Rojnameya Ronahî

Nagîhan Akarsal bi rastiya jin û jiyanê re bû yek

Birûc Resûl/Qamişlo

Nagîhan Akarsal bi xebatên xwe hewl da ku jin di hemû qadên jiyanê de cih bigire bike, li ser riya têkoşîna azadiyê bû ronahî, zanîn, hêvî û bedewiya jinê, herwiha bi rastiya jin, azadî û jiyanê re jî bû yek.

Di 4’ê Cotmeha 2022’yan de careke din yek ji pêşengên tevgera azadiya jinan, endama Akademiya Jineolojiyê Nagîhan Akarsel li bajarê Silêmaniyê bû hedefa sekvanên pergala faşîst a baviksalar. Pêwîst e em jiyan, têkoşîn, kelecan û hevaltiya hevala Nagîhan nas bikin da ku em bikarin bi şêwazeke encamgir tola xwe rakin û hêrsa xwe li hember vê kiryara hovane bizivirînin pêngaveke nû ya şoreşa jinan.

Nagîhan Akarsel di sala 1976’an de li gundekî Kurdan yê bi navê Xelîkan girêdayî bajarê Konyayê ji dayîk bû. Wê di çand, bawerî û peyvên her herêmeke de aliyekê aydê xwe didît. Rixmê ku hevala Nagîhan ji dibistana seretayî heta zanîngehê di dibistanên dewleta Tirk de bi zimanê Tirkî xwend jî, lê di dilê de wê de heqîqata welatê wê Kurdistanê hertim yek bû. Bi heman şêwazî jî li heqîqata jinan meyzand; Ji bo wê hebûn û nasnameya jinan hevwateya xwedawend û afirînêra civaka xwezayî bû. Carna ji min re wisa dixuye ji ber ku Nagîhan parçekirin û biyanîbûyînê qabul nedikir wê rastiya jin û civakê yê bindest, yê di bin bandora desthilatdariya zilam û dewletê de ji xwezaya xwe hatiye dûrxistin tenê bi aqila xwe ya analîtîk tehlîl dikir, lê tucar di aqila xwe ya hestyar de nedihewand. Ev meyzandina wê ya jin û jiyanê hiştiye ku wekî jineke şoreşger erkên xwe yên avaker bi dil û can hembêz dikir.

Şehîd Nagîhan xwedî sekinekî bi israr bû                                                                                      

Nagîhan zarokatiya xwe li gundê xwe kir. Gundê wê ne gundekî avî ye û gelek zeviyên genim hene. Lewra li cem wan, genim pir bi nirx e. Nagîhan tama bîranînên xwe yên zarokatiyê ji bîr nekiribûn, kêliyên ku zarokên gund ji bo ku bêhna axa bi baranê şil bûyî bigrin, bi lingên tazî dilîstin û diçûn nava genim, her tim di bîra wê de bûn. Hê ji zarokatiya xwe ve çîrokên jinan dişopîne. Têkiliya xwe bi bavê xwe re li ser hîmê hevaltiyê pêşdixist. Qasî ku bi çanda xwe ve girêdayî ew qas jî li hember hişmendiya baviksalarî  jî xwedî seknekê bi israr bû.

Kurahiay hezkirina welat di dilê wê de

Dibistana seretayî, navîn û amadeyî li gundê xwe dixwîne. Di dibistanê de pir jîr bû. Dema derbasî xwandina zanîngehê dibe, ji gundê xwe derdikeve. Li Zanîngeha Gazî ya Enqereyê beşê Ragihandinê dixwend. Li zanîngehê di nava xebatên Yekêtiya Ciwanên Kurdistanê (YCK) cih girt. Rûkenî û lêgerînên wê wek roj û ax hev temam dikirin. Ev lêgerîn wê di destpêkirina xebatên YCK’ê de jî bi bandor in. Ji xwendina rojnamegeriyê hez dikir, ku di nava sîstema heyî de bibe xwedî cihekî û berê xwe bide rêya têkoşînê. Dema ku têkoşîna gelê xwe naskir, bi hezkirina welat bi kûrahî dijî. Ji ber vê yekê jî têgihişt û hîskirina rastiya Rêber Apo di kesayeta xwe de ava kir.

Şehîd Nagîhan xebatên jinolojî pêşxist

Di salên 2001-2007’an de bi hinceta xebatên siyasî li zanîngehan dikir, herwiha hate girtin. Piştî ku ji girtîgehê derket, di navbera salên 2008-2014’an de li Ajansa Dîcleyê edîtorî û nûçegîhantî kir. Di vê pêvajoyê de, li ser azadiya jinê lêkolinên xwe kûr kir. Pişt re di damezrandina yekemîn ajansa jinan ya JINHA de cihê xwe girt. Di pêşxistina rojnamegeriya jinên Kurd de kedkar, mamoste, heval û rêheval bû. Derdorê xwe hemêz û ava dikir. Tenê bi Kurdistanê re sînordar nema, bi jinên ji pêkhateyên cuda re jî têkilî û dostaniyê pêş dixist. Xebata Jineolojiyê ya ku Rêber Apo pir girîngiyê didayê de, di asta herî jor de hem di warê akademîk û hem jî di aliyê sazî û dezgehan de pêşxist û dimeşand. Di pêvajoya damezrandina kovara Jîneolojiyê de gelekî dixebitî. Ew endamê desteya weşanê ya kovarê bû, her wiha  bi gotarên xwe wê dewlemed kir. Ji bo ku kovara Jîneolojiyê bibe platforma azadiya jinê, wê tu carî dest ji vekirina deriyên nû berneda.

Rastiya JIN JIYAN AZADI jî wê li her derê belav bibe

Nagîhan di her kêliya jiyana xwe de, aqilmendiya dîroka jinê derxist holê. Ev aqil, aqilekî ku desthilatdariya mêr red dike, cewhera jin û civakê diparêze û hişmendiya ekolojîk bi rûmet dike. Bi vê aqilmendî û lêgerîna xwe ya heqîqetê, li hemberî komplogerên dîrokê, desthilatdariya mêr ya qirker û dagirkeran her tim bûye şervana pîroziyê. Dê qêrîna takoşina wê, roj bi roj mezin dibe û rastiya JIN JIYAN AZADI’yê jî wê li her derê belav bibe. Ev êrîş, êrîşa li dijî bilindkirina têkoşîna jinê û helwesta azadiyê ye; Ev tolhildana li dijî jinên fedayiyên azadiyê ye.

Nagihan ronahî, hişmendî, hêvî û bedewiya jinan bû. Xwedî li wê derketin, parastina bedewî, başî û azadiyê ye. Enerjî û evîna jiyana Nagihan wê bibe rênasîna jinan hemûyan. li pey xeyal û hesretên wê bin. Jinên azad wê têkoşîna wî bêdawî nahêlin.