Tuesday, July 14, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Komploya 9’ê cotmehê pêvajoyeke girîng a şerê cîhanê yê sêyemîn e

08/10/2023
in ROJEV
A A
Komploya 9’ê cotmehê pêvajoyeke girîng a şerê cîhanê yê sêyemîn e
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Komploya Navneteweyî ku di şexsê Rêber Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiyê, gelê kurd û tevahiya gelên azadîxwaz de hate kirin, 9’ê Cotmeha sala 1998’an dest pê kir û heta niha berdewam e. Lê bi saya berxwedana dîrokî ya Rêber Apo û  Tevgera Azadiyê komplo negihişt armanca xwe. 

Hêzên sermayedarê cîhanî, serdest û dijminê civak û gelên bindest ji bo tesfiyekirina gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd, hemû gelên azadîxwaz, tevger û kesayetên demokrat û sosyalîst di 9’ê Cotmeha 1998’an dli dijî Rêber Abdullah Ocalan Ocalan dest bi Komploya Navneteweyî kirin.  Ji ber ku di hemû cîhanê de ji dost û dijminê gele Kurd û tevgerên azadiyê yê gelê Kurd re hate îspatkirin ku alternatîfa herî bi hêz ya sîstema demokratîk û azadiya gelên bindest projeya Rêber Apo ya konfederalîzma demokratik û siyaseta xeta sêyemîn e, sîstema modernîteya kaptalîzim û dewlet-netewe, hêzên serdest û hevkarên wan ji felsefeya Rêber Apo bi tirs bûn û ketin nava liv û tevgerê û cihê xwe di komploya navneteweyî de girtin.

Despêkirina komployê

Fermandarê Hêzên Bejahiyê yê Artêşa Tirk a dagirker yê wê demê Atîlla Ateş di 18’ê Îlona 1998’an de bi awayekî eşkere gef li Sûriyeyê xwar û ji hikumeta Sûriyê xwest ku Rêber Apo ji Sûriyê bê derxistin. Her wiha Serokkomarê Tirkiyeyê yê demê Suleyman Demîrel jî li Parlamentoya Tirk bi heman awayî gef li Sûriyeyê xwar.

Dewleta Tirk bi piştgiriya Emerîka, Îsraîl û Brîtanyayê têkildarî Rêber Abdullah Ocalan gefa li ser Sûriyeyê zêdetir kirin. Di cîhana Ereban de jî serokê Misrê Husnî Mubarek ketibû dewrê. NATO û welatên Ewropayê jî bi heman mebestê ketibûn nav hewldanan. Dewleta Tirk 35 hezar leşker li ser sînorê Sûriyeyê bi cih kiribû. Di encam de Rêber Abdullah Ocalan biryara terkkirina Sûriyeyê da.

Hêzên cihê xwe di nexşeya komployê de girtin

Bi awayekî rastersat DYE,  Brîtanya, Îsraîl, Yewnanistan, Fransa, Hollanda, Rûsya, Elmanya, Kenya, û Misr tevlî nexşeya vê komployê bûn. Herwiha gelek hêz û tevgerên herêmê jî beşdarî komployê bûn.

Rêber Abdullah Ocalan derbarê destpêkirina komployê û rola Sûriyê wiha got: “Serokê DYE’yê Clinton ji bo derxistina min ji Sûriyeyê guftûgo bike, carekê li Şamê û cara din jî li Swîsreyê ji çar saetan zêdetir du civîn bi serokdewlet Hafiz Esed re pêk anîn. Hafiz Esed di wan hevdîtinan de li girîngiya mijarê hayedar bû. Ji bo xwe di cih de dît ku pêvajoyê dirêj bike. Ji bo demekê be jî ji min derketina ji Sûrî nexwest. Li dijî Tirkiyê dixwest min weke hêmaneke tewazunê heta dawiyê binirxîne. Lê min jî Sûriyeyê dahf dida ji bo bibe xwedî helwesteke stratejîk. Lê hêza min û rewşa min derfet û îmkan nedidan ku ez di vê de bi ser bikevim”.

Rêber Abdullah Ocalan di axaftineke xwe ya li ser wê demê de ragihandibû ku li pêşiya wî du alternatîf hebûn; yek jê derketina serê çiyê, ya din jî çûyîna Ewropayê bû, wî jî çûyîna Ewropayê hilbijartiye ji ber ku xwestiye pirsgirêka Kurd bi rêya siyasî û diyalogê çareser bike. Rêber Abdullah Ocalan di 7’ê Cotmehê de bi Wezîrê Ragihandinê yê wê demê yê Yewnanîstanê Konstantînos Bantoûvas ê hat Sûriyeyê re hevdîtin kir. Konstantînos soz da ku li Yewnanîstanê ew ê alîkariya çareseriya pirsgirêkê bikin. Di vê dema ku ji bo sûîqestê jî rêxistinên îstîxbaratê dabûn dû Rêber Abdullah Ocalan ku cihê wî tespît bikin, mayîna Ocalan li Sûriyeyê bi giştî jî li Rojhilata Navîn zehmet bû.

