Rojnameya Ronahî

NAMEYA MESRÛR BARZANÎ JI BIDEN RE

Cîger Dilşad

Mesrûr BARZANÎ nameyek ji serokê DYA’yê re şandî û “lavelav”dike ku mûdaxele bike. Di nameyê de sê xal dadikevin pêş:

1-Ji hêla sîyasî de xwînê wenda dikin.

2-Ji hêla aborî de xwînê wenda dikin.

3-Heger mûdaxele neyê kirin,statuya DYA`ê li Iraqê saz kirî wê hilweşe.

Ji her sê xalan xala sêyemîn girîng e. Ji berîya ku em girîngîya xala sêyemîn şirove bikn,mirov çavekî bavêje tabloya giştî wê baştir be.

Niha ji berîya her tiştî ev name ne ya Mesrûr e. Belkî bi destê wî hatibe nivisandin. Lê yê/a jê xwestî binivisîne kî ye û çima di vê serdemê de nivisand?

Ev name di serdana  wezîrê karê derva ew jî xayînekî kurd e (Hekan FÎDAN) de hatîye nivisandin û erê kirin.

Name ev e:

1-Malbata BARZANÎ ku bi sala ye xêr û bereketa başurê Kurdistan’ê tev pêşkêşî dewleta Tirk dike û para xwe jê digire, lê mûçeya karmend û mamosteyan nade. Ji boyî ku ser dizîya xwe bigirin,dibêje: “ji hêla aborî de xwînê wenda dikin.” Yê ku bi rastî xwînê wenda dike ne malbata BARZANÎ ye lê gel e. Tişta ku bala mirov dikişîne ew e ku kengê  hukimeta  Iraq’ê biryar da ku dizî û pereyên ku ji petrolê tên û malbata BARZANÎ ji xwe re dibe lêkolîn bike,Mesrûr nameyê dinivisîn e!

2-Îran’ê bi hukemeta Iraq’ê re peymanek li dijî pêşmergeyên Rojhilatê Kurdistan’ê îmze kir û malbata BARZANÎ bêyî ku şerm bikin bi awayekî vekirî piştgirî da wê peymanê. Piştgirîya wan di raya giştî ya Kurdistan’ê de rastî nerazîbûnekê hat. Ji boyî reaksyonên li dijî wan derketine holê belav bikin û xwe maxdûr nîşan bidin,di  nameyê de zimanê maxdûriyetê bi kar anîn e.

Em werin ser xala sêyemîn. Di xala sêyemîn de gefxwarinek ji dewleta Iraq’ê re heye. Bêhna projeyeke qirêj jê tê. Çima di vê demê de nivisîn?

1-wekî bersivekê ji rêveberîya Iraqê re ye. Tişta xayînê kurd di serdana xwe de ji Iraqê dixwest bi dest nexist. Ji Iraqê operasyoneke bi hev re li dijî PKK`ê dixwest. Ji xwe ji bo wê ava Kurdan wekî çekekê li dijî Iraq’ê bi kar tînin. Hukimeta Iraq’ê ne ku ji PKK`ê hezdike operasyona ku Tirkîyê jê dixwaze erê nekirî. Ji ber ku derdên wan besê wan e, di vê heyamê de tevlî daxwaza Tirkan nebûne. Lê hema plana dagirkirina axa başurê Kurdistan’ê bi malbata BARZANΠ re berfereh kirin û li Metîna xistin meryetê,ji hêla din ve jî BARZANÎ’yan hêzeke mezin xist tevgerê û bi ser wargrhên gerîla ve şandin.

Mesûd BARZANÎ demekê digot: “Heta ez hebim,ez ê rê nedim şerê birakujîyê”. Ji vê gotina Wî hemû Kurd kêfxweşbûn. Lê yên dîroka BARZANÎ’yan dizanin,zêde ji wê gotinê kelecan nebûn! Ji ber ku kengê daxuyanîyeke wiha dan,hatîye dîtin ku BARZANÎ’yan di bin siya gotinên wiha de amadekerîya lîstikeke qirîjtir kirî û ketî tevgerê.  Berê axalqekî êl û eşîrtîyê hebû,sozek dan  li pey soza xwe disekinin. Lê di Masûd BARZANÎ de ew jî nemaye.

2-Tirkîyê û  malbata BARZANÎ-PDK`ê di êrîşên xwe yên hemwext li dijî Tevgera Azadîyê ya Kurdistan’ê de xetimîne. Plana ku wê di demeke kurt de Zap,Avaşîn,Metîna bi dest bixin û hema berê xwe bidin Qandîlê ,bi berxwedana gerîlayên leheng yên HPG`ê û YJA-STAR  vala derket. Lê dev ji plana îmhaya Kurdan bernedan e. Herdem di êrîşên dagirkeran de lingekî Kurd hebûye û bêyî wî lingî dagirker qet nikarîne îsyanên Kurd têk bibin. Dewleta Tirk vê yekê baş dizane. Malbateke mîna ya BARZANÎYAN bi dest wan ketî dev jê ber didin? Malbata BARZAN’yan ku hebûna xwe di tunebûna tevgerên welatparêz,demokrat û sosyalîst dibîne di nivîsa Îxaneta PDK`ê û Malbata BARZANÎ de,ev mijar bi ber ferehî me nivisî bû,lewra dubare nakin,bi hemû hêza xwe êrîşî wargehên gerîlayên azadîye dike. Îro partîyeke Kurdistan’î ku azadbûna çar parçeyên armanc dike ji bilî PKK`ê tune ye. Ji boyî pêkanîna wê plana qirêj jî li gorî wan divê PKK`ê were tune kirin!

