Rojnameya Ronahî

  Dîroknas û nivîskarê kurd Ebdulah Şikakî

Nivîskar û dîroknivîsê kurd Ebdulah Şikakî 4 berhemên dîrokî yên taybet bi dîroka Kurdistanê li ser rêbazê koronolojiyayê ji serdema niyolotîk heya serdema nûjen belge kiriye.

Nivîsîna dîrokê yek ji warên girîng yên ji bo parastina nirx, çand û kevneşopiyên gelan e. Ji bo vî warî tekez e ku nivîskarên navdar ên cîhanî rûpelên pirtûkên xwe bi dîroka kevnar a welatên xwe û cîhanê tevî zengîn kirine. Weke dîroknasê Yûnanî Hîrodot, dîroknasê ku di berî zayînê di sedsala 5’an (425-484) de jiyaye û bi serenavê bavê dîroknasan tê naskirin.

Li cem gelê kurd jî Şerefxanê Bidlîsî yekem dîroknivîs e, ku dîroka mîrneşînên kurdan di serdema Sefewî û Osmaniyan de di pirtûka xwe ya bi navê Şerefname de belge kiriye. Piştî wî re jî Mihemed Emîn Zekî û di serdema me ya niha de gelek nivîskar û dîrokzanên kurdan hene. Yek ji van jî nivîskar û dîroknas Ebdula Şikakî ye.

Kurtejiyana Ebdulah Şikakî

Ebdulla Şikakî di derbarê kurtejiyana xwe de wiha got: “Ez di sala 1952’an de li gundê Şera yê girêdayî Efrînê ji dayîk bûme. Min xwendina xwe ya destpêkê li ber destê melayê gundê xwe Xoce Ehdo 2 salan biriye.  Ji ber ku ev mela ne xwedî ola islamî ya radîkal bû û di warê olê de kûr nedibû tenê ez û hejmarek ji şagirtan fêrî xwendin û nivîsndina bi zimanê erebî bûn. Ez weke zarokên gundê xwe derbasî dibistanê bûm û min xwendina seretayî li wir bi dawî kir. Êdî min xwendina xwe berdewam kir û ji ber ku dibistana navîn li gundê Şera tune bû ez çûm Efrînê. Min xwendina xwe ya navîn li wir qedand û piştre jî çûm Helebê. Beşê zanistî yê qonaxa amadehî li Efrînê tune bû, tenê yê wêjeyî hebû. Hikumeta Sûriyê jî bizanebûn wisa dikir, ku siyasetek pişaftinê li ser gelê kurd dimeşand û dixwest ku bi ziman û wêjeya erebî ve werin girêdan. Min jî dixwest ku beşê zanistî bixwînim, lewma min qonaxa amadehî li Helebê qedand. Di sala 1969’an de dema ku min refê 10’an dixwend, ez tevlî Partiya Çep a kurd li Sûriyê bûm. Ez di vê partiyê de mam heya sala 1973’an.”

Şikakî axaftina xwe wiha domand:”Piştre jî di sala 1973’an de ez çûm Humsê û min li wir Peymangiha Pitrokîmiya xwend. Herwiha di sala 1977’an de ez hatim Rimêlan, di kampaniya betrolê ya Rimêlanê de weke karmendekî ez xebitîm. Di sala 1981’ê de jî ez vegeriyam Helebê û min heman kar di kampaniya betrolê ya Helebê de berdewam kir. Piştî ku min gelek pirtûkên dîrokî xwendin û zemîneke min a dîrokî çêbû êdî min bi awayekî yekser bi nivîsa dîrokê kir. Cara yekê bû ku min di sala 1992’an de gotareke li ser dîroka kurdan di Kovara Dengê Kurdistan de nivîsî. Piştre jî di sala 1995’an de min û komek rewşenbîrên kurd li Helebê kovarek bi navê Sorgul damezirand. Hikumeta Sûriyê çi karên girêdayî kurdan qedexe dikir, lewma me hejmar li Helebê amade dikir û bi awayekî qaçax li Libnanê dihate çapkirin û ji mere dihat. Min di vê kovarê de jî nivîsên xwe yên dîrokî diweşandin. Bi destpêkirina Şoreşa Rojava ve derfet li pêşiya kurdan vebû ku kar û xebatê bikin di sala 2011’an de Rojnameya Ronahî li Helebê hat damezrandin. Ez jî yek ji kesên damezrînerê vê rojnameyê bûm û min jî karê nivîs û rojnamegeriyê dikir. Ji sala 2012’an heya sala 2019 min di kovara Dengê Kurdistan de weke nivîskarekî dîrokî kar kir.”

