Rojnameya Ronahî

Bayik : Têkoşîna gelê kurd wê azadiya Rêber Apo misoger bike

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik di salvegera 25’an a Komploya Navneteweyî ya 9’ê Cotmehê de destnîşan kir ku bi têkoşîna gelê Kurd wê azadiya Rêber Abdullah Ocalan misoger bibe û komplo biqede.

Nirxandina Hevserokê Konseya Rêveber a KCK’ê Cemîl Bayik wiha ye:

Yek ji taybetmendiyên sereke yên Rêber Apo, têkiliya ku bi gelê Kurd re daniye. Bi çavdêriyeke giştî bi hêsanî tê fêmkirin ku di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de têkiliyeke gelekî xurt heye. Têkiliyeke wisa xurt çêbûye ku gelê Kurd bêyî Rêber Apo nikare hebûna xwe bifikire. Bi têkiliya xwe ya bi Rêber Apo re hebûna xwe pênase dike û bi wate dike. Hebûn û azadiya xwe weke hebûn û azadiya Rêber Apo dibîne. Nêzîkatiya li Rêber Apo weke nêzîkatiya li xwe dibîne. Rêber Apo xwe bi tevahî kiriye aîdî gel. Ji ber ku gelê Kurd vê dizane, bi vî rengî nêzî Rêber Apo dibe û pê re dibe yek. Ev rewş di kiryar û axaftinên gel de xwe dide der. Dirûşma ‘Bê Serok Jiyan Nabe’ ji hêla gelê Kurd ve hatiye afirandin. Gelê Kurd her roj bi vê dirûşmê, bi wateya wê re radizê û radibe. Herî zêde vê dirûşmê berz dikin, li dora wê tên cem hev û hebûna xwe pê tînin ziman. Dirûşm girîng in. Bûyîna dirûşma gel ne rewşek wisa asayî ye. Dirûşm wateyek bîrdozî û siyasî radigihîne. Têkiliya wê bi civakbûn, hebûn û azadiya civakê re heye. Dirûşm axaftinên ku tê de daxwaza azadiyê tê vegotin. Ji ber vê yekê ew ramanek e. Pirsgirêkên hebûn û azadiyê yên gelê Kurd jî hene. Gelê Kurd di bin gefa qirkirinê de ye. Dixwaze vê metirsiyê ji holê rake. Ziman, nasname û çanda xwe azad bijî, îradeya xwe azad nîşan bide û bijî. Ya ku ew ji bo vê şer dike ev e. Ji bo vê heta niha bedelên mezin daye. Niha jî ew berdêla xwe didomîne. Ji ber ku bê têkoşîn azadî nabe. Gelê Kurd vê herî baş dizane. Loma jî bi her awayî dev ji têkoşînê bernade. Gelê Kurd Rêber Apo xiste navenda vê yekê.

Têkiliya di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de

Ji bo ev dilsoziya di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de bê fêmkirin, têgihîştina fikir û felsefeya Rêber Apo gelekî girîng e. Ji ber ku bêyî vê têgihiştinê ne mimkûn e ku Rêber Apo rast û tam were fêmkirin. Ji ber ku ev têkilî bandoreke diyarker li ser hemû geşedanan kir. Ev têkilî li ser xet û pêşketina têkoşîna azadiyê bandoreke pir diyarker dike. Nêzîkatiya Rêber Apo ya li gel û helwesta gel di pêşketin û teşegirtina PKK û têkoşîna azadiyê de roleke diyarker lîst.

