Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Li hemberî faşîzmê û qirkirinê emê li ber xwe bidin û bi ser bikevin

09/10/2023
in ROJEV
A A
Li hemberî faşîzmê û qirkirinê emê li ber xwe bidin û bi ser bikevin
Share on FacebookShare on Twitter

Ayşa Silêman/ Qamişlo

Êrîşên dewleta Tirk berdewamin li ser bakur û rojhilatê sûriya yê û bi taybet ji 4’ê mehê heyanî roja îro bê navber ev êriş berdewmin û êrîşî binesaziya herêmê dikin armanc û li hemberî van êrişan jî  cîhan ker, kor û lal e.

Dewleta Tirk bi êrîşên rasterast armanckirina  binesaziya Bakur û Rojhilatê Sûriya dike hedef û piştî gefên wezîrê derve yê turkiyê Hakan Fîdan ev êriş bi rengekî dijwartir destpêkirin. Di van êrişan de û li gorî daxuyaniya ku  QSD’ê da heyanî neha zêdeyî 15 welatî şehîd ketine û gelek birîndar jî hene û hîn jî ev êriş bi dijwarî berdewamin.

Di derbarê êrîşên dewleta Tirk li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê endamê Saziya Malbatên Şehîdan Ebdulqadir Hisên ji rojnameya ronahi re axivî.

Armanca dewleta tirk ji van êrîşan

Ebdulqadir Hisên endamê saziya malbatên şehîdan diyar kir ku armanca dewleta tirk ji van êrîşan naxwaze pêşketin û biratiya gelan ya ku li bakur û rojhilatê sûriya yê çêbûye berdewam bibe. Herkes dizane di nav gelan de hevgirtinek heye û gel tev girêdayî remanê Rêber Apo ye û ancax riya xelasiyê bi sistema netewa demukratîk pêkwere.

Lê dagirkeriya Tirk dixwaze doza kurî di bin navê şerê li hemberî terorê de di nava raya giştî de rewa bike û bi vî rengî qirkirineke çandî û nijadî li ser gelê Kurd bide meşandin. Herwiha Ebdulqadir Hisên di berdewamiya  axaftina xwe de got: ” Ji destpêka şoreşa Rojava û Bakur û Rojhilatê Sûriyê me gelek bedel dane û emê ji bona azadiyê û rûmeta xwe emê her tim di nava berxwedaniyê de bin û destkeftiyên şoreşê biparêzin.

Bêdengiya Netewên Yekbûyî li hember gelê Kurd

Ebdulqadir Hisên endamê saziya malbatên şehîdan dawî li axaftina xwe anî û wiha got:”Gelek dewletên ewropî dibêjin em hevalê kurdane û li pişta wanin lê gava zilim û êrîş li miletê kurd tê kirin herkes bêdeng dimîne, ev tê wateya ku ew ji bo berjewendiyên xwe hevalên me ne. Kes  ji bo gelê kurd tiştekî nake, îro roj dewleta tirk êrîşî  binesaziya herêma Bakur û Rojhilatê Sûriye û binesaziya wê û naxwaze derfetên jiyanê ji gel re bihêle. Tu destûr li dunyayê nînin ku maf bidin dewlata tirk ku êrîş bike, lê mixabin herkes ji bo vê dewletê bêdenge, eger dewletên ewropî yên ku dibêjin em pişta kurdane tiştekî ji bo kurdan nekin nexwe hevaltiya wan ji bo me çiye. Lê berûvajî vê yekê dema ku li ser Israyilê çêbû yekser Netewên yekbûyî destek da wan û gotin divê em bibin yek ji bo alîkariya Israîl alîkar bin. Lê ji bo gelê kurd çavên xwe digrin û xwe kor, ker û lal dikin.  Banga min ji bo hemû gelê kurd heye ku tev li hemberî  êriş û faşîzma dagirkeriya tirk a ku li ser herêmê tê meşandin dengê xwe bilind bikin û di her warê jiyanê de û bi remanê Rêber Apo xwe tenzîm bikin û bibin bersiv.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.