Gava dîroka PDK`ê û bi taybetî jî dîroka malbata BARZANÎ’yan were lêkolînkirin,wê baş were dîtin ku,malbat BARZANÎ’yan ji dagirkeran re bûye Kerê troya di nava sîyaseta Kurdistan’ê de.

3-wisa xuya dibe ku PDK`ê û malbata BARZANÎ biryar dane ku êdî bi temamî xwe ji Iraq’ê qut bikin û xwe bi Tirkîyê ve girêbidin. Ji xwe hema bêje dewleta Tirk bi rêya wargehên leşkerî  ku her sal wargehek li yên berê zêde kirin û hemû başur dagirkiriye. Ji hêla aborî de jî tam bi xwe ve girêdayî ye. Bi rêya MÎT’ê jî di nava civakê de torekî sîxoran berfereh saz kirî ye .Berîya demekê rayadarekî PDK`ê bêyî ku şerm bike ji dewleta Tirk kuştina rêveberên PKK`ê dixwast. Evji tengav bûna wan tê. Yanî bi tenê di fermîyetê de başur bi dewleta Tirk ve nehatiye girêdan. Tişta balkêş ew e ku piştî name derket holê wezareta karên derva ya Îngîlîstan’ê daxuyanî da û gotin: “Dewleta Tirk hevkarekî me ye ku dev jê nayê berdan”. Kê jê re gotî ,ka dev ji Tirkîyê berde û çima di vê demê de pêdivî bi daxuyaniyeke wiha heye? Divê neyê ji bîrkirin ku Îngiltera rê ji Erdogan re vekir ku têkeve axa Surî û di serî de Cerablûs’ê dagir bike û pişt re Ezaz û Bab’ê bi ser axa xwe ve bike. Mîna Rêber APO gotî: “Îngiltera bi erêkirina  dagirkirina Cerablûs’ê sed salî dirêjkirina şerê Kurd û Tirkan armanc dike.”

4-Li pêşîya girêdana Başur bi dewleta Tirk ve astengîya herî mezin hebûna PKK`ê li Başur dibînin. Lewra jî malbata BARZANÎ di 13’ê îlon’ê 2023an de hêzeke mezin ya pêşmergan bi ser wargehên gerîlayên azadîyê ve şand. Dixwazin tengav bixwna xwe ya hundir û derva bi şerê li dijî PKK`ê beralî bikin. Ev çend salin ku timî rê ji leşkerên Tirk re vedikirin. Lê wisa xuya ye ku dewleta Tirk ji wan re gotiye: “Divê êdî raseterast çekê bigirin û êrîşî wargehên gerîla bikin.”

Bê guman di êrîşa malbata BARZANÎ de ji xeynî dagirkerên Kurdistan’ê tu hêzeke Kurdistan’î jê sûdê nagire. Ji boyî wê jî divê êdî tu kes nebêje “şerê birakujîyê” tiştekî wiha tune ye şerê ku tê kirin ,şerê îxanetê û dilxwazên azadîya Kurdistan’ê ye şervanên azadîya gelan e heger em bêjin: “Şerê birakujîyê” wê demê em îxaneta malbata BARZANÎ bincil dikin.

4-Mesrûr ji DYA`ê re dixwaze  dibêje: “Heger statuya federalîzmê li Iraq’ê têkçû,berpirsyar ne em in,Iraq e! Ji ber ku rêyeke din nema ,em mecbûrin ku xwe bi Tirkîyê ve girêbidin” ango malbata BARZANÎ ji niha ve zemînê girêdana xwe bi Tirkîyê ve amade dikin. Ji ber ku aqilkî wisa “mezin” yê BARZANÎ’yan tune ye,ew aqil yê dewleta Tirk e.

5-Lê divê malbata BARZANÎ ji bîr nekin ku, çawa bi serê xwe referandoma Îlon’a 2027an de pêkanîn û di encama wê de % 51 ji axa başurê Kurdistan’ê wenda kirin, bi vê plana qirêj re jî wê herêma di destê wan de  maye wenda bike. Her çiqas  Iraq û dewletên Ereban parçeyîbin jî û ji taqetê ketibin jî,wê rê nedin ku bi hêsanî sererd û binerda Kurdistan’a başur ji Tirkîyê re here û ew ê bibe sedema şerê Kurd-Ereb û sedsalî jî wê ew şer bi dawî nebe. Ji xwe Îngiltere jî wê yekê dixwaze.

Belê tevî hemû tengasî,planên qirêj û êrîşên berfereh yên li dijî Tevgera Azadîyê ,yekane hêza ku wê wan planên qirêj li vala derxe û azadîya civaka Kurdistan’ê misoger bike PKK`ê û gelê Kurd bi xwe ye.

Bê guman planên dagirker û şolekerê wan BARZANÎ’yan hebin,wê planên Tevgera Azadîyê jî hebin.

Pir zelel bûye ku, êdî bi gotina”Bila PDK`ê dev ji îxanetê berde”zêde ne bi bandor e, Kî dixwaze bandora xeta îxaneta PDK`ê û malbata BARZANÎ di sîyaseta netewî de ji holê rake,divê bi awayekî rêxistinî di xeta Rêber APO de têbikoş e.

*Di vê heyamê de pêşnîyar dikim ku her kes pirtûka Rêber Ebdulah OCALAN ya bi sernava “DI KURISTAN’Ê DE ÎXANET Û BERXWEDANA PKK`ê” bix