Rojnameya Ronahî

NPG: Rojhat û Ardal dijminê qirker hejandin û bûn sembol

NPG’ê bi daxuyaniyek nivîskî nasnameya gerîlayên 1’ê Cotmehê ku li Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a Tirk çalakiya fedaî kirin, eşkere kir û got, hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker û mêtinger hejand, mohra xwe li dîrokê  xistin û bûn sembol.

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) bi daxuyaniyekê nasnameya gerîlayên li Enqereyê çalakiya fedaî kirin eşkere kir.

Fermandariya Biryargehê ya Navenda Parastina Gel (NPG) di daxuyaniya xwe de wiha got: “Me ragihandibû ku 1’ê Cotmeha 2023’an saet di 09:30’î de li navenda Enqereyê li hemberî Wezareta Karên Hundir a dewleta Tirk tîmek ser bi Tabûra me ya Nemiran çalakiya fedaî kiriye û diyar kiribû ku em ê agahiyên berfireh ên li ser nasnameya hevrêyên me yên fedaî eşkere bikin.

Tîma me ya fedaî ku ev çalakiya bi heybet û dîrokî bi rengekî profesyonel pêk anî hevrêyên me Rojhat Zîlan (Ozkan Şahîn) û Erdal Şahîn (Hasan Ogûz) in. Hevrêyên me Rojhat û Erdal bi çalakiya lehengiyê ya dîrokî dijminê qirker mêtinger hejand, mohra xwe li demekê xistin û bûn sembol. Em sersaxiyê ji malbatên hêja yên hevrêyên xwe û tevahiya gelê xwe yê Kurdistanê yê welatparêz re dixwazin. Em soz didin ku heta dawiyê em ê dilsozê rêbaza hevrêtî û jiyana Apoyî, xeta têkoşînê, sekna fedaîtî, profesyonelî, hêza tolhildanê ya mezin a şehîdên me yên fedaî yên Tabûra me ya Nemiran bin, her wiha heta dawiyê bi çalakiya wan a mezin a ku serketinê li me ferz dike girêdayî bimînin, têkoşîna wan teqez bi ser bixînin.

Agahiyên li ser nasnameya hevrêyên me yên şehîd bûne bi vî rengî ne:

Nasnav: Rojhat Zîlan

Nav paşnav: Ozkan Şahîn

Cihê jidayikbûnê: Wan

Dayik-Bav: Îpek-Mehmet

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere

Nasnav: Erdal Şahîn

Nav paşnav: Hasan Ogûz

Cihê jidayikbûnê: Mersîn

Dayik-Bav: Ramziye-Abdûlselam

Dem û cihê şehadetê: 1’ê Cotmeha 2023 / Enqere

NPG’ê diyar kir ku hevriyê wan Rojhat Zîlan bi fedaîtî tevlî nava jiyana gerîla bû, di demeke kurt de bû gerîlayekî azadiyê yê şareza û wiha domand: “Piştî ku tevlî nava refên gerîla bû bi erk û berpirsyariya misogerkirina azadiya gelê me û Rêberê me rabû, bi vê têgihiştinê kêlî bi kêlî têkoşîna xwe mezin kir. Gihîşt wê encamê ku ji bo pêkanîna vê armanca xwe divê bi rengekî fedaî tevlî bibe, bi vê armancê jî beşdarî nava rêxistiniya Hêzên Taybet bû. Di nava Hêzên Taybet de ku li dora Rêberê me bû xelekek ji agir, xwe perwerde kir û di xeta têkoşînê ya xwedawenda azadiyê hevrê Zîlan (Zeynep Kinaci) de xwe kûr kir, xwest bibe fedaiyekî pêşeng, li ser vê bingehê jî kedeke mezin da. Hevrêyê me Rojhat zanîbû ku divê fedaîtiya Apoyî yekpare be, xeta azadiya jinê ya ku bingeha paradîgmaya jiyana azad a Rêberê me ye pejirand, bandora sîstema serweriya mêr a li ser kesayetiya xwe fêhm kir, li hemberî vê têkoşiya, mêrtiya serwer a klasîk di kesayetiya xwe de kuşt û ber bi jiyana azad ve beziya. Hevrêyê me Rojhat zanîbû ku jiyan tenê bi kûrbûna li ser felsefeya azadiya jinê dikare azad bibe, li ser vê bingehê hîn bêhtir xwe kûr kir. Jiyana azad û asta hevjiyana azad di kesayetiya xwe de şîn kir, di serî de hevalên me yên jin li nava hevrêyan hemûyan bû cihê hezkirin, hurmetê û hevrêtiyeke hêja.”

NPG’ê da zanîn ku hevrêyê wan Erdal Şahîn di sala 2013’an de tevlî nava refên gerîla bû, bi eşq û kelecaneke mezin beşdarî nava jiyana gerîla bû û wiha got: “Hevrêyê me Erdal ku jiyana qirêj a sîstemê red kir, li çiyayên Kurdistanê bû xelekeke xurt a jiyana azad a bi îdeolojiya Apoyî. Hevrêyê me perwerdeya bingehîn a gerîlatiyê bi rengekî serketî qedand, pratîka xwe ya destpêkê meşand, di demeke kurt de bû gerîlayekî şareza. Bi tevlîbûna xwe ya bi kelecan û xurt hemû zehmetî ji pêşiya xwe rakir, bi sekna xwe bû çavkaniya hêz û moralê ji hevrêyên xwe re, bû milîtanekî pêşeng û her tim li ser felsefeya jiyana azad a Rêber Apo kûr bû. Ji bo Rêber Apo hîn baştir fêhm bike û bixe meriyetê, li ser tevlîbûneke fedaî ya li her kêliya jiyanê kûr bû, zû hîn bû, tiştên hîn dibû bi hevrêyên xwe re parve dikir û bi van taybetmendiyên xwe hate naskirin. Hevrêyê me Erdal agirê azadiyê yê ku li Zindanên Amedê ji aliyê Mazlûman ve hate vêxistin, ji aliyê Egîdan ve li çiyayên Kurdistanê hate bilindkirin, ji aliyê Bêrîtan û Zîlanan ve hate gurkirin, ji aliyê Andok, Êrîş, Sara û Rûkenan ve hate dewamkirin, di dilê xwe de hilgirt û veguherand çalakiyê.”