Rojnameya Ronahî

Keliha Necim

Keliha necim dikeve ser peravên çemê Firatê. Kelih mîrateyeke kevnare dikeve nêzî bajarê Minbicê û dikeve heremeke axa wê bi berheme û li ser girekî li kêleka çemê Firatê hatiye lêkirin. Kelih derdora 115k.m dikde bakurê rojhilatê bajarê Helebê. Bilindbûna kelihê ji ava çemê Firatê derdorî 68metraye. Kelih giringiya xwe hebû, ji ber ku ew mîna cihekî saxlem û bi ewle dihate dîtin û bi taybet jî piştî serkeftina Hemdaniya di sala 941an. Li bajarê Minbicê ji kevn ve gelek şûnwarên dîrokî hene, yek ji wan Kela Necim e.

Kelih li ser zinarekî li jora çemê Firatê hatiye avakirin. Dirêjahiya kelihê 60 m, bilindbûna wê 50 m û 82 m ji çem bilintire.

Keliha Necim bi şiklekî archîmedes bê sîstematîk hatiye avakirin. Ji burcên çarqozî, sûrên bê pencere pêk tê. Lê tê  de pencereyên teng ji bo avêtina kevanan hatine çêkirin, deriyê sereke yê ketina kelihê dikeve aliyê rojhilat. Keliha Necim ji 3 qatan pêk tê; di qata bin erd de, ambarên çekan, sarîc, burcên parastinê, riyên veşartî, gorên komî yên malbatên ku di kelihê de dijîyan hene.

Li gorî agahiyên şêniyên herêmê beriya niha li kêleka Keliha Necim pireke ku rojhilatê Firat û rojavayê wê bi hev ve dide girêdan hebû û Kela Necim ji bo parastina wê pirê hatiye avakirin. Heta niha zanyaran nas nekirine ku kîjan hêz an jî qewmî Keliha Necim ava kiriye. Tê gotin ku Keliha Necim li hember hemleyên xacperestan hatiye avakirin, hinek jî dibêjin ev Kelih di dema Eyûbiyan de hatiye avakirin û navê kurê Selahedîn El-Eyûbî Necimdîn Eyûbî lê hatiye kirin.

Dîwarê li hawîrdorê kelihê ji acer hatiye çêkirin û şêwazê lêkirina wê girêdayî şêwazê ku di dema Selahedînê Eyûbî de dihate naskirin. Li seranserî deriyê ketina kelihê de nivîsên bi zimanê erebî hatine kolan hene û têde agahiyên li ser kelihê hene. Salona sereke ya bi rengê qenterî hatiye avakirin dighêje odeyên li çep û rastê hatine çêkirin. Ji mirov re kelihe wer xuya dike ku li ser du milan bi dirêjî hatiye avakirin. Di nava kelihê de salon û mizgevtek jî heye.

Piştî erdheja ku li tevahiya hermên bakurê herema şamê çêbûyî, Nûredîn zengî aliyên avahiya kelihê yên ku ji ber erdhejê zerer dîtine ji nûve çêkirin. Avahî û dîwarên kelihê bi rengekî dirêj hatine çêkirin û ji bakur berû başûr bi qasî 92m û bi pehnahiya 64 ji rojhilat berû rojava dikşe.

Ji derve kelih bi dîwarekî mezin û xendeqek di tehtê de hatiye kolan û bi pehnahiya di navber 8 û 9 m û kûrbûneke bi qasî 7 m û milê pêşiya kelihê dişbihe keliha Helebê. Kelih ji 3 qatan pêktê, qata bin erdê de cihê depo û bircên parastinê û depoyên avê û rêyên veşartî. Piştî wê jî qada yekê tê, têde qesra îmaretê û girêdayî wê cihê serşûnê, firin û cihê komkirina avê heye. Qate sisiyê têde cihê rêveberiyê û mizgeftê heye. Kelih dikeve li kêleka golekî ku ne ji zûve li kêleka çemê Firatê û li pişt bendava Rojava(Tişrîn) hatiye avakirin.

Bi destpêka aloziya Sûriyê ve ji ber şer û pevçûnan û êrîşên komên çekdar, gelek cihên dîrokî û şûnwarî ziyan dîtin û gelek şûnwar jî hatin dizîn.

Ji destpêka sala 2013‘an ve, çekdarên bi navê artêşa Azad, bajarê Minbicê û gundewarên wê, her wiha Keleha Necim dagir kirin, lê ev dagirkerî dirêj nekir. Paşê çeteyên DAIŞ‘ê dest danîn ser herêmê û Keleha Necim kiribûn navenda êrîşên li ser cihên şervanên YPG′ê yên li rojhilatê çemê Firatê. Çeteyan ziyaneke mezin gihandin Kelihê û gelek beşên wê rûxandin.

Şervanên Meclîsa Leşkerî ya Minbicê di 1′ê Hezîranê de dest bi operasyona Şehîdê Fermandar Feysel Ebû Leyla ya rizgarkirina Minbicê kirin. Di operasyonê de bi bajar û bi dehan gundewarên wê hatin rizgarkirin. Herwiha Keliha Necim jî hat rizgarkirin û careke din bû meqseda geştiyaran. Rojane bi dehan welatî ji herêmên cûda yên Bakur û rojhilatê Sûriyê berê xwe didin vî cihî.