Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Gelê Efrînê “Îradeya Gelan Êrîş Û Pilanên Dagirkeriyê Bûç Kirin’

09/10/2023
in ROJEV
A A
‘Gelê Efrînê “Îradeya Gelan Êrîş Û Pilanên Dagirkeriyê Bûç Kirin’
Share on FacebookShare on Twitter

Faşîzma Tirkiyê û hevkarên wê careke din li ser axa Rojavayê Kurdistanê kiryarên dij mirovî didine meşandin. Li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê êrîşên dagirkeriyê hatine destpêkirin. Li hember van plan û êrîşan gelê herêmê xwedî helwest e û di riya têkoşînê de berxwedaniyeke pîroz nîşan dide.

Zana Roj/ Şehba

Dagirkeriya Tirkiyê piştî bûyera ku li Enqerê hatiye rûdan, weke gurekî hov dest bi êrîşên qirkirinê li seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê kiriye. Êrîş bi giranî li ser qadên parastinê yên medyayê û li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê dane destpêkirin. Li seranserî sînorê Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Şehba heyanî Dêrîkê dagirkeriya Tirkiyê bi tavahî çek û teknîkên herî giran êrîşên xwe ranewstandine. Di encama van êrîşan de bi dehan hemwelatiyên herêmê şehîd ketine û zirarên giran çêbûn. Weke her car faşîzma Tirkiyê dixwaze binkeftinên ku jiyan kirine, di riya van êrîşan re derbas bike û xwe careke din li hember raya giştî bi hêz bide nîşandan. Li hember van hovîtiyan gelê herêmê bi tavahî pêkgateyên xwe biryara têkoşîna li hember faşîzmê dane û asta berxwedaniyê her roj xurtir dikin. Girêdayî êrîşên ku li ser tavahî Bakur û Rojhilatê Suriyê tên kirin koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê jiyan dikin Edulê Ehmed Mûse û Arêf Sîdo helwest û berxwedaniya xwe dan nîşandan.

Edulê di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku dagirkeriya Tirkiyê ji 6 salan ve herêmên me hedef digire û wiha got: “Tavahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji aliyê dagirkeriya Tirkiyê ve bi granî tên hedef girtin. Seranserî sînor ji xwe re kiriye weke herêmeke şer, rojek derbas nebûye bêyî ku neyê êrîş kirin. Her tim dixwaze herêmên me bixin bin serweriya xwe û Rêveberiya Xweser  hilweşînin. Bi taybet  herêma Şehbayê  ji 6 salan ve ji aliyê faşîzma Tirkiyê ve tê topbaran kirin. Li hember vê yekê jî gel û hêzên heyî di asta herî jor de berxwedaniyê dikin”.

Avahiyên bingehîn tên hedef girtin

Edulê diyar kir ku di van êrîşan de herî zêde cihên taybet û binesaziya heremê xistiye hedefa xwe û wiha domand: “Di van êrîşên herî dawî de bi taybet li herêmên Cizîr bargeh û navendên ku gel jê sûdê werdigire xistiye hedefa xwe, wek cihê sotemeniyê û aşxane her wiha navenda Eletrîkê. Da ku ev heyberên esasî bên rûxandin û di herêmê de belavbûn û zehmetiyan bidin avakirin. Lê ev siyaseta ku tê meşandin wê tu carî negihe armanca xwe”.

“Di sedsala 21 mîn de wê îradeya gelan bi ser bikeve”

Girêdayî heman mijarê Arêf da zanîn ku bi van êrîşên wê dagirkeriya Tirkiyê negihe tu armancên xwe û wiha got: “Bi pilanên herî qirêj û bi hevgirtineke navnetewî ev êrîş tên pilan kirin. Bi nêzîkatiya kompiloya navnetewî ya li dijî Rêber APO, dixwazin herêmê di nava tevlîheviyekê re derbas bikin. Lê belê dagirkeriya Tirkiyê ev bêhtirî 50 sala ye şerê çekdarî û siyasî li hember Tevgera Azadiyê dide meşandin, lê belê her çiqas xwestiye vê tevgerê derbe bike negihîştiye armancên xwe yên sedsalî. Bi vîna gelê azadîxwaz û li ser riya heqîqet û şehîdan wê ev dem derbas bibe û di sedsala 21 mîn de wê nikaribin îradeya bi melyonan ji Kurdan û pêkhateyan têk bibin”.

“Divê raya giştî li hember êrîşên Tirkiyê xwedî helwesteke cidî bin”

Atrêf di axaftina xwe de banga hêz û raya giştî kir ku li hember van êrîşan bibin xwedî helwest û wiha bi dawî kir: “Li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê êriş û topbaran ji destpêka şoreşê ve heyanî îro ranewestiyane û ji çarê vê mehê ve ev yek bi rengekî herî giran tê meşandin. Di nava van êrîşan de bi hezaran sivîl şehîd ketine. Li hember  van kiryar û sûcan tavahî hêz û rêxistinên parastina mavê mirovan yên navnetewî bê deng in û tu helwest nehatiye nîşandan. Li ser vê bingehê em dengê xwe ji tavahî cîhanê û raya giştî re radigihînin ku li hember faşîzma Tirkiyê û êrîşên wê yên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê bê deng nemîn in û xwedî helwesteke cidî bin”.

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.