Rojnameya Ronahî

Pêwîste ku dagirkeriya Tirk di dadgehên navnetewî de were dadgeh kirin

Elî Roj

Ev zêdeyî 5 salane ku li Efrînê ji milê dagirkerên tirk û çeteyên wê ve sûcên dij mirovî têne meşandin. Di serî de jin, zarok têne kuştin û xweza ser erd û bin erdê Efrînê tê talan kirin û li hemberî civakê qirkirineke çandî û fikrî tê meşandin. Herweha li ser axa Efrînê kampên mîtingeriyê têne ava kirin û penaberên sûrî yên ku tirkiyê wan bi darê zorê der bi der dike li wan kampan bi cih dike.

Girêdayî kiryar û sûcên dij mirovî  yên ku dagirkeriya tirk li Efrînê dide meşandin û li hemberî van kiryaran bêdengiya saziyên mafê mirovan ên navnetewî, çalakvanê hiqûqî û endamê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrîn – Sûriyê Ibrahîm Şêxo bersiva pirsên Rojnameya me da.

Hevpeyvîn wiha ye:

1-Di serî de ev zêdeyî 5 salane ku bajarê Efrînê ji milê dewleta tirk a faşîst ve hatiye dagirkirin û rojane kiryarên dij mirovî û guhertina demugrafîk pêktîne. Heyanî îro tu saziyên navnetewî li hemberî sûcên dij mirovî yên ku li Efrînê têne kirin bertekên xwe raber kiriye yan na û eger ku heyanî îro û li gorî ku tê xwestin dengê xwe nekirine sedemê vê yekê çiye.

Endamê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrîn – Sûriyê Ibrahîm Şêxo diyar kir ku dagirkeriya tirk çeteyên Opisisyona Sûriyê yên ku bi navê artêşa netewî têne bi nav kirin û bermahiyên çeteyên DAIŞ’ê li herêmên dagirkirî di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî bi cih kirine. Ev hemû komê çeteyên ku me nave wan anî ser ziman kiryarên dij mirovî li herêmên hatine dagirkirin dimeşînin. Herweha li hemberî van kiryarên ku têne kirin jî bêdengî û çav girtineke heye. Li gorî naveroka madeya 42an a di metnê biryarên ku li Lahayî di sala 1907an hatine girtin: Dema ku axa dewletekî ji milê artêşa dewleteke din ve hatibe desteserkirin tê wê wateyê ku ew dewlet hatiye dagirkirin. Lê li hemberî vê rewşê ner rejîma Sûriyê û ne jî tu aliyên din dengê xwe ji vê yekê re nakin.

Ibrahîm Şêxo diyar kir ku ji beriya dagirkirina Efrînê rêjeya Kurdên ku li Efrînê 80% bû, lê piştî dagirkirina Efrînê ev rêje gelekî kêmbûye û di dema neha de derdorî ji sedî 40% kurd li Efrînê mane. Ji ber ku li bajarê Efrînê guhertina demugrafîk di asta herî jor de tê meşandin.  Dagirkeriya tirk bi gelek rê û rêbazan dixwaze welatiyên kurd yên ku li Efrînê mane wan jî koçber bike û ji bona vê yekê pişaftineke çandî û hişmendî li ser wan dide meşandin. Hemû saziyên navnetewî yên mafê mirovan hevkarê dagirkeriyê ne û çavê xwe ji van giryaran digrin û dengê xwe nakin. Em weke saziya mafê mirovan ya Efrînê hemû kiryarên dij mirovî yên ku dagirkiriya Tirk li Efrînê dike pelege dikin û gelek sazî û kesayetên ku kar û xebatên mirovî didine meşandin bi mere alîkarin û ew jî van kiryaran pelge dikin û wan radestî cihên peywendîdar dikin. Herweha rapora komîteya lêpirsîna navdewletî ya di meha Îlonê de deketî her çiqasî ne li gorî ku dihate xwestin be jî, lê gavekî baş bû û cara yekem bû ku saziyeke mafê mirovan a navnetewî tirkiyê weke berpirsyarê komên çete yên ku sûcên dij mirovî li Efrînê didine meşandin dibîne.  Herweha rêxistina EMNIST ya navnetewî jî raporên wan jî derketin û biryarên ku têne girtin dibe ku ne li gorî ku têne xwestin bin, lê heyanî astekî bandora wan hebû. Lê ji ber ku bercewendiyên di navbera dewletan de di ser her tiştî re ne, saziyên navnetewî jî girêdayî siyaseta dewletane û di vî warî de li ser erdê ne xwedî biryarin û gelek caran tenê ya wan gotin dimîne û biryarên ku têne girtin nayên pêkanîn.