9’ê Cotmeha 1998’an

Rêber Abdullah Ocalan di 9’ê Cotmeha sala 1998’an de ji Sûriyeyê derket. Bi bablafira Rêyên Hewayî yên Sûriyeyê çû Yewnanîstanê. Banteoûvas ê ku soz da Rêber Abdullah Ocalan diviyabû ew li balafirgehê pêşwazî bikira, lê li balafirgehê ew tinebû. Piştî ku daket balafirgeha Atînayê sozên ji Rêber Abdullah  Ocalan re hat dayîn, bi cih nehat anîn. Rêber Abdullah Ocalan berê xwe da Moskowayê û 33 rojan li Rûsyayê ma. Di vê demê de Rêber Abdullah Ocalan daxwaza penaberiya siyasî li Rûsyayê kir. Di 4’ê Mijdarê de Meclîsa Dûma, 298 parlametneran pêşnûem biryara ji bo naskirina mafê penaberiya siyasî ya Rêber Abdullah Ocalan erê kirin. Lê belê li ser navê Wezîra Karên Derve ya DYA ya wê demê Madeleîne Albîrght berdevkê wê James Rûbîn daxuyaniyek da; nerazîbûn nîşanî vê da û diyar kir ku ew ê naskirina mafê penaberiyê ji aliyê ti welatî ve qebûl nekin. Serokwezîrê Rûsyayê Yevgenî Prîmakov destûr neda Rêber Abdullah Ocalan li Rûsyayê bimîne û jê xwestin, Rûsyayê biterikîne.

Kurdên li Ewropayê herkîn Îtaliyayê

Rêber Abdullah Ocalan, li ser vê komploya ku Rûsya jî tevlî bû, berê xwe da Îtalyayê û di 12’ê Mijdara 1998’an bi balafirê derbasî Îtalyayê bû. Tevî ku Îtalyayê soz dabû jî, piştî ku Rêber Abdullah Ocalan hat nava xaka Îtalyayê, der heqê wî de biryara girtinê hat dayîn. Kurdên li Ewropayê jî herikîn Îtalyayê û xwedî li Rêber Abdullah Ocalan derketin. Kurdan li nêzî mala Rêber Abdullah Ocalan lê dima çalakiya rûniştinê pêk anîn. Mayîna Ocalan li Romayê êdî nepêkan bû. Piştî 66 rojan, di 16’ê Çileya 1999’an de ew ji Romayê derket û careke din berê xwe da Rûsyayê.

Ji kêliya ku Rêber Abdullah Ocalan hat û pê ve Rûsyayê dabû xuyakirin, ku ew ê wî qebûl neke. Biryar hatibû dayîn ku di ser Ermenîstan Karabagê re li Kurdistanê vegere. Lê belê dema li balafirê siwar bû, rêya balafirê bi awayekî derveyî kontrolê hat guhertin û ew li Duşanbe hat danîn. Di 26’ê Çileyê de jê xwestin ku wir jî biterikîne. Bi tenê rêyek li pêşiya Rêber Abdullah Ocalan mabû, ji nû ve li Yewnanîstanê vegere, bi balafireke ku hate kirêkirin ew li Balafirgeha Navneteweyî ya Atînayê peya bû. Lê destûr jê re nehat dayîn ji bo li Yewnanîstanê bimîne. Rêber Abdullah Ocalan vê carê çûyîna Hollanda weke pêşniyar pêşkêşî rayedaran kir, ji bo derkeve pêşberî dadgeha navneteweyî Hollanda hilbijartibû. Li gorî hatibû gotin wê balafirekê Rêber Abdullah Ocalan ji Atînayê bibira bajarê Rûsya Spî Mînsk û ji wir jî bi balafireke din biça Laheyê.  Lê dema ew li Balafirgeha Mînskê peya bû, balafira wê pê biça Laheyê li holê nebû. Ji ber vê yekê ew neçar ma vegere Yewnanîstanê û ji ber zextê terikandina welêt lê hat kirin, vê carê bi heman balafirê ji Girava Korfû re hat şandin. Piştî wê berê Rêber Abdullah Ocalan dan welatên Afrîkayê.

