Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd YJR’ê daxuyaniyek da

07/10/2023
in NÛÇE
A A
Bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd YJR’ê daxuyaniyek da
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan

Yekîtiya Ragehandina Jinê YJR’ê bi boneya salvegera Roja Rojnamegeriya Jinên Kurd daxuyaniyek da û got, berdelê wê çi dibe bila bibe ji bo  Şoreşa jinê ku niha li Rojava Kurdisanê Şênber bûye bikin malê  hemû jinan, ji bo serekftina Raperîna Jin jiyan Azadî ku bi berdêlên giran salekî pey xwe hişt bi vîn û azweriyek hê meztir em ê bixebitin.

Di daxuyaniya YJR’ê wiha hat gotin: “Weke Yekitiya Ragihandina Jinê (YRJ) em  salvegera Roja Rojnamegeriya jinên kurd li hemû kedkarên jin yên çapemeniya azad ku di her şert û mercan de,  tevî hemû zext, erişkarîyan bi biryardarî şopdariya heqîqetê dikin û her wiha di hemû eniyên tekoşîna azadiyê de   de dibin, çav, zimanê rastiyan pîroz dikin.

Di pêvajoyeke ku gelê Kurd piralî bi êrişkarî û heta bi qirkirinekî mezin  re  rû bi rû de ye û li hember van polîtikayên qirkirinê jî gelê Kûrd û tevgera  wê ya azadiyê berxwedanekî bê hempa dimeşînin de vegotina û şopdariya heqîqetê ji her demê zêdetir erk û berpirsyariyek dirokî ye. Weke gelekî ku sed sale di bin pencê qirkirinê de bi her awayî  li ber xwe dide. Di van şert û mercan de weke netew têkoşîna hebûnê çawan biberdêlên mezin çêbûye, weke çapemeniya azad jî vegotina rastiya vê berxwedanî jî bi berdêlên giranbiha çêbûye.  Di rastiya Kurdistanê de çapemeniya azad, di oxira şopdariya heqîqetê de  bi  berdêlên giran biha kevneşopiyekî çapemeniya azad  daye afrandin. Ji Mazlûm Dogan heta Gurbetellî Ersoz, Ji gurbetelî Erdoz heta, Deniz Frant, Nûjiyan Erdan, Şevîn Bingol, Dîlîşan îbîşan û  Avrîn Mahsum, Axin Amûdê, Koçerîn Rojîn, Roza Rênas, Şaristan Asmîn û gelek lehengên  mîna wan ku di oxira şopdariya heqîqetê de bi biryardarî û evindariyek mezin xwedî li kevneşopiya çapemeniya azad derketine û  bi berdêla canê xwe ev mîras miyinde kirine.  Bi pêşengiya jinan têkoşîna azadiyê dewam dike û li her qadê her diçe bilind dibe, çapemeniya azad ev  heqîqet ji bo raya giştî ya Kurdistan û cîhanê  bi vê sekn û ferasetê ragihandiye. Li hember viya hêzên qirker û dagirker jî ji bo serniximandina rastiyan, serî li êrişkarî, zext û çewisandinên pir alî  daye. Çapemeniya azad ku li ser mirasê berxwedanê ava bûye û mezin bûye, bi biryardarîyek mazin hem bûyek perçeyekî mîrasê berxwedana azadiyê ya gelê Kurd û jina Kurd û  hem jî ji bo danasîna vê rastiyê bi seknekî pêşeng rolê diyarker lîstiy e.

Bi taybetî di roja me ya îro de li Çar perçeyên Kurdistanê êrişên bi armanca qirkirinê yên ku ji aliyê dewleta Tirkiyê ya dagirker ve li ser gelê Kurd û bi taybetî li ser jinê Kurd têne meşandin, teşîrkirina sucên şer ên li Kurdistanê, binpêkirinên mafên jinan, qetilkirina jin û zarokan ji aliyê dewleta tirk a dagirker ve têne kirin  ji raya giştî re ragihandin,  weke şopdarên heqîqetê berdelê wê çi dibe bila bibe bi sekin û feraseta Gurbeteliyan vegotina heqîqetê em weke erkê xwe yê sereke dibînin. Weke YRJ bi boneya salvegero roja rojnamegeriya jinên Kurd  carekî din em destnîşan dikin ku,  berdelê wê çi dibe bila bibe ji bo  Şoreşa jinê ku niha li Rojava Kurdisanê Şênber bûye bikin malê  hemû jinan, ji bo serdekftina  Raperîna Jin jiyan Azadî ku bi berdêlên giran  salekî pey xwe hişt bi vîn û azweriyek hê meztir emê bixebitin. Bi vê feraset û biryardariyê em roja Rojnemegeriya jinên Kurd li hemû kedkarên çapemeniya azad pîroz dikin, di kesayeta Şehîdên çapemeniya azad de, hemû şehîdên tekoşîna azadiya Kurdistanê bibîr tînin. “

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.