Rojnameya Ronahî

‘Yekîtiya Esnafan parastin û rêxistinkirina bazarê ye’

Ronaz Silêman/Qamişlo

Hevseroka Yekîtiya Esnafan Firyal Mihemed Elelî diyar kir ku bi armanca rêxistinkirina hemû beşên  bazaran li bakur û rojhilatê Sûriyê, di sala 2019`an de Yekîtiya Esnafan hat avakirin.

 Bi armanca rêxistinkirina kar û xebatên bazaran li herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê,di sala 2019`an de Yekîtiya Esnafan li bajarê Qamişlo hat damezrandin. Ji wê demê ve û heta niha yekîtiyê ji bo rêxistinkirina abazarn gelek kar û xebat dane meşandin.

Derbarê kar û xebatê Yekîtiya Esnafan Heseroka Yekîtiya Esnafan ya bakur û rojhilatê Sûriyê Firyal Mihemed Elelî ji rojnama me re axivî.

Firyal Elelî diyar kir ku wetaya esnaf bazirganiya navxweyî ya giştî bazirgana ye û wiha got: “Em ji hemû beşên dikanan re yekîtiyan ava dikin û her sinfek beşê wê cudaye. Mînak beşa cilan em li xwediyê dikanên cilan bi giştî digerin û ji wan re kar û xebatê Yekîtiya Esnafan didin diyar kirin, ji xwe kar û xebatê me parastin û rêxistinkirin e. Herwiha dema pirsgirêkek dikanan bi sazî, temwîn, Malî û Şaredariyê re derdikeve vegera wan li cem me ye,  ji bo ku em pirsgirêka wan çareser bikin. Dema em her yekîtiyekê ava dikin, mîna yekîtiya tirmbêla em xwediyê hemû dikanên tirmbêlan komî hev dikin û bi hilbijartina wan reveberekî ji bo yekîtiya tirmbêlan hildibijêrin. Her yekîtiya Sinifekî ji 5 kesan pêk tê, yek rêveberê yekîtiyê, cîger,  komîta  li hevanînê, komîta têkiliyan û komîta  aborî, ji xwe komîta aborî li ser bingeha aboriya mehane ye.”

Yekîtiyên Aktîvkirî

Firyal derbarê yekîtiyên ku hatine avakirin û aktîvin wiha got: “Yekîtiyên  ku hatine aktîvkirin wiha ne; Yekîtiya Ofîsên firoştina Tirimbêlan, Matorên du cerxe, Cil, Matiryalên xwarinê, Dixan, Telîfon, Fêkî û Goşt e. Ji xwe giliyên Avahî û Tirmbêlan herî zêde ku tên yekîtiyê. Herwiha têkilî di navbera Yekîtiya Esnafa, ofîsa Adaletê û dadgehê de heye. Dema ku gilî ji aliyê xwediyê dikanan bê kirin, gilî li ser sê carane, heger gilî di cara yekem û diyem de careser nebe, vî gilî dişînin ofîsa Adaletê. ”

‘Nehemahengiya hin navçeyan bi Saziyan re’

Firyal Mihemed Elelî axaftina xwe wiha qedand: “Armaca sereke ji Yekîtiya Esnafan rêxistinkirina bazarê bi awayekî baş û parastina esnaf û welatiyan e, ji ber gelek pirsgirêk li bazarê derdikevin. Ji xwe iqodê Avahî û matoran em li cem xwe çêdikin û li tevahî yekîtiyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi navê esnafan belav dikin. Herwiha astengiyê li pêşiya me derdikevin ku ne hemahngiya hin navçeyan bi saziyên Rêveberiya Xweser mîna şaredarî, tewmîn û maliyê re çêdibe û hin navçe dibêjin karê me cuda ye, di vê mijarê de em astengiyan dikişînin ji ber dema hemahengî tinebe kar lewaze dibe. Lê em hemû di bi sîwanekê de ne, dibê girêdan di navbera me de hebe ji bo kar li pêşkeve û di demên pêş de yekîtiyan ji hemû beşên din yên dikanan re bên avakirin.”