Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi Hezaran Gel Ji Bo Azadiya Rêber Apo daketin Qadan

10/10/2023
in ROJEV
A A
Bi Hezaran Gel Ji Bo Azadiya Rêber Apo daketin Qadan
Share on FacebookShare on Twitter

Li hemberî Kompiloya Navnetewî ya ku di 9’ê Cotmeha 1998’an de li dijî Rêber Abdullah Ocalan hatiye destpêkirin, gelê Efrîn û Şehbayê bi dirûşmeya ‘Bi berxwedana gel û gerîla em ê kompilo têk bibin û azadiya Rêber Apo misoger bikin’ meşek girseyî li dar xistin.

Zana Roj/ Şehba

Bi salvegera 25’an ya destpêkirina Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ,tavahiya gelên bakur û rojhilatê Sûriyê  daketin qadan û banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo  kirin.

Di heman çarçoveyê de gelên Efrîn û Şehabyê, li herêma Şehbayê meşek girseyî li dar xistin. Meş bi tevlîbûna  tevahî koçberên Efrîn, şêniyên Şehbayê, endam û nunerên saziyên Rêvberiya Xweser dest pê kir. Di çalakiyê de banga azadiya fîzîkî ya Rêber Apo kirin.

Girseya gel ji dibistana Muşte heya qada Ajokaran meşiyan, di meşê de jinên Efrînê  ku beşdarî meşê bûn ji Rojnameya me re axivîn û diyar kirin ku heya azadiya Rêber Apo misoger nebe ew ê dest ji çalakiya xwe bernedin.

‘Di riya têkoşînê de bi îsrarin’

Welatiya binavê Emîne Mistefa kompeleya ser Rêber Apo şermezar kir û wiha got:”Em kompelya 9 Cotmehê ya li ser Rêber Apo pêkhatiye şermezar dikin. Ev kompel naye qebulkirin, em ê bi berxwedaniya xwe kompeleya li ser Rêber Apo têk bibin. Em ê ji bo Serokê xwe her tim li ser piyan bin û tu carî dest ji têkoşîna xwe bernadin.”

‘Bi milyonan li derdora Rêber Apo kom bûn e’

Welatiya bi navê Leyle Hebeş jî kompelya li ser Rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: “Armanca dîlgirtina Rêber Apo,têkbirina fikirê azad e. Lê belê karwanên azadiyê tev lê bûn û li dora fikira wî kom bûnç xwedî lê derketinç helwestên mezin di qadên têkoşînê û rûmetê de nîşan dan. Niha jî bi saya fikira Rêber Apo bi milyonan li derdora fikirê wî kombûne. Her roj ji bo Rêber Apo em ê li qadan bin û çalakiyan li dar bixin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.