Rojnameya Ronahî

Fewzî Şengalî: Armanca dagirkeriya Tirk qirkirina gelan e

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Sikrtêrê Partiya Rêkeftina Demokrat a Kurd li Sûriyê Fewzî Şengalî diyar kir ku armanca dewleta Tirk a faşist ji êrîşên li ser herêmê, guhertina demografiya herêmê û qirkirina gela ne.

Dewleta Tirk a dagirker bê navber û bi awayekî hovane êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê, şengal û Başûrê Kurdistanê dike. Ji destpêka sala 2023’an ve heta roja îro dewleta  Tirk a dagirker bi çekên herî giran û pêşketî  bi sedên caran êrîşî van herêman kiriye. Ev êrîş jî piştî encamên hilbijartinên Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê, herwiha sedsaliya Peymana Lozanê pêk hatin. Hrî dawiyê jî bi destê MÎT’a Tirka êrîşek li ser Navenda KNK’ê ya li Hewlêr pêk hat û Endamekê KNK’ê şehîd bû.

Girêdayî êrîşên dewleta Tirk ya dagirkeriya yên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê, û Başûrê Kurdistanê tên kirin, sikirtêrê Partiya Rêkeftina Demokratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî ji rojnameya me re axivî.

 ‘Dagirkeriya Tirk dixwaze nexşeya herêmê biguherîne’

Fewzî Şingalî destnîşan kir ku armanca dewleta  Tirk a dagirker dagirkirina herêmê û dubarekirina Lozanê ye û wiha axivî: “Dewleta Tirk a dagirker îro pirojeyeke mezin a parçebûn û qirkirina gelan daye pêşiya xwe. Ev piroje jî dubarekirina Peymana Lozanê û hewldana dagirkirina herêmê ye, ev yek jî piştî ku sedsaliya Lozanê hate temamkirin, bi awayekî fermî dîsa li ser hat karkirin. Êdî pilanên dagirkeriyê li ser herêmên bakur û rojhilatê Sûriyê, Başûrê Kurdistanê, Şingal û heya Mûsil û Heleb dîsa bi awayekî hovane hatine destpêkirin. Dewleta Tirk a faşist bi riya artêş, çekên pêşketî û firokeyên xwe êrîşî van herêman dike. Em dizanin ku Hêzên Hevpeymana Navdewletî jî di van herêman de karê leşkerî û diblomasî dike, lê we ku tê xuyakirin çavên xwe ji kiriyarên dagirkeriya Tirkî digire. Sedem jî berjewendiyên wan yên hevbeş yên dijî gelê kurd û gelên din yên ku di van herêman de dijîn e. Lewma erka hemû gelên herêmê ew e ku hevgirtina xwe pêk bînin. Herwiha xwesteka dewleta Tirk ya ku armanca wê ew e nexşeya herêmê biguherîne û gelên wê qir bike, pûç û vala derxîne. ”

 ‘Hedefgirtina Nivîsgeha KNK’ê dewamiya êrîşan e’

Şengalî diyar kir ku êrîşa li ser Nivîsgeha KNK’ê ya li Hewlêrê hate kirin ne bûyerek ji rêzê ye û divê sûckar bên eşkere kirin û wiha got: “Herî dawiyê êrîşek li ser Nivîsgeha KNK’ê ya Hewlêrê pêk hat,  em dizanin ku KNK’ê weke riya hevdîtina û yekhelwestkirina partiyên siyasî ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî ye. Herwiha ne navendeke leşkerî, lê belê saziyeke sivîl e û ji bo yekrêziya kurdî xwedî pirojeyeke diyar e. Tişta ku di derheqê nivîsgeha KNK’ de hat kirin armancgirtina yekrêziya kurdî ye. Lewma divê hikmeta Başûrê Kurdistanê sûckarên êrîşê ji raya giştî re eşkere bike. Ji ber ku ewlehiya vê nivîsgehê dikeve ser milê wê de.  Di heman demê de parastina wê jî tiştekî girîng e û divê Asayîşa Hewlêrê ji bi berpirsyariya xwe rabe. Em dikarin vê buyerê bi êrîşên hewayî yên weke ya li ser Firokxaneya Silêmaniyê hat kirin, girêdanekê çêbikin. Ev plan û êrîşên ku çêdibin qirkirina gelê kurd hedef digire. Li ser çiyayên Kurdistanê jî wisa ye, dagirkeriya Tirkî êrîşî Qadên Berxwedanê dike. Divê em nekevin xefkên van pilanan, ji ber ku Gerîla xeta yekemîna ya parastina gelê Kurd  û Kurdistanê ye. ”

Pêwîstî bi lidarxistina kongreke netewî ya kurdî heye’

Sikirtêrê Paritiya Rêkeftina Demukratîk a Kurd li Sûriyê, Fewzî Şengalî axaftina xwe wiha qedand:  “Dagirkeriya Tirk qirkirina gelê kurd dike armanca xwe ya sereke, çi bi awayê leşkerî be an jî bi riya şerê taybet be. Herwiha plan û siyaseteke qirêj li ser gelê kurd dide meşandin. Divê destpêkê em weke partiyên siyasî yên kurdî nehêlin ev yek pêk were. Lewma em li hemberî van planan xwedî piroje bin, pirojeya me jî yekîtiya kurd û têkoşîna  ji bo doza kurdî be. Pêwîste em wekû partiyên siyasî, berjewendiyên xwe yên partiyetî û nakokiyên di navbera xwe de  yên ku pirsgirêkan ji bo pêkanîna yekrêziya kurdî derdixe holê dernexin pêş. Di heman demê de em destekê nedin dijminan. Em weke gelê kurd di demeke hestiyar de ne û siyaseta li ser me tê meşandin ji hemû aliyan ve ji bo me siyaseteke qirkirinê ye. Dijminê me xwedî pirojeyeke wiha ye, çima gelê kurd û partiyên siyasî jî nabin xwedî pirojeyeke hevbeş û van planan têk nabin?!  Ev piroje jî erka KNK’ê, partiyên siyasî û tevahiya gelê kurd e. Dîsa em gelekî girîng dibînin ku  pêwîstiyeke mezin bi lidarxistina kongireke netewî heye. “