Rojnameya Ronahî

Gelê kurd bi biryare ku dawiya komploya navnetewî bîne

Endama Adaleta Jin a Efrîn û Şehbayê Yesmîn Ebdulqadir 9’ê Cotmehê destpêkirina komploya li ser Rêber Abdullah Ocalan a ku têde gelek hêzên navnetewî û herêmî cihê xwe girtin, nirxand û got: Komploya 9’ê Cotmehê di serî de Rêber Apo kire hedef û xwest ku bi riya vê yekê qirkirina gelê Kurd pêkbîne, lê gelê kurd bi tekoşîn û berxwedana xwe isbat kirin ku wê dawiya komployê bînin û Rêber Apo rizgar bikin.

Vîndar Roj/ Şehba

Rêber Abdullah Ocalan yê ku bi riya Tevgera Azadiyê û bîrdoziya demokrasiyê careke din li ser asta cîhanê li dijî hêzên faşîst û kapîtalîst dest bi şoreşê kir. Di şexsê doza azadiya Kurdistanê de ev bîrdozî kat meryetê û bi tekoşîn û berxwedana dehê salan di nava cîhanê de deng veda. Lê Rêber APO ne tenê ji bo doza Kurdistan xebat da meşandin, di heman demê  de li dijî modernîteya kapîtalîst a sermayedar bîrdozî û felsefeya azadî û demokrasiyê pêş xist. Li ser vê esasê bi berfirehbûna tevgera Azadiyê re, li dijî kesayet û felsefeya Rêber APO a ku nakeve xizmeta wan de, tavahî hêzên navnetewî û hin welatên Ereban jî destek dane plangeriya ku li dijî Rêber Apo hate meşandin. 9’ê Cotmehê destpêka dîroka reş ya ku bi destê hêzên navnetewî hate meşandin û heyanî  îro jî hîn berdewam e. Di 9’ê Cotmeha 1998 an de biryareke navnetewî  hat standin ku Rêbertî ji axa Sûriyê were derxistin û ji bona vê yekê gelek plan û bazarî pêşxistin. Têkildarî destpêkirina kompiloya navnetewî ya li dijî Rêber APO endama Edaleta Jin a Efrîn û Şehba Yesmîn Ebdulqadir ji rojnameya me re axivî.

“Komploya navnetewî rasterast Rêber Apo kire armanc”

Yesmîn di destpêka axaftina xwe de diyar kir ku komploya li dijî Rêber Apo komployekî 50 î salî ye û wiha got: “Ji destpêka avakirina Tevgera Azadiya Kurdistan li çar perçeyên Kurdistanê û bi mezinbûna wê re. Dijminê gelê Kurd di serî de dewleta Tirkiyê û her wiha hêzên navnetewî, çavên xwe li ser tesfiye kirina vê tevegerê ya ku serkêşiya wê Rêber APO dike ye. Ji ber bîrdoziya ku Tevgera Azadiyê ji xwe re esas girtiye bîrdoziyeke ku nakeve xizmeta tu alî û dewletan. Li ser bingeha demokrasî û azadiya civak û jinê herwiha li dijî fikirên dewletperest yên liberal derketin û şerê guhartina hişmendî û leşkerî dan meşandin. Tevgera ku temenê wê zêdetirî 50 î  salî ye û li ser yek bîrdoziya têkoşînê dide meşandink, bê guman wê çavê dunyayê li ser wê were vekirin. Ji ber vê yekê jî komploya li dijî Rêber APO hatiye pilankirin, ji destpêka avabûna PKK’ê  û heyanî roja îro bê navber tê meşandin.”

“9 ê Cotmehê destpêka komploya li ser Rêber Apo û gelê Kurd e”

Yesmîn anî ziman ku di meha cotmehê de biryar hat standin ku Rêbertî ji Sûriyê bê derxistin û wiha domand: “Di nava pêvajoya tevgerê de Rêber APO derbasî axa Sûriyê bû” û gelek kar û xebat li Sûriyê, Lubnan û rojhilata navîn dane meşandin. Lê belê hêzên imperyalîst û Tirkiyê Sûriyê tehdîd kirin ji bona ku Rêbertî ji Sûriyê derkeve. Bê guman serokê Sûriyê wê demê ev yek nedixwast, lê bi zexteke navnetewî Rêbertî mecbur ma ku derbikeve û ji bona hêzên di komployê de cihê xwe digirtin êrişî Sûrinê nekin. Êdî di 9’ê Cotmeha 1998 an de Rêber Apo ji Sûriyê bi pilaneke hevbeş di navbera hêzên navnetewî û Tirkiyê de derket. Bi bûyera derketina Rêber Apo ji Sûriyê plana navnetewî ya revandina Rêbertî hate destpêkirin”.

“Hêzên komploger negihîştin armanca xwe”

Yesmîn da xuya kirin ku armanca hêzên komploger bîrdozî û felsefeya azadiyê ya ku pêşengiya wê Rêber Apo dike bitepisînin, lê li gor texmînên wan ev yek pêk nehat. Ji ber vê yekê “Li dijî Rêbertî bi dehan komplo hatin çêkirin, lê belê negihîştin armancên ku dihatin xwestin. Rêbertî bi destpêkirina vê têkoşînê re hesabê hemû êrîşan kiribû û rêbazê tekoşîna li hemberî wan jî destnîşan kiribû. Ji ber vê yekê di nava gel û Gerîla de xebatekî herî mezin bi ziraviyên wê dabû avakirin. Gelê Kurd ji bo vê têkoşînê canê xwe da ber agir û heyanî vê kêliyê jî bi vê hezkirinê ev têkoşîn mezin dibe. Hêzên komploger bi destpêkirina komployê xwestin bîrdoziya Rêber Apo ya azadiyê ji holê rakin an jî bê bandor bikin. Lê berxwedanî û xebatên Rêbertî yên demdirêj hemû plan û armancên wan têk birin. Herweha bi milyonan gel baweriya xwe bi remanê Rêber Apo aniye û li pey bîrdozî û felsefeya wî dimeşe û wê heyanî serkeftinê jî meşa ji bona azadiyê bidomîne.