Rojnameya Ronahî

Malbata Arîn Mîrkan:  Soza şopandina riya wê dan

Arîn Mîrkan li Kobanê dîrokek nû ya berxwedanê xêzkir. Arîn Mîrkan di hemû qadên tekoşînê de her tim di eniyên pêş de cih digirt û ji bona hemû hevalên xwe çavkaniya coş û baweriyê bû.

Zana Roj/ Şehba

Terora DAIŞ’ê di 15 ê Îlona 2014 an de bi hevkariya faşîzma Tirkiyê êrîşî bajarê Kobanê kirin. Bi pilangeriyeke mezin ev êrîş hat dest pê kirin. Yekem car terora DAIŞ’ê bi êrîşkirina Kobanê re xwestin xwe li Rojava mayînde bikin. Di Kobanê de Berxwedaniyeke efsanewî li hember dijmin hat kirin. Gel û şervanên azadiyê di asta herî jor de û bi kîneke mezin tavahî êrîş û pilanên ku hatine danîn bi têkoşîneke mezin vale derxistin. Bi hezaran Şehîdên giran buha yên weke Arîn Mîrkan, Zozan û Barînan di oxira parastina Kobanê de Şehîd bûn. Herî dawî di dîroka 26 ê Kanûna 2014 an Kobanê bi berxwedana xort û keçên welatê agir û rojê ji bin destê çeteyan hat rizgar kirin û careke din ji tavahî cîhanê re hat îsbat kirin ku wê Rojava li ber xwe bide û ticaran jî li hemberî çete û dagirkeran serî natewîne.

Çalakiya Arîn Mîrkan erşê neyaran hejand û tirs û xofeke mezin kire dilê çete û dagirkeran. Keça bajarê zeytûnan bajarê Efrînê bi çalakiya xwe ya fedayî ji bona hemû jinên cîhanê bû sembol. Bi çalakiya xwe ya leheng ku dîroka 5 ê Cotmeha 2014 an pêkanî, di cîhanê de dengvedaneke dîrokî da û bû pêşenga jina şerker û fedayî. Têkildarî salvegera çalakiya fedayî ya Ş. Arîn Mîrkan, Dayîka Şehîd Wehîde Henan û birayê wê Beşar Gênç Xemîs ji rojnameya me re axivîn.

‘Arîn Mîrkan di zaroktiya xwe de mîna keçeke şoreş ger tevdigeriya.’

Yadê Wehîde di destpêkê de behsa jiyan û zarokatiye Ş. Arîn kir û wiha got:”Arîn Mîrkan di sala 1992 an de li gundê Husê yê Girêdayî navçeya Mabata çavê xwe li dunyayê vekir û navê Ş. Dilara lê hate kirin.

Ez dayîka 11 zarokanim. Ş. Arîn zaroka herî biçûk bû di nava malbatê de. Di biçûkaniya xwe de xwedî sekin û helwesteke cuda bû. Di nava malbateke welatparêz de mezin bû. Her tim dema heval derbasî malê dibûn, dev ji her tiştî berdida û li hevalan guhadarî dikir. Sekneke wê wer hebû ku her tim meyla wê li ser şoreş û şoreşgertiyê bû”.

“Arîn digot wê rojek bê û ez ê tiştên gelek mezin bikim”

Dayîka Wehîda anî ziman ku Ş. Arîn her tim di astên bilind de difikirî û wiha domand: “Ş. Arîn di aliyê xwendina xwe de pir serkeftî bû. Di xwendina xwe ya Amedeyî de ya herî serkeftî bû. Di aliyê jiyanê de û di nava malbatê û gund e gelek dihat hez kirin. Dema pêvajoya xwendinê de her tim behsa tiştên mezin dikir û ji  min re digot wê rojek bê û ez ê tiştên gelek mezin bikin. Em dihizirîn ku wê derbasî zanîngehê bibe û bixwîne. Lê hizrên wê berûvajî hizrên me bû. Ş. Arîn behsa tevlîbûna xwe ya ji bo Kurdistaneke azad dikir”.

” Arîn bi çalakiya xwe tijmin tar û mar kir”

Dayîka Wehîda dest nîşan kir ku keça wê di nava PKK’ê de xeyalên xwe bi cih anîn û wiha domand: “Ş. Arîn di sala 2007 an de tevlî nava refên Gerîla bû. Bi tevlîbûna wê em gelek kêfxweş bûn û min keça xwe bi tilîliyan oxir kir. Ew xeyal û gavên mezin yên danîbû pêşiya xwe di nava PKK’ê de pêk anî. Dema şerê Kobanê de me bihîst ku Ş. Arîn cihê xwe di nava şer de digre. Her roj min lava dikir ku xwedê wê û rêhevalên wê biparêz e. Lê belê ji ber Ş. Arîn xwedî armancên mezin bû û mirineke ji rêzê qebûl nedikir. Hovîtiya dijmin qebûl nekir û di Kobanê de di dîroka 5’ê Cotmehê xwe kir topek ji agir û di nava dijmin de xwe teqand.”

Dayîka Ş. Arîn di dawiya axaftina xwe de ev anî ziman: “Ş. Arîn ne şehîdê min tenê ye ez bi şehadeta wê gelek serbilind û şanazim. Niha li ser şopa Ş. Arîn bi sedan Arîn tevlî nava refên şoreşê bûne û navê wê li xwe kirine. Di malbata me de piştî şehadeta Ş. Arîn 6 zarok bi navê Arînê hatine bi nav kirin”.

‘Nameya Arîn Mîrkan’

Birayê Arîn Beşar wiha behsa xwîşka xwe Arîn piştî tevlîbûnê dike:”Arîn piştî tevlîbûnê ji me re nameya xwe şand. Dema name şand di destpêkê de behsa rewşa xwe dike ku gelek kêfxweş e û rewşa wê baş e. Wê di nameya xwe de anîbû ser ziman ku bû ku di destpêkê de ew li Garê bû û piştre derbasî Gabarê bû û piştî wê jî ew derbasî Rojava bû û tevlî şerê Kobanê bû. Dema name hatiye Hikumeta Sûriye hat mala me û got kê ji we re rêkiriye, lê me bi awayekê derbas kir. Ew name ya yekemîn û ya dawiyê bû. Ji xwe piştî demekî agahiya çalakiya fedayî ya dîrokî ku a Arîn pêkanî hate ragihandin”.