Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

‘Em ji bo dengê gel bidin bihîstin li ser kar in’

03/10/2023
in NÛÇE
A A
‘Em ji bo dengê gel bidin bihîstin li ser kar in’
Share on FacebookShare on Twitter

Rojnamevanên jin diyar kirin ku ji bo dengê berxwedêrên li Suweyda ya Sûriyeyê bigihînin hemû cîhanê dixebitin û diyar kirin ku ew ê tevî zextan jî heqîqetê ji hemû cîhanê re ragihînin.

Xwepêşandanên gel ên li bajarê Suweyda yê Sûriyeyê ji bo başkirina şert û mercên aborî û civakî hatin destpêkirin, dewam dikin. Rojnamevan Nûr El-Nahît diyar kir ku ew ji bo ku dengê xwepêşanderan bigihînin hemû cîhanê dixebitin û got: “Weke rojnamevanên ku di van çalakiyan de cih digirin, em du caran hewl didin ku dengê protestoyên li bajêr ragihînin. Xwepêşandanên li bajêr hatin bihîstin. Em dengê gel, bi taybet aktîvîst, çalakvan yan jî rojnamevan be, jinên ku di xwepêşandanan de roleke sereke dilîzin zêdetir radigihînin. Ev aliyê aştiyane yê tevgerê derdixe holê.”

Nûr El-Nahît bal kişand ku jinan ji bo mafên xwe yên rewa beşdarî xwepêşandanan bûn û destnîşan kir ku ev yek piştrast dike ku jinên Suweydayê di jiyana siyasî û civakî de cih digirin. Nûr El-Nahît bal kişand ser wê yekê ku rojnamevanên jin li bajarê Suweydayê rastî hinek astengiyan tên û got: “Em her roj hewldanên mezin didin ji bo şopandina xwepêşandanan di bin çavdêriya hêzên ewlehiyê de, lê em ê şopandinên xwe berdewam bin.”

‘Ez rastî reşkirinan hatim’

Rojnamevan Areej El-Muhtar diyar kir ku beşdarbûna jinan a çalakiyan pir zêde bû û got: “Di dema şopandina çalakiyan de em rastî pirsgirêkan tên. Ji ber wêneyên xwe yên li ser malperên medyaya dîjîtal ez rastî reşkirinan hatim. Li ser van gotinan ji aliyê artêşa elektronîk a xeyaletên Beşar Esad ve hatine kirin, lê ne li xema mine. Ez erka xwe didomînim û bi awayekî xurt di nava tevgerê de cih digirim.”  JÎNHA

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.