Hezkirina Şikakî ji nivîsîna dîrokê re

Nivîskar Ebdulah Şikakî têkildarî hezkirina xwe ji belgekirina dîrokê re wiha anî ziman:”Hezkirina min ji dîrokê re ji despêka ku min qonaxa navîn li Efrînê dixwend, çêbdibe. Ew jî bi saya şêwazê mamosteyê ku waneyên dîrokê didane me bû. Ew mamoste di dîrokê de gelekî pispor bû û şêwazê wî bi şagirtan re gelekî xweş bû. Berûvajî wan mamosteyên din yên li ser bîrdoziya rêjîma Sûriyê mezin bûne, yên ku rojane me lêdan ji wan didît. Wî mamosteyî bi gotin û mînakên dîrokî û li djî derketina li desthilatdariyê ji bo me digot weke ” divê mirov rûmeta xwe biparêz e.” Çênabe ku mirov serê xwe ji desthilatdaran re bitewîne.”Van gotinên wî gelekî hanedan bi min re çêkir û ez pê bandor bûm. Piştî ku Kirîza Sûriyê destpê kir, hat diyar kirin ku ev mamoste dema ku wane didan me, ew di nava Ixwan Elmuslimîn de kar dikir. Herwiha dixwest li Efrînê jî lingekî Ixwanan çêbike. Lê min û hevalên xwe yên din  di wê serdemê de sûdeke mezin ji van gotinên wî girtin. Ji ber ku dema tevgerên Siyasî li Rojava di sala 1973’an de destpê kir me karîbû karekî baş bikin ku berê bingeheke me hebû. Ez jî yek ji wan kesan bûm ku di temenekî biçûk de tevlî karê siyasî bûm.”

Şikakî girêdayî giringiya belgekirina dîrokê wiha got:”Piraniya zaniyaran anîne ziman ku miletekî dîroka wî tune be û dîroka xwe nizanibe, tiştekî wî tune ye û bê fikr û raman e. Ji ber ku dîrok tecrubeyan dide mirovan û dihêle rastiya xwe nas bikin. Ji ber ku parastin û belgekirina dîrokê gelan ji tunekirinê diparêze. Bi taybet ev yek ji bo gelê kurd tiştekî gelekî derbasdar e. Gelê kurd di dîrokê de zilm û zoreke pir mezin dîtiye. Tişta ku hişt gelê kurd ji qirkirinê were parastin, çîrok, destan û kelepora kurdan bû. Kurdan bi awayekî devokî dîroka bav û kalan ji nifşekî radestî nifşekî kir. Dema ku ev hemû werin nivîsîn û belgekirin wê zemînê hêzeke dîrokî ya gelê kurd a bê hempa biafrîne.  Pirsgirêka gelê kurd ji serdema kevin heya roja îro ew e ku bûyerên dîrokî yên ku tê re derbas dibin, belge nakin û nanvîsînin. Ev yek jî hişt ku ez dîroka kurdan binivîsînim. ”

Berhemên wî

Nivîskar Ebdulla Şikakî di derbarê berhemên xwe de wiha axivî:”Ez di warê nivîsînsa dîrokê de xwe dispêrim rêbazê koronolojî. Şêweyê bûyerên ku tên belgekirin bi hev girêdayî ne û zincîrî ne. Ev yek jî ji ber ku min dîroka gelekî ya hezarê salan nivîsiye. Min dîroka kurdan li ser asta Kurdistanê di 3 cildan de bi navê Welatê Rojê nivîsandiye. Di nav rûpelên van cildan de dîroka kurdan ji serdema newlîtîk heya sala 1947’an ve digire nava xwe. Min ji bo nivîsandina van cildan, lêkolîn û nivîsên girêdayî zanista şûnwariyê bi tekez û rasteqînî, li gor gel û erdîngariya Kurdistanê kirin jêder. Min cildê yekem di sala 2017’an de li weşanxaneya Şilêr çap kir. Wekî din jî min berhemeke din bi navê Berxwedana Serdemê-Efrîn 2018 di sala 2021’ê de li weşanxaneya Şilêr weşand. Min ev pirtûk li ser êrîşa ku li ser bajarê min hat kirin û berxwedaniya ku hêz û gelên me kirin, nivîsand. Niha jî ez dixwazim dîroka her parçeykî ji parçeyên Kurdistanê ya ji sala 1941’ê heta serdema me ya niha belge bikim “