Rojnameya Ronahî

KÎ QEDR Û QÎMETÊ DIDE XWE, DIDE DÊ Û BAVÊ XWE

 

Cîger Dilşad

Kî qedr û qîmetê dide xwe,dide dê û bavê xwe û ji wan hez dike,wê tevlî nava refên PKK`ê bibe!

Kîjan dayîk û bav  ji zarokên xwe bi rastî hez dike wê zarokên xwe wêrek bike ku ew tevlî nava rafên PKK`ê bibin, Çima ?

1-Niha rastîyeke wiha heye;pergala dewletê tu qedr û qîmetê nade ciwanan. Xortan ji boyî kar û şerên ku ji bo çend kesên serdest desthilatdarîya xwe xurt bikin,têne bi kar anîn. Keç jî ji boyî amûra  anîna zarokan . Nirxa keç-jinan herî baş li holweyd(sektora filmên emperyal) raber dide. Dibêjin;”jinek bi dolarekî ye,lê maçkirina wê bi 1000 dolarî ye”. Yanê gava jin ji bo seksê tê bikaranîn xwedî “nirx e”,lê gava kêrî “karê” seksê nehat,an jî nema kêrî “karê “seksê tê, êdî bi dolarekî jî nirxa wê tune ye.

2-xort jî bi qasî ku dikarin di karxaneyan de bişûxilin û bi qasî ku dikarin di çerxa şerê wan de cih bigirin ewqasî xwedî “nirx”in! Heta berîya 70-80 salî ji bilî zarokên dewlemendan zarokên feqîran nikarîbûn bixwîn in. Niha li hin dewletan heta dibistana seretayî,li hinan jî heta amadeyî  xwendin mecbûrî kirine. Çima niha dewletan dev ji xwendina bi peran berdaye û xwendin mecbûrî kirine?  mirova/ê biaqil nafikire ku dewlet nirxê dide zarokan ku wan bide xwendin! Tişta qewimîye û dewlet mecbûr kirî ku xwendinê mecbûrî bike,teknolojîya ku piştî şerê serdestan yê duyemîn pêşketîye.

Zarokên dewlemendan wê bibin gerînende û rêveber û zarokên feqîran jî wê di karxaneyan de mîna koleyên hemdem  bixebitin. Berê bi tevr, bêrê,çakûc û dasê  dixebitandin,niha li ber makîneyan wekî diranên makîneyê dixebitînin. An jî mîna ga bi tenê ji boyî çêkirina zarokan. Ji koleyên berê mirov zêde nikare lomeyan bike! Çimkî dest û lingên wan bi zincîran dihatin girêdan. Lê yên îro xwe bi xwe ,bi madîyeta ku pergal wekî hestî diavêje ber mirovan ,mêjî û gîyana xwe girêdidin!

Ji boyî rûyê xwe ye qirêj veşêre jî îdeolojîya lîberalîzmê ji xwe re kirî perde û pê ciwanan dixapî ne! Ciwan wekî ku azad in,xwedî derfetin û bijarteyên cûda cûda ne bi hemû awayan êrîşî mêjî û rihê ciwanan dike.

Bi kurt û kurmancî;li pêşîya keç-jinan 3 rê,li ber xortan jî 2 rê;

Rêyên li pêşîya keç-jinan

a-Di karxeneya taybet de zarokan çêkin.

b- Bi keç-jinan civakê di rewşa koletîyê de bigire û her mêr bêxe!

c-Di karxaneyan de bi heqdestîyeke pir erzan bixebitin.

Rêyên li ber xortan

a-Wekî çek di şerên xwe de bişûxilîne

b- Wekî ga di karxaneya taybet de zarokan pê bide çêkirin û jinê di rewşa koletîyê de bigire.

Bi kurtasî jîyaneke bê rih,bê mêjî û bi xeyalên vala vala derbaskirina zeman heta dimire. Ji boyî wê jî esrar,heşîş,araq û her curê meşrûbatan wekî rêya xelasîyê pêşkêşî keç û xortan dike. Bê guman bi wan madeyên hişbir jî çend qurişên ku dane wan paşve ji wan digire. Jîyaneke bê kesayet wekî rêya xelasîyê raber dike.

Mirova/ê qedr û qîmetê bide xwe jîyaneke wiha rezîlane layîqî xwe û malbata xwe nabîne.

Dayîk û bavên ku dibêjin;”em ji zarokên xwe hez dikin ” ji van çend pirsan re divê bêyî xwe bixapînin bersivê bidin.

1- Hûn dixwazin zarokên we wekî serserîyan,kole jîyan bibin?

2-Hûn naxwezin ku zarokên we jîyaneke xweştir hem ji xwe re û hem jî ji we re saz bikin?

3-Hûn naxwezin navê we li vê dinyaya fanî bimîne?

4-Hûn naxwezin navê zarokên we bi kiryarên herî baş derbasî dîrokê bibe?

5-Hûn dizanin ku teknolojîya ku îro pêşketî wê demeke kin de ziman,çand û hebûna gelên bê statu(Kurdan) ji holê rake?

6-Di şûna ku zarokên we di deryayan de difetisin, dimirin û ji masîyan re dibin xwarin,di rêya azadîya xwe û we de têbikoşin ne baştir e?

7-pêşengên şoreşa Kurdistan’ê ciwan û jin in. Rêber APO dibêje: “Me bi ciwantî dest pê kir, em ê bi ciwantî bi serbikevin”.

Keç , xortên ku ji dê û bavên xwe bi rastî hez dikin jî divê ji dil bersiva van pirsan bidin.

1- Bavê we wekî koleyekî ji sibeha xwedê de dişûxile lê nedikare we têr bike û ne jî dikare derfetan ji we re biafirîne. Pir zelale ku hûn jî wê jîyanê qebûl nakin. Wê demê rêya guhartina wê jîyanê di destê we de ye.

