Rojnameya Ronahî

Mala Jin: Bingiha parastin û pêşxistina jina ne

Deriya Çiya/ Qamişlo

Behiya Murad rêvebera mala jin a kantona Qamişlo diyar kir ku mal jin di sala 2011’an de li bajarê Qamişlo hat vekirin. Armanc ji vekirina mala jinê ew e,  ku hemû pirsgirêkên jinan werin çareserkirin û mafê wan were parastin.

Destpêka şoreşa Rojava, bi armanca rizgarkirina jinan ji bendên koletiyê, yekemîn Mala Jin di 20’ê Adara 2011`an de li bajarê Qamişlo û Efrîn hat vekirin. Herwiha li kantona Qamişlo bi dehan navendên girêdayî mala jinê hene, ku piraniya wan dikevin bajarên sereke yên wek Amûdê, Tirbespiyê, Çilaxa, Dêrik, Til Hemîs, Til Koçer, Til Birak û Girkê Legê. Ev sazî giringî didin mafên jinê û hewl didin ku mafê wê ji kevneşopiyên civakê yên paşverû û hişmendiya nijadperest, biparêz e. Ji xwe ji dema avakirina wê heta roja me ya îro jî gelek doz û pirsgirêk bi rengekî asayî hatine çareserkirin. Herwiha di avakirina têkiliyên civakî de jî roleke baş lîstiye û bûye bingehê avakirina civakeke demokratîk.

 “Mala jin li gor pêdivî û pêwîstiyên civakê hatiya avakirin”

Behiya Murad rêvebera Mala Jin a kantona Qamişlo diyar kir ku mala jin bi aramnca lihevanîn û parastina mafê jinan hatiya avakirin û wiha got:” Jin ji destpêka jiyana xwe ve rastî gelek tundî û zordariyê hatiye wek: Berdêlî, heyrandin, zewaca temenê piçûk û dûrbûna zarokê ji dayikê di dema berdanê de. Ji ber vê yekê jî Mala Jin bi armanca lihevhatinên civakî di navbera jin û mêr de hatiya avakirin.” Saziya herî kevin û ya ku di destpêka şoreşê de hatiye avakirin Mala Jin bû. Herwiha Mala Jin li ser bingiha pêkanîna wekheviyê hatiya avakirin, pirsgirêka herî zehmet hevjînên bi zarokin ji ber ku zarok yên ku herî zirar li wan dibin. Ji ber vê yekê heya bi destê me tê em hewldana lihevhatinê dikin ji bo pêşeroja zarokan. Lê dema çare nemîne û herdû alî daxwaza berdanê bikin zarok bêhtirî xwe ji jinê re derdikeve û li gorî zagonên Mala Jin dema ku dê û bav herdû kar bikin pêdiviyê zarokan yên madî, ji herdûyan tê xwestin. Lê dema bav tenê kar dike pêdiviyê zarokê bi giştî ji bav tê xwestin.

“Jin mala Jinê wek riya çareseriyê ji xwe re dibîne”

Behiya di derbarê meyzandina civakê ji mala jinê re di dema bûrî û niha de wiha axivî û got:”Dema avakirina mala jinê ev sazî ji aliyê beşek ji civakê ve nedihat qebûlkirin. Ji ber ku hîn kevneşopiyên civakê yên paşverû bandora xwe zêde hebûn û bi guman nêzî mala jinê dibûn û baweriya wan nebû ku wê jin bi xwe bikaribin pirsgirêkên heyî çareser bikin? Lê bi demê re ev yek hat guhertin, jin vê saziyê wek riya çareseriyê ji xwe re dibînin û her gav ji bona çareseriya pirsgirêkên heyî berê xwe didin mala jinê. Em jî bi hemû hêza xwe hewl didin ku li gorî baweriya wan bin û ji hemû pirsgirêkên wan re bibin bersiv û heyanî niha tu gazind û nerazîbûn li ser kar û xebatê me nehatine kirin.”Saziya mala jinê newek tu zaziyên din e, ji ber ku ev jiyan û pêşeroja malbat û kesan ne û endamê me jî hemû sûnd xwarîne ku pirsgirêkên di hundirê saziyê de rû didin ji kesî re neyên gotin.

Mekanîzmeya kar û xebata mala jin

Behiya bal kişand ser makanîzmeya xebatê komîteyê û çawaniya girtina dozên ku têne ber destê wan û wiha axivî:”Di destpêka ku jin dozê radestî me dike, em herdû milê dozê vedixwînin da ku agahî ji herdû aliyan bigrin û paşê herdû milan yek bi yek dibînin, da ku pirsgirêk û gotinên wan piştrast bikin. Herweha bi hazirbûna komîteya lihevanîn û ji bona nîqşakirina pirsgirêkê em herdû milan tînin gel hev û bi armanca ku pirsgirêkê bi rengekî edaletî ji bo herdû milan were çareser kirin.”Herweha sazî ji çar beşan pêk tê:(Beşa rêvebirî, komîteya lihevanînê, arşîv û agehdarî). Komîteya lihevanînê ji sê jinan pêk tê, ku ser pirsgirêkên jin û malbatên ku têne berdestê wan disekinin. Di heman demê de ev jin di van dozan de xwedî tecrubene, bi taybet jî dozên wekî zewaca temenê biçûk, diravdayîn, berdêlî û…hwd.

Pirsgirêkên wek lêdana zor dema ku tên cem me, em wan yekser radikin niyabê, lê pirsgirêkên din em di nav xwede çareser dikin. Herweha em ne tenê pirsgirêkên jin û mêran çareser dikin, weke din jî em pisgirêkên wek: Bikaranîna keçên temen biçûk li ser mediyaya dijîtal jî dişopînin û çareser dikin. Hêzên Ewlekariyê jî ji bo gihandina van pirsgirêkan bi me re dibin alîkar. Ji ber vê yekê jî me gelek pêngavê hişiyarkirinê bi riya prewerdê li komîn, dibistan, akademî, û bi riya radiyo û ragihandinê jî daye destpê kirin.

Behiya Murad rêvebera mala jin a kantona Qamişlo dawî li axaftina xwe anî û wiha got:” Banga me ji tevahî jinên ku heya niha rastî tundiyê tên, ku ew jî bê deng nemînin û bi xwe re bibin alîkar û li hemberî vê tûndiyê bisekinin û daxwaza mafê  xwe bikin.”