Rojnameya Ronahî

Çareseriya kêşeya Sûriyê

Volqan Elî

Bi taybetî piştî rêveberiya Şamê li NY’ê û Yekîtiya Welatên Ereban dîsa di astekê de hate qebûlkirin, ji bo Şamê derfet çêbû ku xewn û xeyalên beriya şoreşa Rojava bibîne. Ya rast ew e ku ev xususiyeteke hemû dewlet-netewan e: heta ku ruh ji wan neçe wekî ku şêrê Xweda bin li xwe mêyze dikin. Jixwe ew navê li ber malbata Esed jî tê maneya şêr.

Dewleta Sûrî wekî dewleteke modern, wekî dewlet-netew yan jî wekî dewleteke serbixwe (!) di serdema Esedê mezin, Hefiz Esed de di manaya xwe rastîn de cara yekem derket ser dika dîrokê. Bi rastî jî hemû pisporên Rojhilata Navîn Esedê mezin wekî hosteyekî serkeftî yê siyasetê dibinin û wisa dinirxînin. Bi rastî jî hinekê wisa ye. Ji ber çi? Welatê Sûrî ku ne ji dagiriyekê zêdetir xwediyê statû û qîmet bû, kir welatekî li Rojhilata Navîn xwediyê gotin. Tewazina di navbera hêzên emperyalist û Sowyet Rûsyaya wê demê de baş bi kar anî. Tewazinên siyasî yên li Rojhilata Navîn ên di navbera dewlet û hêzên herêmî de di cih de bi kar anî. Xwe kir hêzeke quweteke herêmî. Dibe ku hêzên gel ên wekî Kurd, Filîstînî ti car tfaqên stratejik nedît yan jî li cem wan têkiliyeke mayinde bi pêş nexist lê timî jî ev tewazin li ber çav girt: heta ku komploya navneteweyî ya li dijî Rêber Apo dest pê kir ev siyaseta wî berdewam kir. Esedê mezin, welatê Sûrî bi vî şiklî li ser tewazinekê girt.

Piştî sala 2010-11’an li welatê Sûrî gelek tişt hate guherîn. Di serî de gelê Ereb û gelên din serî de li beramberê rejîmê serî hildan. Rêjîmê li şûna ku van nerazîbûnan guhdar bike, li hemberê xeteraya emperyalist a ji derve amadekarî bike, bi hişkî bi ser gel de çû gelek komkujî û qetlîam pêk anî. Hêzên ji derve ji nû ve Îslama radîkal ji bin ve destek kirin, gelek hêzên wekî El-Nusra, Artêşa Azad, DAIŞ’ê derketin. Mînak li hemberê El-Nusra, DAIŞ’ê rejîma Şamê xwe kişand çend bajarên nêzîkî Şamê û bi wan xwe sînordar kir. Herî dawî çeteyên Îslama Radîqal Şam jî xistin dorpêçê. Cihên wekî Xuta yên li derdora Şamê ketin destên van çeteyan.

Ev, dihate çi maneyê? Şûr li ser sukra rejîma Şamê ye. Ev şûra bi benekî pir zirav bûyî ve girêdaye û her li ba diçe. Dibe ku her kêlî ev benik qut bibe û rejîma dewleta Sûrî li ber lingan biçe.

Bi şoreşa 19’ê Tîrmeha 2012’an Kurdên li Bakurê Sûrî dijiyan xwe ji zulumata DAIŞ û hêzên cîhadîst parastin. Ma wê çi bikirana? Ma dikarîbûn bêjin, “kerem bike hezretê Omer Baxdadî em ê jî bibin koleyên dewleta te ya Şam û Iraqê”. Na, nedikarîbûn! Mesele ne tenê DAIŞ bû, jixwe DAIŞ piştî demekê derket. Lê hemû hêzên cîhadîst, xwediyê heman zêhniyetê bûn. Kurdan û hemû gelên herêmê ji xwe re bikin kole. Gelê Kurd dît ku rejim nikare xwe li ber van hêzên cîhadîst ragire ket helwesta parastina xwe: xwe parast. Ji vê helwestê hê paqijtir, bê guneh û tebîtir tiştek nabe! Naxwe ne ku dixwest dewleta Sûrî parçe bike, têk bibe. Şoreşa 12 Tîrmehê wisa bi pêş ket.

Di her derfet û firsendê de hemû pêkhate, saziyên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî tînin ziman: Pirsgirêka Sûrî, divê ji aliyê hêzên hindurê Sûrî ve were çareserkirin. Meclîsa Sûrî ya Demokratîk, di serî de Rêveberiya Xweser bi xwe û gelek saziyên pê ve girêdayî, QSD vê rastiyê tînin ziman. Lê belê ti car rejîma Şamê bi şiklekî vekirî û zelal bersîvekê nade van bangawaziyan. Li aliyê din herêmek ji herêmên Sûrî, Siwêdayê serî rakiriye û serhildan hê didomin. Dibêjin “em jî xweserî dixwazin”. Heta bi niha ji derveyê hêzên cîhadîst ti hêzên gelerî yên Sûrî negotine “em dixwazin rejîma Sûrî, dewleta Sûrî têk bibin, hilweşînin”. Bi ser de jî Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrî ti car wisa negotiye. Ev, ne ji ber bi hêzbûna Şamê ye; yan jî bêhêzbûna Rêveberiya Xweser e.

Sedem ew e ku ji xwe re projeya Rêber Apo esas digire. Di vê derbarê de projeya Rêber Apo çawa ye? Neteweya Demokratîk, çareseriya ezmeya Rojhilata Navîn ne bi hilweşandin yan jî avakirina dewletên nû dibe. Bi hevgirtina gelan dibe.

Ji bo çareseriya ezmeya Sûrî, projeya Rêveberiya Xweser ev e. Lê Beşar Esad hêviya xwe li ku girêdaye: têkiliyên bi dewleta Tirk, bi Rûsya û Îranê ve… vaye herî dawî jî (dibe ku ev hêviya wî zeyif bûyîbe) berê xwe da Çînê. Wekî welatiyekî Rêveberiya Xweser em ne li dijî têkiliyên bi dewletan re ne, lê divê destpêkê, ji beriya Çînê daxwazên gelên Sûrî guhdar bike. Eger Esedê mezin, Hefiz sax bûya bi îhtimaleke mezin wî yê wisa bikara!