Rojnameya Ronahî

Îxaneta barzaniyan û komplo ya navnetewî

Cîger Dilşad

Di sala 1979’an de gava Şahîn DONMEZ hate girtin, bêyî ku sîleyemê bi xwe, hema derbarê PKK de çi dizanî tev vegotibû. Lê bi tenê bi wê nema bû. Herwiha gotibû ku;” Heta hûn APO negirin, hûn nikarin PKK tune bikin. APO wê ji keviran milîtanan çê bike û li hember we têxe şer!” Hema hema eynî gotin Xayîn Şemdîn SAKIK gotibûn gava radestî dewleta Tirk bûbû. Gotibû ku ” Heta APO li şamê be, hûn nikarin PKK tune bikin. Eger hûn dixwazin PKK tune bikin;

-Divê APO ji şamê derxînin.

-Di hêla leşkerî de  Botanê têxin çemberê û gerîla di Botanê de tune bikin.

-Di hêla sîyasî de jî Amedê bigirin û hêza rêxistinî di Amedê de  tune bikin.

Xayîn Şemo hem ji dewletê re pêşniyar kir û hem jî îsrar kir û bi xwe jî tevlî operasyona li dijî gerîl ya li Amedê bibe. Herwiha tevlî operasyonên li Botan, Dêrsim û Serhadê jî bû. Bi xwe sîxor perwerde kirin û şandin nava refên gerîla. Ev e, îxanet li ba Kurdan ewqasa erzan e! Taybetîyeke xayînên Kurda ta ji Enkîdu ve maye, heye. Ew jî ev e; hebûna xwe di tunebûna gelê xwe de dibînin. Enkîdu ji boyî ku Gilgamêş Humbaba bikuje heta dawîyê israr dike. Ew taybetmendîya ji wî derbasî hemû xayînên Kurdan bûye û îro jî di mala BARZANÎ’yan de careke din em dibin şahîdê wê taybetmendîya lanet kirî!

Guleya komplo ya yekem bi destê Mesud BARZANÎ hate teqandin. Bi salan PDK û YNK li ser warîdetên Derîyê Xabûr şer kirin. M.BARZANÎ rabû çû ji qatîlê Kurdan û afirînerê Helebçe ji Saddam Huseyîn piştgirî girt û bi dibabeyên Saddam êrîşî YNK kir, Hewlêr û gelek navçe ji destê YNK’ê girtin. Wê demê Mam Celal bazda û çû Îranê. Pişt re li gorî perspektîfên DYA û îngiltere bajarê Silêmanîyê negirt û ji YNK re hişt.

Gava DYA dît ku dewleta Tirk tevî ewqas piştgirîya NATO û Gladyo nikare PKK tune bike, hemû hêza xwe xist meryetê û li gorî aqildayîna xayîn Şemo plana derxistina Rêber APO ji Şamê xistin dewrê. Lê ji boyî ku komplo bi ser bikeve, lingê “Kurd” pêwîste. Ji boyî wê bi fermana serokê DYA Bill CLINTON wezîra karê derva Margaertte ALBRIGHT mam Celal û M.BARZANÎ vexwendin DYA û di 17’ê Îlona 1998’an peymana li dijî PKK bi wan dane îmze kirin.  pişt re mam Celal hin tişt fêmkirin, lê zeman derbas bûbû. Încax dîsa jî ji boyî derxistina Rêber APO ji zîndanê hinek hewldanên wî çê bûn. Lê M. BARZANÎ’yan ji ber ku di bingehê de li ser tunekirina Kurdan peyda bûne û navûdeng dane, ango hebûna wan li ser bingeha Kurdan, qet dev ji îxaneta xwe bernedan. Bi dehan dosya pêşkêşî hikumeta Îtalya kirin ku mafê îltîcayê nedin Rêber APO. Bi tenê bi wê yekê re sînordar jî neman. 33’ê kesên qaşo ji xwe re dibêjin em rewşenbîrin jî xistin tevgerê û wan jî bêyî ku şerm bikin li dijî Rêber APO  belavok îmze kirin û ji raya giştî re ragihandin.

