Friday, May 23, 2025
  • العربية
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jin û zarok têne bi kar anîn

04/10/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Daxwaza dagîrkirinê ya dewleta tirkî xelas nabe
Share on FacebookShare on Twitter

Nehîr pale 

Di aliyê civakî de diyardeyeke ku dibe pirsgirêkên civakê hîn zêdetir kûr bike û bandor li ser tevahî jiyana civakê bike, derketiye holê. Di çareserkirina pirsgirêkên civakî de azadiya jin, hevjiyana azad û wekheviya di navbera jin û mêr de rêbazên çareseriyê hatine dîtin û di piratîkê de têkoşîna vê yekê tê kirin. Lê belê ji bo gel nefes negre, li ser çareserkirina pirsgirêkên xwe nefikire, daxwaza jiyaneke azad û demokratîk neke û her tim were mijûl kirin, diyardeya parsektî li tevayî bajarên Sûriyeyê hatiye belav kirin û kûr bûye.

Ev diyarde çawa pêşketiye, kî tê de tê bi kar anîn û gihîştiye kîjan astê? Bê guman parsektî di bin navê xizanî û feqîrtiyê de tê rewa kirin, heta beşekî mezin ê civakê gunehê wan bi van kesên parsektî dikin, tê û ji bo wicdanê xwe rehet bikin wê çend lîreyan bidin wan, beşek ji civakê jî îhanet li wan kesan dikin, wan kirêt dibînin, dest dirêjî wan dikin û li wan didin, dîsa jî ew kes parsektiyê dewam dikin.

Gelê Sûriyeyê şerê leşkerî ji xwe re kiriye pirsgirêkeke gelekî mezin û tenê çareserî di koçberiyê de dibîne. Her kes hevdû teşwîqî koçberiyê dike û bi milyonan malbat ji gund û warê xwe derketin û berê xwe dan xerîbiyê. Beşek ji koçberan parsektî ji xwe re çareserî dîtine û dev jê bernadin, vê yekê jî li ser civakê ferz dikin.

Kî dibe qurbanê diyardeya parsektiyê? Jin û zarok in. Bav; her roj serê sibehê hevjîn û zarokên xwe dixê erebê û tîne mîna pez li bazarê belav dike. Her zarokek wê çiqasî pere kom bike, bav ji wan re diyar dike û eger wî miqdarê pere yê bav diyar kiriye kom nekin ew zarok û jinên parsektî dikin wê şevê nikarin vegerin malê. Di encama diyardeya parsektiyê de li bazarê dîmenên ku îfadeya koletiyê dikin, hene. Jin û zarokên ku parsektiyê bi wan didin kirin, bê xwarin in û ciyekî ku pêdiviyê xwe yê xwarin, vexwarin, razan û şûştinê pêk bînin tine ye. Pariyek nan bi darê zorê distînin û li erdê ber lingê mirovan dixwin, cil û bergên wan gemirî ne mîna ku bi salan serê xwe ne şûştine.

Bavê ku hevjîn û zarokên xwe mîna koleyan li bazar û kolanan belav dike, li malê rûniştiye dixwê, vedixwê û kêfa xwe dike. Li ber çavên civakê vê yekê dike û kesek wî lêpirsîn nake. Niha ev mêrên ku li ser hevjîn û zarokên xwe bûne mafya û wiha kole ji xwe re weke artêşekê li nava civakê belav dikin, ziyana manewî û madî ya herî mezin li civakê dikin. Ev diyardeya parsektî sedemeke herî sereke ye ku sîstema koletiyê berdewam bike û pirsgirêkên civakî neyên çareser kirin. Diyardeya parsektî ne ji ber rewşa aborî û xizanî berdewam dike. Li pey vê diyardeyê pere têne kom kirin, jin û zarok têne kole kirin. Civak jî berpirsyartî ranake û nirxên xwe yên manewî û madî naparêz e. Dîsa jin û zarok dibin qurbaniyên civaka cinsiyetparêz.

Post Views: 35
ShareTweetPin

Herî Dawî

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’
JIN

Bêrîvan Omer; Ji bo yekîtiya şaredariyan serdana waliya Helepçe hate kirin’

22/05/2025
‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’
ÇAND Û HUNER

‘Hêvî ew e ku teza me bibe berhemek’

22/05/2025
Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir
NÛÇE

Hunermedê Kurd Ciwan Hesen koça dawî kir

22/05/2025
Neteweya Demokratîk
POLÎTÎKA

Neteweya Demokratîk

22/05/2025
Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike
JIN

Kombûna Jinan a Zenûbiya amedekariyên lidarxistina Kongrê Giştî dike

22/05/2025
‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’
ROJEV

‘Nekarîbû bi kerê, çû ser rihê kurtên!’

21/05/2025
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • ROJEV
  • NÛÇE
  • JIN
  • POLÎTÎKA
  • ÇAND Û HUNER
  • CIVAK Û JIYAN
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.