birçîhiştina bi armanca terbîyekirina me,şerên serdestan yên ku qet bi dawî nabin,kolekirina jin-dayîkan,şûxlandina zarokan di temenê biçûk de,zewcandina keçan di emrê zarokatîyê de,nêrîndina li her tiştî bi çavan “çi qasî dike”,neparvekirina êşên hevûdin,her roj xerakirina ekolojîya dinyaya me,jîyana bê manewîyat,qirkirina gelan,tune hesbandina kêmnetewan,ferzkirina bawerîyekê ser civakê,bi kurtasî;ji bo xelasbûna ji jîyana derewîn,ya ku bi tevilîhevî  û gendelîtiyê  dagirtî û her dewlemend dewlemendtir dibin,feqîr jî feqîrtir dibin pêdivîya me bi felsefa ; “TİŞTA HEYÎ NE BAŞ E,YA BAŞ GENGAZ E” Wekî din em ê her kolebin û bi tenê xwedîyên me wê werin guhartin. Roja sor,roja kesk,roja zer û rojên herî xweş bi pêkanîna pêdivîyên wê rêgezê ve girêdayî ye!

Ev hevok di her mercî de û bi her awayî cudabûna me û ya Rêber APO raber dike