Di mînaka Rêber Apo de tê dîtin ku bi gel re têkiliyên rasteqîne danîn ne tiştekî asayî û hêsan e. Bi taybetî di rastiya kurdan de xwestin û bidestxistina vê pir zehmet e. Li aliyekê tirs, rizîn û biyanîbûna ku mêtingeran avakiriye, li aliyê din jî bandora çanda jiyana takekesî ya modernîteya kapîtalîst li pêşiya pêşketina têkiliyan de astengiyeke cidî ye. Derbaskirina van hemûyan, rûbirûbûna tirs, zordarî û ferzkirina mêtingeriya qirker û redkirina derfetên jiyana takekesî ya modernîteya kapîtalîst û esasgirtina rastiya gel û tercîhkirina jiyan û çanda wan ne tiştekî ku bi hêsanî biryar bê girtin û bi ser bikeve. Ji bo vê jî nêzîkatiyeke bi biryar û prensîb pêwîst e. Ji ber vê mînaka wekî têkiliya Rêber Apo û gelê Kurd zêde nînin. Bi taybetî jî têkiliyên bi vî rengî di cîhana îroyî de nînin. Bûyerên bi vî rengî bi piranî di dîrokê de, di bûyerên ku mijara stran û destanên gelerî yên gel de tenê tê dîtin. Jixwe tê dîtin ku gelê Kurd bi awayekî xurt di stranên gelêrî, destan, çand û hunera xwe de cih dide Rêber Apo. Ev mijarên pir girîng in û pêwîst e mirov li ser wateya wan a ji bo civakekê bisekine, têbigihêje û were fêmkirin.

Bingeha têkiliya gelê Kurd û Rêber Apo bêguman ji ber nêzîkatiya Rêber Apo ya li hemberî gel e. Rêber Apo rastiya gel dît û ji ber vê gel esas girt. Wî gel wek pîvana heqîqetê didît. Ev nêzîkatiya Rêber Apo girîng e. Divê ev weke tu nêzîkatiyên din neyê dîtin. Di vê nêzîkatiyê de wateyên kûr ên dîrokî û civakî hene.

Helwesta gelê Kurd li dijî tecrîda li ser Rêber Apo

Helwesta gelê Kurd a li hemberî tecrîd û pergala îşkenceyê ya Îmraliyê jî eşkere bû. Sîstema tecrîd û îşkenceya Îmraliyê di çarçoveya komploya navneteweyî de hat pêşxistin. Dema ku girêdana di navbera gelê Kurd û Rêber Apo de bi komployeke navneteweyî nehat şikandin, dijmin û hêzên komploger ji bo vê pêk bînin sîstema Îmraliyê pêş xistin. Lê gelê Kurd bi çalakiyên bênavber li çar parçeyên Kurdistanê û li her cihê ku lê ye, ev armanca dijmin û hêzên komploger pûç kir. Ev helwesta gelê Kurd 25 sal in berdewam dike. Bi gelek kampanya, tevger û helwest û çalakîyan berdewam kir. Li aliyê din çalakiyên piştevaniya bi Rêber Apo re her ku diçe zêdetir dibin û yên ku xwe weke dostên gelê Kurd dibînin hema bêje li hemû cîhanê li dijî tecrîda li ser Rêber Apo û misogerkirina azadiya fîzîkî çalakî li dar xistin. Bi vî rengî doza gelê Kurd a hembêzkirina Rêber Apo li hemû cîhanê belav bû û ji çar aliyên cîhanê piştgirî girt. Bêguman ev pêşveçûnek mezin e. Niha gelê Kurd di dawiyê de diyar kir ku azadiya fîzîkî ya Rêber Apo armanc dike û dest ji vê bernade û bi destpêkirina pêvajoyeke bi vî rengî îradeya xwe ya ji holê rakirina komploya navneteweyî ji bingehê û bidawîkirina wê nîşan da. Ev helwesta gelê Kurd ji aliyê gelên bindest, jin û hemû hêzên demokratîk ên Rojhilata Navîn û cîhanê ve bi coş tê destekkirin. Gelê Kurd û dostên wan li ser vê yekê nîqaşan dikin ku wê çawa vê pêvajoyê pêş bixin û bi pêvajoyeke nû bigihînin encamê. Ev helwest teqez wê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bike û komploya navneteweyî bi temamî biqedîne. Weke tevger em ê heta dawiyê piştgiriyê bidin vê helwestê. Tişta ku divê em li dijî tecrîda mutleq a dijmin ferz bikin ew e ku em vê helwestê hîn bi pêş bixin û bi awayekî herî xurt nîşan bidin.