2-Dayîkên we wekî kole her roj an ji bavê te lêdanê dixwe,an jî bi heqaretên mezin re rû bi rû jîyan dike. Ma bi jîyaneke wiha him bav û him jî dayîk di koletîyeke kûr de dijîn lê ew ne di zanebûna koletîya xwe de ne,ma ne pêwîste ku hûn wan ji wê jîyanê rizgar bikin?

3-Heger hûn rizgar nekin,hûn ê sibê çawa ji zarokên xwe jîyaneke xweştir bixwazin?

4-Di şûna ku hûn di kahwexanayan de zemanê xwe vala vala wenda dikin,dîroka xwe û  ya mirovahîyê bixwînin û li gorî heqîqeta civakî bijîn ne hêjatir e? Faşistê Îspanî Frango bi 3 “S”yan (seks,spor û sînama) hewl da ku civaka Îspanî têxe xewa mirinê. Modernîteya Kapîtalîst di heyama niha de li wan 3 “S”yan “Δ zêde kirî;seks,spor, sînama û înternet. Ya rast înternet rista her sê “S”yên din jî bi cih tîne,  lewra jî her roj tiştekî lê zêde dikin û di serî de keç, xortan û hemû civakê dixe xewa mirinê. Bê guman sê”S” û “Δ di serî de axlaqê civakî ji holê radike,malbatê perçe dike û çi ji civakbûnê maye kirî hedefa xwe. Da ku pêngava xwe ya dawî pêk bîne. Ango civakbûyînê ji kokê ve rake! Ji lewra jî pir êrîşî Rêber APO kirin û dikin, Çimkî Rêber APO bi dahurandinên xwe yên kesayetê  û tazîkirina dewletê rastîya wan raxist ber çavê hemû mirovahîyê.

5-Hûn naxwazin mohra we li dîrokê bikeve?

6-Hûn naxwazin dê ,bav,xwîşk,bira û hemû hezkirîyên we bi we serbilind bin?

Îro hem li cîhanê û hem jî li Kurdistan’ê bi tenê rêya xelasbûna ji wê jîyana rezîlane û kole xwe şûştûna bi felsefa Rêber APO û  tevlîbûna PKK`ê ye!

Çima felsefa Rêber APO û tevlîbûna PKK`ê yekane rêya xelasîyê ye?

1-Rêber APO bi paradîkma Modernîteya Demokratîk rêya azadîya kes û civakê heta dawîyê vekir.

2-Felsefa Rêber APO ji bilî azadîya kes û civakê tiştekî din qebûl nake û rêgeza wê felsefê ya bingehîn; “Bi azadî bijî û bide jîyankirin”.

* PKK`ê rêya gihandin û jîyankirina felsefa Rêber APO ya tam e!

*PKK`ê rêxistinkirin û  jînkirina felsefa Mirovê/a azad e!

*PKK`ê bi civîn,rexne û rexnedayînên ku bi pêş dixe vîna mirovên azad derdixîne holê,kesayeta azad diafirîne û mirov dike xwedî xeyalên jînker!

*Rêber APO bi tu carî îxanet ne li xeyalên zarokatîya xwe kirî û ne jî kesek xapandî ye. Gîyana xwe ya saf û paqij her parastî û bi wî rihî PKK`ê afirand û kilîtanên PKK`ê jî li ser wê rihî heta îro hatin. Mirov di nava PKK`ê de bi vîn, gîyan û hebûna xwe ya azad hîs dike û di hêla manewî de jî berevajî pergala dewletê  (ku timî di her hêlê de mirov birçî dike û ji xwe re bike kole)mirov têr dike.

*Di nava PKK`ê de mirov dizane ka çima hatî dinyayê û divê çawa bi rengekî azad bijî.

Ji lewra keç û xorên ji dê û bavên xwe bi rastî hez dikin wê tevlî PKK`ê bibin!

Dayîk û bavên ku bi rastî ji zarokên xwe hez dikin jî wê zarokên xwe tevlî PKK`ê bikin. Dervayî tevlîbûna PKK`ê hemû hezkirinên din yan sextene,yan hevûdin xapandine yan jî ne dayîna qedr û qîmetê ji xwe û dê û bavê xwe re ye.

Îro çîyayên Kurdistan’ê li benda keç û xortên ku bi rastî nirxa xwe û ya dê bavên xwe dizanin e!

Her dawî vê meselê vebêjin;

Yekî Eskîmo ji rehîbekî misyoner dipirse;

“Ger ez xweda û guneh çine nizanibim, ez ê herim dojehê? ”

Rahîb dibêje;

“Na, ger tu nizanibî, tu naçî dojehê.”

Yê eskîmo dibêje;

“wê demê te çima ji min re vegot?”

Yanê wekî yê Eskîmo derfeta me nemaye ku bêjin;”wê demê te çima ji min re vegot” Rêber APO û PKK`ê rastîya neyaran û ya pergala dewletê tazî kirî û li ber çavên me raxistî. Ji lewra ew şansa me tune ye ku bêjin;” min nedizanî,agahîya min tune bû!” Em nekin, em tev cehnemîn e! Ji xwe jîyana ku îro li Kurdistan’ê em dijîn cehnemî ye.” Şoreşa ku îro di bin ala PKK`ê û bi mohra Rêber APO de dimeşe, bi misogerî wê  serbikeve. Ji lewra berîya ku dereng bimîn in, xwe bi telefon û înternetê mijûl bikin,zûtirîn dem tevlî nava refên PKK`ê bibin!

PKK`ê partîya we ye,lê ka hûn li ku ne ey ciwan û dilxwazên azadîyê?