Thursday, May 22, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Salvegera 25an a komployê

08/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aştîxwaziya durû ya Dolmabahçe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahmed Aktaş

Di 9ê Cotmeha 1998an da, êrîşa dijberî Rêber APO hat destpêkirin.

Erê weke planger dewleta tirk hat xuya kirin, lê biryara vê komployê, di asta pir bilind de hat standin.

Di serî de DYEyê û NATO heye, belê pir dewletên nasyar ên cîhanê, weke Rusya, Yunanistan, Israil, Misir û hwd. di vê projeyê de cih girtin.

Gelo çima?

Ji ber ku êdî civakên cîhanê, bi siyasetên kevnar re, nikaribû bihatina birivîvirin. Hewcedarî bi dizaynek/sererastkirinek nuh hebû.

Ji bo ku derbasî serdemek nuh bibin û pergalên nuh saz bikin, divya kelemên pêşiya vê projeya xwe rakin.

Hegemonan, astengek herî mezin li ber pêşkeftina xwe û alternatif, felsefe û tevgêra azadiya gelê Kurdistanê didîtin.

Ji bo vê tevgêrê hilweşînin, her cûre êrîşên siyasî û leşkerî dan destpêkirin. Dîtin ku, heta Rêberê vê felsefê û tevgerê dîl negrin, nikarin vê tevgêrê bixin xizmeta xwe an jî hilweşînin.

Di encamê vê qenaetê de, 9’ê Cotmeha 1998an biryar dan ku êrîşî Rêber APO bikin. Û li pey vê biryarê hewldanên piralî meşandin, gelek dewlet kirin hevparê vê KOMPLOYÊ û di 15’ê Sibata 1999an de, li Kenyayê pêngava ewil pêkanîn; Rêbar APO dîl girtin.

Ji bo ku gelên cîhanê bixapînin, êdî dest bi her cûre amûrên siyaseta derewîn kirin. Bi navê demokrasiyê, azadiyê, mafên mirovan, bahara filan gelan û hwd. prapaganda meşandin.

Bi vê şêwazê, çendîn welat xistin nava şer, çendîn malwêranî pêkanîn û hîn jî dewam dikin, li ber çava ye.

Piştî mînakên Efxanistan û Iraqê, şer derbasî hemû Rojhilata Navîn û Efrîqayê bû. Nuha jî li Ukraynayê şer gihiştiye çi astê diyar e.

Bi kurtayî şerê cîhanî yê 3an, di rojevê de ye û hîn çendîn xeter li pêşiya gelan e “êdî xwedê zane”!

Piştî vê komployê û ewqas şer û xwînrijên li cîhanê, gelo li Kurdistanê çi bûn?

Pêşî divê ev were dîtin ku, îrade û dûrbîniya Rêber APO, rê li pêşiya van plangeran girt û ev komplo negihişt armanca xwe.

Bi filozofiya hemdemî pêşewazî li vê plangeriya ewqas mezin û berfireh kir. Bi hostayî û xweragiriyek demdirêj, bi afirandina stratejî û tektîkên nûjen, ne bi tenê komplo pûç kir û vala derxist, belê bi rêzanî û îradeyek mezin, mejiyê welatparêzên Kurdistanê rohnî kir û rê vekir. Tirs şikand, bi curetê xurt, gel û hevalên xwe dîsa rakir ser piya û ji berê xurtir tevger kir.

Kurt û kurmancî dubare hunerê rêveberiya xwe nîşanî dostan û dijminan da.

Li ser bingeha vî rûh û ronahiya ji Imraliyê rûda, li hemû Kurdistanê agirê şoreşê bilintir bû. Bi pêşengtiya jin û ciwanan, li Rojava şoreş pêkhat. Ev bayê şoreşê li Rojhilat, bi dirûşma JIN JIYAN AZADÎ bahoz rakir.

Niha ev ruhê ba û bahoza şoreşgerî, bandora xwe li cîhanê dike.

Ji ber ku hêzên komploger, ji hatina pêla giran a lehiyê ditirsin, li Imrali tecrîdê girantir dikin û li ser destkeftiyên Kurdistanê êrîşan zêdetir dikin.

Ev tê wateya; divê her Kurdistaniyên welathez, li hember van êrîşên plangeran, xwe hîn pirtir bi rêxistin bikin, Rêber û destkeftiyên xwe hîn zêdetir biparêzin!

Post Views: 51
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.