Ji remanê rêber Apo
Ji Pirtûka Rêber Apo ya ‘Parastina Kurdên Di Nava Pencên Qirkirina Çandî De’ hatiye berhevkirin
Mafê neteweyan heye çarenûsa xwe diyar bikin. Di pirsgirêka Kurd de KCK vê yekê îfade dike. Li
derveyî dewletê bi awayekî demokratîk vê yekê îfade dike. Di vê çarçoveyê de KCK dibe şîroveya
demokratîk a vê rastiyê. Lewma di çareserkirina pirsgirêka neteweyî de divê weke veguherîneke
bi kok bê nirxandin. Pirsgirêkên modernîteya demokratîk rê li ber wan vekirine, timî hewl dane
bi paradîgma û zêhniyetên mîlliyetgir û dewleta netewe çareser bikin. Dewleta netewe bi xwe
weke aktorê sereke yê çareseriyê hatiye pêşkêşkirin. Dema ku pirsgirêka neteweyî tê gotin a
yekser tê bîra mirov ew e, “Dibêjin bila dewlekteke me jî ya neteweyî hebe.” Hema bêje ji bo
her etnîsîte û neteweyî dewletek tê fikirîn. Xwediyê vê fikir û nêzîkatiyê Ingilistan e. Ji ber ku li
nava dinyayê dixwaze bibe hegemon, li pêşiya xwe dewletên mezin ên mîna împaratoriyan û
dewletên piçûk ên mîna dewletên bajaran asteng dîtiye li pêşiya polîtîka xwe ya ‘parçe bike-bi
rêve bibe’. Dewleta netewe rêxistinkirineke desthilatdariyê ya hegemonya xwe disipêre sîstema
kapîtalîst e; ji bo kara herî zêde û pêkanîna îndustriyalîzmê rêxistiniya dewletê ya herî di cih de
- Ji bo mirov bi awayekî rast li dewletên netewe serwext bibe divê mirov cihê wan ên di nava
sîstema hegemonîk de û têkiliyên wan bi kapîtalîzm û pîşesaziyê re rast ji hev derxe. Eger mirov
bibêje, ji her etnîsîte yan ji her mezheb û qewmî re dewletek divê, hingê mirov ji globalbûna
kapîtalîzmê re ango ji mezinbûna mêtinkarî û îndustriyalîzmê re (xirakirina ekolojiyê) alîkariyê
dike. Lewma me bi israr anî ziman ku bi vê alîkariyê sosyalîzma pêkhatî ji hev de ket. Dîsa me
hewl da em diyar bikin ku PKK dema ket ser rê sîstema sosyalîzmê kir bingehê xwe û di
pirsgirêka neteweyî de xetimî û sedema vê heman nêzîkatî bû. Me diyarkiribû ku di vê mijarê de
PKK’ê xwe rexne kiriye û veguheriye. Di pirsgirêka neteweyî de dema em veguherîn dibêjin xeta
wê ev e, divê dev ji dewleta netewe bê berdan û weke alternatîf çareseriya demokratîk esas bê
girtin. Mebest ji çareseriya demokratîk jî li derveyî dewletê lêgerînên ji bo demokratîkbûyîna
civakê ne. Di pirsgirêkên civakî de divê mirov dewleta netewe weke têgîn tevî kapîtalîzmê ne
çareserî, lê weke jêder û çavkaniya pirsgirêkan bêhtir dike binirxîne.
Girêdana pirsgirêkên civakî û neteweyî bi dewleta netewe aliyê herî zordar ê modernîteyê pêk
tîne. Ji amûreke bi xwe rê li ber pirsgirêkan vedike bendewariya çareseriyê, dike ku pirsgirêk
mîna çiyan mezin bibin û dibe sedem kaosa civakî pêk bê. Kapîtalîzm bi xwe qonaxa herî bi krîz a
sîstema şaristaniyê ye. Dewleta netewe ya di vê qonaxê de xistine rojevê tevahiya dîroka civakê
rêxistina şîddetê ya herî pêşxistî ye. Bi wê, şîddeta desthilatdariyê dor li tevahiya civakê digire û
dibe amûrek ku hawîrdor û civaka bi kara herî zêde ya kapîtalîzmê û îndustriyalîzmê ji hev de
dikeve, bi darê zorê li cem hev digire. Gelekî bi şîddetê bar kiriye, ev ji ber meyla sîstema
kapîtalîzmê ya ji bo kara herî zêde û daneheva bê navber e. Rêxistiniyeke şîddetê ya tîpa
dewleta netewe nebe qanûnên daneheva kapîtalîst naxebitin, îndustriyalîzm nikare dewam
bike. Di serdema kapîtalîzma fînans globalê de ku qonaxa dawî ye em gihiştinê, civak û hawîrdor
tam bi têkçûnekê re rûbirûne. Pêxîrtengiyên di destpêkê de dewrewî bûn, karektereke domdar
û avabûnê girtine. Di vê rewşê de dewleta netewe bi xwe jî bûye astengek ku sîstem bi temamî
kilît kiriye. Tevî ku kapîtalîzm bi xwe avahiyeke bi krîz e, di rêza pêşî ya rojeva xwe de rizgarbûna
ji dewleta netewe danî ye. Serweriya dewleta netewe bi tenê çavkaniya pirsgirêkên civakî nîne,
li pêşiya çareseriyê jî astengiya sereke ye. Sîstemeke ji bo çîna kapîtalîst a serwer bi vî rengî be,
mirov wê çawa ji bo civak, gelan û kedkaran weke amûrekî çareseriyê bifikire ev bi xwezaya
civakê re li hev nake, ev tê wê maneyê ku mirov xwezayê înkar dike. Pirsgirêkên neteweyî
parçeyê herî girîng ê pirsgirêkên civakî ne, lewma ji bo çareseriya wan hem li gorî xwezaya civak, gel û kedkaran be, hem jî bi sedema dewleta netewe li pêşiya sîstema hegemonîk dibe asteng
divê modela demokratîk esas bê qebûlkirin.