Herweha Ibrahîm Şêxo got ku:Rêxistin EMNIST ya navnetewî di dema dawiyê de ji tirkiyê re digot ew li Efrînê hêzeke dagirkere û sûcên dij mirovî pêktîne û girêdayî vê yekê jî du raporên wan derketin. Yek ji wan raporan di dema erdhejê de bû û ya din jî di dema komkojiya Cindirêsê de bû û wê saziyê ji dagirkeriya tirk re işkere digot tirkiyê hêzeke dagirkere û li Efrînê guhertina demugrafîk pêktîne. Ev yek jî encama karê hiqûqî û diblomasî yê ku tê meşandine, lê hîn jî ev kar ne di asta ku tê xwestin de ye. Lê li ser erdê jî gelek zehmetî hene ew jî girêdayî belgekirina kiryarên dij mirovî yên ku li Efrînê têne kirin û heyanî ku agahî têne bi dest xistin gelek zehmetî têne kişandin. Ji ber van sedeman binpêkirinên ku li Efrînê têne kirin ji sedî 30 nayê belge kirin. Ji milekî din ve jî aliyên peywendîdar yên ku belge gitiştine destê wan jî li ser nayê seknan din û tê pişt guh kirin. Weke din jî gelek dewlet ji ber bercewendiyên xwe bi dagirkeriya tirk re çavê xwe ji kiryarên dij mirovî yên ku ew dike re digrin. Hebûna tirkiryê di nava NTO de cesaretê dide wê ku roj bi roj van sûcan hîn zêdetir bike.

2-Bi destê henek dewlet û aliyên mîna dewleta Kiwêt, Qeter û Saziyên filistînî guhertina demugrafîk li Efrînê tê pêkanîn û kampên mîtingeriyê tê avakirin, hûn vê yekê çawe digrin dest û çime kes dengê xwe ji vê yekê re nake.

Ibrahîm Şêxo destnîşan kir ku li Efrînê û li ber çavê cîhanê tevahî guhertina demugrafîk tê çêkirin û ji sala 2020an ve li Efrînê kampên mîtingeriyê bi destê saziyên qaşo bi navê mafê mirovan kar dikin tên avakirin. Dema ku Efrînê ji milê dagirkerên tirk ve hate dagirkirin zêdeyî 300 hezar welatiyên Efrînê bi darê zorê hatin derxistin û li şûna wan jî zêdeyî 450 hezarî  Ereb, Turkimen û heyanî malbatên Filistînî jî li Efrînê hatin bi cih kirin. Ji ber vê yekê Erdoxan ji beriya ku êrişî Efrînê bike digot ku rêjeya Kurdan li Efrînê ji sedî 35 e. Ev gotin ji beriya 20/1/2018 û destpêka amedekariyên êrişên li ser Efrînê.  Di dema neha de û di bin navê ku dagirkeriya tirk malbatên ku wan derbasî Efrînê kirine wan ji konan derdixin û malan ji wan re ava bikin, kampên mêtingeriyê ava dike û guhetina demugrafîk bi vê riyê pêktîne. Di dema neha de zêdeyî 30- 35 kampên mîtingeriyê li Efrînê hatine çêkirin û hîn jî ev yek berdewame. Bi taybet jî li navçeya Cindirêsê, Şiyê, Şêrawa û Mabata û Şeran û bi taybet jî li gundê Şadêrê û cebel Ahlam kamp hatine avakirin. Ji wan kampên mîtingeriyê yên ku hatine çêkirin kampa besma û gelekên weke wê yên ku bi alîkariya dewleta Qeter û Kiwêtê ev yek tê kirin. Ji bona van dewletên ku destekê didin degirkeriya tirk, me weke saziya mafê mirovan li Efrîn – Sûriyê me di sala 2022an de peywendî bi wan re çêkirin û wan ji mere wê demê gotin em ê, destê xwe ji vê yekê bikşînin, lê berûvajî vê yekê ew hîn jî hevkariya dagirkeriya tirk dikin.

3-Gelek penaberên Sûrî yên ku li tirkiyê dimînin bi darê zorê li heremên dagirkirî û di serî de li Efrînê têne bi cih kirin û herkes dizane ku ev yek bi destê dagirkeriya tirk tê kirin, lê ne rejîma Sûriyê û ne jî tu aliyên din denê xwe nake. Hûn vê yekê çawe dinirxînin.

Ibirahîm Şêxo girêdayî derxistina penaberên Sûriyê bi darê zorê ji tirkiyê û ew li Efrînê bi cih kirin ev agahî parvekirin û got: Heyanî neha zêdeyî 30 hezar penaberên Sûrî bi darê zorê ji tirkiyê hatine derxsitin û ew li herêmên dagirkirî hatine bi cih kirin. Li gorî xwe tirkiyê dibêje ku ew penaberên Sûriyê derbasî deverên bi ewle û aram dike, lê li van heremên ku hatine dagirkirin û di serî de Efrîn, Girê Spî, Serêkaniyê,Cerablus û Ezazê rojane şer, pevçûn, kuştin, revandin, talan, tecawiza jin û zarokan tê kirin. Kesên ku derbasî van deveran dibin piraniya wan erebên bajarê Idlib, Hema, Heleb, Dêrezor û gelek heremên din yên Sûriyê ne. Ibrahîm Şêxo da xuyakirin ku raste ew dixwazin penaberên Sûrî vegerin cih û warê xwe, lê pêwîste ku her kesê ku ji cihê xwe penaber bûye vegere cihê xwe, ne li şûna wê kesên din yên ku ne xelkê wê herêmê ne dest deyînin ser mal û milkên niştecihên resen yên wê herêmê û weke ku ew milk û mal yê wane û kes xwediyê wan nîne. Guhertina demugrafîk li Efrînê bi rengekî sistematîk ji milê dagirkeriya tirk ve tê meşandin. Ev yek jî ne di berjewendiyê gelê Sûriyê de ye berûvajî vê yekê ev yek raste rast dikeve xizmeta dagirkeriya tirk û ew dixwaze heremê têxe nava şerekî navxweyî yê dem dijêr. Li hemberî vê yekê hikumeta Şamê, Rûsiya û Îran jî çavê xwe ji vê yekê digrin û li hmberî wê tu bertekekeî wan ê cidî nîne. Ji milekî din ve jî hikûmeta Şamê rêveberiya xweser dike hedef û hertim wê bi parçebûna axa Sûriyê tewambar dike.