Çûyîna Afrîqiyayê

Di 2’ê Sibata de berê balafira Rêber Abdullah Ocalan dan Kenyayê. Rêber Abdullah Ocalan li Kenyayê li hemberî zextan li ber xwe dida. Tevî zextên Amerîkiyan û Yewnanîstanê jî Sefaretxaneya Bilind a Yewnan neterikand. Kenyayê di 15’ê Sibatê de xwest Rêber Abdullah Ocalan bê dersînorkirin. Bi şertê çûyîna Hollandayê terikandina avahiyê qebûl kir. Lê belê wesayîta ku ew dibir balafirgehê ji nişka ve ji nava konvoyê derket û winda bû.

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ê di 15’ê Sibata 1999’an de hat revandin û li Girtîgeha Yek Kesî ya Ewlekariya Bilind a Îmraliyê hat bicihkirin .Piştî ku ew li Girtîgeha Îmraliyê hat bicihirin, girav bi temamî weke herêma ewlekariya taybet hat îlanirin û tedbîrên awarte yên leşkerî hatin wergirtin.

Armanca Komplogeran

Rêber Abdullah Ocalan derbarê armanca Komploya Navneteweyî de wiha dibêje: “Hêzên komploger PKK li hemberî Projeya Mezin a Rojhilata Navîn weke astengî didîtin. Lewma li hember PKK’ê û Rêberê wê êrîş dan destpêkirin.”

Herwiha derbarê DYA wiha dibêje: “: Amerîka bi radestkirina min re feydeya ji Tirkiyeyê û çalakiyên li Rojhilata Navîn û Balkanan gihand lûtkeyê. Heman xisûs ji bo Îngîltereyê jî wiha ye. Îsraîl jî bi rola xwe ya di vê bûyerê de peywendiyên xwe yên stratejîk ên bi Tirkiyeyê re ispatkir.”

Rûyê rast yê NATO’yê

Rêber Ocalan wiha qala wan rojan dike: “Min rûyê rastî û veşartî yê NATO’yê di dema van seferan de dît. Di dema vegera ji Mînskê de ferman û alarma bîstûçar saetan dabûn ku balafir li ti balafirgeha welatekî Ewrûpayê danekeve. Em fêhm dikin ku di wê demê de ji bilî balafirgeha Mînskê ya dewleta bi tenê ya îsyankar Rûsya Spî balafirgeha welatekî din a destûrê bide daketina me nehiştibûn. Li cehennema Naîrobiyê sê rê li pêşiya min danîbûn: Ya yekê, bi sedema ku min demeke dirêj guh nedaye fermanê bi awayekî şiklî ez ê bihatama kuştin; ya diduyê, min ê yeka CIA’yê nekirana didu biketama bin fermana wê û teslîm bibûma; ya sisiyan, wê min radestî tîmên şerê taybet ên Tirk bikirina ku ev ji zû ve amade kiribûn.”

Têkildarî tevlîkirina Yewnanistanê ya komployê jî Rêber Abdullah Ocalan wiha dibêjediyar: “Yewnanistanê beriya her tiştî fermana Emerîkayê anî cih”.

Pêvajoya Komployê

Rêber Ocalan pêvajoya komployê wiha dinirxîne: “Pêvajoya ji çar mehan a ji 9’ê Cotmeha 1998’an heta 15’ê Sibata 1999’an bi rengekî bêhempa derbas bûbû. Ji bilî hegemona cîhanê DYE, ti hêzê nikarîbû ev operasyona ji çar mehan di vê pêvajoyê de bikira. Rola hêzên şerê taybet ên Tirk (Serokê vê hêzê jî General Engîn Alan bû) di vê pêvajoyê de ew bû ku tenê min bi balafirê bigihîne Îmraliyê, ew jî veguhastineke bi kontrol bû. Ev pêvajo pêvajoyeek welê bû ku operasyona herî girîng a dîroka NATO’yê hate kirin. Ev yek ewqasî eşkere bû ku li her cihê diçû, kesî helweseteke dijber nîşan nedida. Yên ku nîşan didan jî yekser dihatin bêbandorkirin. Rûsya Mezin jî bi rengekî eşkere hatibû bêbandorkirin. Helwesta Yewnanan ji xwe têra vegotina her titşî dikir.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû
NÛÇE

Ragêşiya Îran û Amerîka piştî lûtkeya NATO’yê zêdetir bû

14/07/2026
Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn
NÛÇE

Li Dêrikê Berxwedana 14‘ê Tîrmehê hat bi bîranîn

14/07/2026
Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin
JIN

Li Îranê jin bi hişmendiya îslama radîkal û tundûtûjiya sîstematîk tên kuştin

14/07/2026
Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin
ROJEV

Nameya ku Hayrî Dûrmûş 46 sal berê nivîsî bû hat weşandin

14/07/2026
Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand
CIVAK Û JIYAN

Berxwedana 14’ê Tîrmehê textê faşîzmê hejand

13/07/2026
‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’
CIVAK Û JIYAN

‘Pêwîst e sînorek ji buhabûnê re bê dayîn’

13/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.