Rêber APO di gel hemû xirabîyên M.BARZANÎ her destê xwe dirêjî wî kir ku wî ji avzêla îxanetê derxîne û têxe xizmeta gelê Kurdistanê. Heta di pêvajoya qaşo aştîyê de Rêber APO got;” Bila bibe hevserokê Kongra Netewî.” Lê xayînê ku carekê ketî avzêla îxanetê li gorî şêwirmendê ûe yê Emerîkî tevgerîya(şêwirmendê wî bi xwe dibêje “min asteng kir”) û ew firseta dîrokî bi gelê me da wenda kirin.

Herwiha em dibînin ku, piştî ku dewleta Tirk di 24’ê tîrmeha 2015’an (sersala Lozan’ê) de biryara îmhakirin û qirkirina gelê Kurd da Barzanî’yan ji dewleta Tirk xwestin ku derî li ser Rêber APO bi temamî were girtin. Ew jî, aqilê xayînê bi navê Nîzamedîn Taş bû. ( Nîzamedîn Taş, piştî Rêber APO dîl hate girtin, bi sîxorên CIA re ketibû bazartîya tunekirina PKK û îxanet li Rêber APO kiribû

Em dibînin ku îro di sersala 25’an ya komplo de MALA BARZANÎ’yan hêza xwe dişîne ku qadên gerîla, ku gerîlayên azadîya Kurdistanê bidin tunekirin. Ew jî pir baş dizanin ku heger gerîla hate tunekirin, wê Kurd bi temamî werin tune kirin. îro heger navê gelê Kurd heye, ew bi xêra Rêber APO û gerîla ye. Ji lewra ji bo qirkirina gelê Kurd divê di serî de gerîla were tune kirin.

Êdî pir zelal bûye ku dewleta Tirk di sedsalîya Lozanê de dixwaze Kurdan bi temamî  di qirkirinê re derbas bike. Ji wê yekê, wezîrê karê derva xayînekî bi navê Hakan FÎDAN anîn ser kar. Dewleta Tirk ji rabirduya xwe baş dizane ku xayîn ji xayîn baş fêm dike û Hakan dikare baştir bi BARAZANÎ’yan re kar bike. Ji xwe gava di 24’ê meha tebaxê de Hakan FÎDAN serlêdana Iraq’ê û baur kir, şeklê dawî dane plan xistine BARZANÎ’yan şer. Herwiha ew nameya ku Mesrûr ji serokê DYA Biden re nivisî bû jî, di wê serlêdanê de hatibû amadekirin. Plana dewleta Tirk ew e ku, piştî gerîlayên azadîyê tune bike, başûr bi temamî bi xwe ve girêbide. Ji xwe di wê nameyê de xala herî balkêş û ser girtî jî;”sîyaseta me bi Iraq’ê re îflas kirî. Heger hûn mûdaxele nekin, wê pergala  federasyona ku we saz kiribû hilweşe”. Ev, zemîn ji xwe qutkirina ji Iraq’ê û girêdana bi Tirkîyê ve ye.

Lê divê welatparêz û evîndarên azadîyê û bi taybetî jî ciwanên Kurdistanê ji çar alîyên welat berê xwe bidin nava refên gerîla ku bi awayekî aktîf bibin xwedî helwest ji îxaneta BARZANÎ’yan re. Bi tenê bi gotinan xayîn û bi taybetî jî malbata BARZANÎ’yan dev ji  îxanetê bernadin.

Heger îro em wek ciwanên welatparêz nebin bersiv, em ê kengê bibin bersiv? Heger îro em rê li ber îxaneta BARZANÎ’yan negirin, sibê wê dereng be!

PKK bi tu carî nayê tunekirin! Ev neyar jî dizane. Neyar bi tenê emrê xwe dirêj dike.

Ji bo emrê neyar û xayînan kurtir bikin, divê zûtir em bibin xwedî helwest û helwesta herî baş û rast jî ji bo ciwanan tevlîbûna nava şoreşê ye.