Rojnameya Ronahî

Evîndara azadiyê û stêrka raghandina azad Gurbetellî Ersoz

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Şopdara rastiyê, jina azad û hezkera çiyayên Kurdistanê, Gurbetellî Ersoz 32’saliya xwe de dilê xwe li ser çiyayên Kudistanê neqişand û bi destê PDK’ê hate şehîd xistin. Gurbetellî Ersoz ji bona her jineke azad û têkoşer bû pêşeng û sembol.

Gurbetellî Ersoz, bi nasnavê Zeyneb Agir rojnamevan, têkoşer herwiha yek ji jinên azad û şopdara heqîqetê bû. Ew di 11’ê Tîrmha sala 1965’an de li gundê Akbolot yê girêdayî navçeya Balo yê li Bakurê Kurdistanê ji dayîk bûye. Ew yekem jin bû ku karê edîtortiya giştî di Rojnameya Ozur Gondem de kar dikir. Di salên 90’î de dewleta Trik a faşist li Bakurê kurdistanê di derheqê gelê kurd de komkujî û binçavkirin pêk tanîn. Gurbetellî Ersoz ji bo ragihandina heqîqeta faşîzma artêşa Tirk a ku li Bakur dikir, bû zimanê gelê bindest. Wê heqîqeta faşîzma dewleta Tirk a dagirker bi wêrekî û cegeriya xwe di rojnameya Ozgur Gondem de û ji raya giştî re radigehand. Lewma ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hate girtin. Piştî demek ji dîlgirtina wê, ji zindanên faşîzmê derdikeve û berê xwe didin çiyayên Kurdistanê yên azad. Zeyneb Agir di sala 1995’an de tevlî refên Gerîlayên azadiyê dibe. Li çiyayên Kurdistanê ew tevlî karê leşkerî dibe û parastina gelê kurd dike. Di heman demê de ew karê rojnamegeriyê berdewam dike. Ji ber lehengiya wê ew dibe pêşeng û çavkaniya coşê  ji bona hemû rêhevalên xwe. Herwiha ji bo jinên xwedî vîn di warê ragihandina azad de, dibe rojnamegereke pêşeng. Mixabin kesên pêşeng her tim têne hedef girtin, ev tişteke herî zor e ji bo gelê kurd. Lê tişta zortir ew e ku kurdek ji aliyê hevkarê dagirkeriya Tirkiyê ve were şehîdxistin. Gurbetellî Ersoz di 8’ê Cotmeha sala 1997’an de bi destê PDK’ê li ser çiyayê Garê hat şehîdxistin. Ku berî wê jî  Şehîd Bêrîtan( Gulnaz Kertaş) di 1992’an de bi sedema êrîşa Pêşmergeyên PDK’ê xwe ji serê zinarên bilind yên çiyayê Xakurkê avête xwarê û xwe radestî îxaneta malbata Berzanî nekir. Gurbetellî Ersoz jî mîna Bêrîtan û rêhevalên xwe yên din da ser şopa heqîqetê û navê xwe di rûpelên dîroka têkoşeran de tomar kir. Hêjayî gotinê ye ku Zeyneb Agir ji destpêka ku tevlî kar û xebata Gerîlayan bûye, roj bi roj kêliyên ku bi wê re derbasbûne di pirtûka xwe de belge kiriye û gelek bîranînên ku jiyan kirine di nava lênûsa xwe de nivîsîne. Wê bi destekî şer dikir û karê rojnamegeriyê dikir. Herwiha bi destê xwe yê din kêliyên xweş û bi keser dinîvsand. Piştre ev hemû bîranîn tev hatin komkirin û pirtûkek bi navê ” Min dilê xwe li ser çiyayan neqişand hat çapkirin.

Şoreş ji bo têkbirina astengiyan riya çareseriyê ye

Gurbetellî Ersoz di pirtûka xwe de wiha dibêje:”Divê mirov kêlî bi kêlî û roj bi roja xwe jiyan bike, ji bo tê bighêje ku tişta herî zor li ser mirov ew e ku şoreşekê li dar bixe. Pêkane ku mirov xweşikbûnê biafrîne û wê di hundirê xwe de pêk bîne. Pêwîste em her tim li ser mijara azadî û kolektiyê rawestin. Min îro rêxistin  hîn baştir nas kir, bi taybet dîtina min ji şerê fermandarê min re. Wî berxwedaniyek di çeperên şer de dikir, ev jî ji bo min tişta herî balkêş bû. Divê mirov çiya û welatê xwe bike heman tişt. Belê çiya û welat bandora xwe li ser mirov heye. Li vir li ser çiyê kesayeta mirov bi zelalî tê xuyakirin, hem hêza wî û hem jî bê hêzbûna wî jî eşkere dibe. Azadî bi wate dibe dema ku mirov hişmendiya xwe li pêş dixe û mejiyê xwe bi kar tîne. Vîn û evîndariya çiyê berî niha di dilê min de bû, lê min dît ku pêwîste dilê min li ser çiyê be û ev yek jî kirina şer û têkoşînê ye. Di jîngeheke wisa gelek bedew de, şerê li dijî kirêtiyê gelekî zehmet e. Ev yek mîna vebûna kulîlkên Tolîb yên ku li ser latan vedibin e. Şerên mezin û berfireh mirov bihêz dike û ev yek li ser bedena min jî hat xuyakirin.”

Naskirina Gurbetellî Ersoz, naskirina hemû jinanên azdîxwaz e

Di pêşgotina Pirtûka Şehîd Gurbetellî Ersoz de wiha hatibû gotin: ” Naskirin û fêmkirina Şehîd Gurbetellî Ersoz naskirin û fêmkirina hemû jinên kurd e, ew jinên xwedî tecrûbe yên têkoşîna azadiyê dikin. Nivîsên Gurbetellî Ersoz ne tenê ji şexsê wê re bûn, bi wan gotinên xwe muxatebeya hemû mirovan dikir. Her tim li ser heqîqet û nirxên mirovahiyê diaxivî. Ew kurd perwerek bû, hewil dida ku derbirînên  xwe di vî warî de li ser mijara netewî, hêvî û hêrsbûna xwe bi nivîseke xweş û sade li ser rûpelên pirtûka wê hatibûn nivîsandin. Di nav rûpelên nazik de gotibû: ” Ew jina Kurd rêhevala min e, ew ê  li vir heta dawiyê jiyan bike.” Pêwîste ku mirov ramanên Şehîd Zeyneb nas bike û nivîsên wê bixwîne. Ji ber ku bi riya wan rastiyan Şoreşa Gerîla û Kurdistanê tê diyarkirin. Herwiha di rewşên zehmet û nehevsengî de, lehengî, berxwedanî, serkeftin li dijî hêza madî, aborî û teknelojiyayê derdikeve holê. Kesayeta Ş. Zeyneb ji bo jinên azad û xwedî fikrên pêşketî yên şoreş afrandin bû kesayeta jina pêşeng û resen. Ji ber ku wê destaneke lehengî li ser pêkanîna şoreşan û bidestxistina azadî, herwiha rizgarkirin û netewperweriyê nivîsandiye.