Ibrahîm Şêxo di berdewamiya axaftina xwe de got ku; ew weke rêxistina mafê mirovan li Efrîn û Sûriyê daxwaz ji hemû saziyên navnetewî dikin ku li hemberî vê kiryarên dagirkeriya tirk dengê xwe bilind bikin û dawiya dagirkeriya bînin û alîkariya gelê Sûriyê yê ku ji welatê xwe koçber bûyî bikin ji bona ku bi rengekî bi ewle vegere ser ax, mal û milkên xwe.

 4-Weke ku tê zanîn gelê Efrînê bi darê zorê ji Efrînê hate derxisin û rojane li Efrînê qirkirina çandî, hişmendî û xwezayî tê meşandin û tu rewşeke aram li Efrînê nîne heyanî ku welatî vegerin cih û warê xwe. Lê gelek alî û di serî de ENKES’ê dixwazin welatiyên Efrînê bixapînin û şerekî taybet û derûnî li ser wan bidin meşandin. Hûn weke rêxistina mafê mirovan a Efrînê vê rewşê çawe dinirxînin.

İbrahîm Şêxo an ziman ku li Efrînê rojane sûcên dij mirovî di derbarê jin, kal, zarok û xwezayê de têne kirin. Herweha cihên dîrokê têne talan û wêran kirin û her sal dagirkeriya tirk û çeteyên wê dema demsala jêkirina zeytûnan tê ew dest talanê dikin û bi zorê berhemê welatiyan ji wan distînin. Di serî de ENKES’ê û yên ku cihê xwe di opisisyona Sûrî de digrin ew jî destê wan di dagirkirina Efrîn, Serêkaniyê Girê Spî de heye û ew hevkarê sûcên ku li wan deveran têne kirin in. Ibrahîm Şêxo di berdewamiya hevpeyvîna xwe de anî ser ziman û got ku: Em dizanin gelê me yê Efrînê girêdayî axa xwe ye û di zûtirîn dem de dixwazin vegerin ser axa xwe. Herweha rewşa dorpêça ku ji milê hikûmeta Şamê vê li ser Helebê û Şehba tê meşandin her ku diçe giran tir dibe û gelê me yê ku li Şehbayê dimîne bi derfetên xwe û bi desteka rêvebera xweser a bakur û rojhilatê Sûriyê dijî. Gelê me di serî de biryara berxwedanê û vegera bi romet ya Efrînê daye û wê heyanî dawiyê jî girêdayî vê yekê be. Di serî de mafê her welatiyekî Efrînê heye ku vegera ser ax, milk û malê xwe, lê dema ku Efrîn were rizgar kirin wê demê vegera bi romet û ya aram wê çêbibe. Lê di dema neha de rewş ne arame û rojane binpêkirin û kiryarên dij mirovî têne kin û kesên ku derbasî Efrînê dibin, têne girtin û işkence li wan tê kirin û li beramberî vê yekê jî tu dadgeh nînin ku mirov serlêdanê bike û mafê xwe bixwaze û were parastin.

Endamê Rêxistina Mafê Mirovan li Efrîn – Sûriyê Ibrahîm Şêxo di dawiya axaftina xwe de got ku: Pêwîste em kar û xebatê bikin û bi saziyên navnetewî re bikevin nave peywendiyê û hemû kiryarên dagirkeriyê yên ku têne kirin belge û teşîr bikin û bihêlin ku cîhan li ser rewşa heyî bisekne û dagirkeriya tirk di dadgehên navnetewî de were dadgeh kirin û di bin çavdêriya NY gelê Efrînê bi rengekî aram vegere ser axa xwe. Ji milekî din ve jî pêwîste ku hemû saziyên navnetewî bi erkê xwe yê axlaqî li beramberî gelê Efrînê rabin û çavê xwe ji kiryarên dij mirovî yên bê sînor ku li Efrînê têne kirin negre û dawî li dagirkeriya tirkiyê ji axa Sûriyê re pêkwere. Herweha ji bona ku hemû welatiyên Sûriyê vegerin ser axa xwe û hemû alî û kesên gunehbar werin dadgeh kirin.