Rojnameya Ronahî

Li hember guhartina demografî û kiryarên dagirkeriya tirkiyê cîhan bê deng e

Kiryarên dagirkeriya Tirkiyê û siyaseta guhartina damografiya herêmên dagirkirî bi polîtîkeyên herî zirav tên pêk anîn. Li hember vê yekê Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehba bi daxuyaniyekê siyaseta ku li Efrîn, Bab, Ezaz, Serê kaniyê û Girê Spî tê meşandin red kirin û banga hêzên navnetewî kirin.

               Vîndar Roj/ Şehba

Siyaseta faşîzma Tirkiyê ya ku li herêmêm dagirkirî dide meşandin, bi awayekî ji rêzê û rewa  weke ku ew herêm girêdayî xaka Tirkiyê ne û bi rengekî rewa ji milê dewleta tirk a faşî, li ber çavên cîhanê û hêzên navnetewî guhartina demografîk li herêmên dagirkirî pêktîne. Di hundir van herêman de tavahî binpêkirinên bê exlaqî li ser serê gelê resen tê meşandin. Dibistan û zanîngehên bi zimanê Tirkî hatine vekirin, zarokên gelê resen li ser zimanê Tirkî tên perwerde kirin. Pereyên Sûrî êdî hatine qedexekirin û leyreya Tirkî tê bi kar anîn. Li şûna mal û milkên gelê herêmê, koçberên ji derve tînin û li şûna wan bi cih dikin. Herwiha bi sedan malên mêtîngeriyê hatine avakirin. Ev siyaseta ku tê meşandin qirkirina çand, ziman, nasname û hebûna gelê resen e dike hedef. Herwiha li hember vê yekî tavahî rêxistinên navnetewî bê dengin û bi vê bêdengbûyînê re hevkariya wan tê diyar kirin.

Di dîroka 26 ê Îlonê de Rêveberiya Xweser a Kantona Efrîn û Şehbayê tevê sazî û partiyên li herêmê, li hember siyaseta ku di Efrîn û herêmên dagikirî de tê kirin daxuyaniyeke nivîskî ji raya giştî re dan. Têkildarî vê yekê Rêveberiya meclîsa Sûriya Demokratîk Bêrîvan Elî û Endamê Saziya Meclîsa Malbatên Şehîdan Ednan Şêx Mihemed ji rojnameya me re axivîn.

‘Efrîn wargeha aşîtî û aramiyê bû‘

Birîvan di destpêkê de anî ziman ku herêma Efrînê di destpêka aloziya sûriyê de,5 hezar koçber pêşwazî kir û xwedî li wan derket û wiha domand:”Di destpêka aloziya Sûriyê de û piştî îlankirina Rêveberiya Xweser. Herêma Efrînê ji ber herêma herî ku bi ewle û aşîtyane jiyan dikir deriyê xwe ji tavahî gelên derdor re vekir û 5 hezar koçber di nava xwe de bê ferq û cudahî hembêz kir. Lê ji ber herêma Efrînê di nava pilanên dagikeriya Tirkiyê de bû di 20 ê Çileya 2018 an de, faşîzma Tikiyê bi teknîk û çekên herî pêşketî yên NATO yê Efrîn armac girt”.

“Kiryarên Faşîzma Tirkiyê hemû pîvanên mirovî binpêkirine”

Birîvan diyar kir ku bi dagikirina Efrînê tavahî binpêkirinên bê exlaqî hatin kirin û wiha domand: “Dagirkeriya Tirkiyê û çeteyên girêdayî wê piştî dagirkirinê hemû pîvan û nirxên mirovahiyê binpêkirin û dest bi talan û kuştin kirin. tavahî axa Efrînê hat talan kirin û ser erd û bin erda wê hat wêran kirin. Dar û daristan hatin qut kirin û şewtandin. Bi hezara hemwelatiyên resen ji malên xwe hatin derxistin û li şûna wan gelê biyanî hatin bi cih kirin. Bi hezaran zarok, jin, ciwan û pîremêr hatin kuştrin û di zîndanên dagirkeriyê de hatin ceza kirin. Rojane jinên Kurd bi destê çete û leşkerên Tirk tên revandin û tecawîz kirin. Ji bilî van sûcan bi dehan malên mêtîngeriyê bi destên hevkarê faşîzma Tirkiyê yên weke qeter, Kiwêt û komeleyên Filîstînî hatine avakirin û guhartina damografiya herêma Efrînê tê kirin. Li hember vê yekê ji neçarî gelê resen bê çare ma ye û di bin zexta dagikeriyê de nefes werdigire”.

“Di rewa kirina dagirkeriyê de hemû hêz û rêxistinên navnetewî hevkarin”

Herwiha Ednan Şêx Mihemed destnîşan kir ku li ser wehşiyeta faşîzma Tirkiye dewletên navnetewî çavên xwe girtine û wiha got: “Ji 6 salan ve dagirkeriya Tirkiyê bi awayekî pir rihet û rewa kiryarên xwe yên dagirkirinê li ser serê gelê herêmê pêk tîne. Ev guhartin û qirkirinên ku tên pêkanîn li ber çavên hemû cîhanê tên kirin. Lê belê rûxmî ku hemû pîvanên derveyî mirovî der heqê gelekî de tê kirin û ji cewher tên derxistin. Raya giştî û hêzên navnetewî ker, lal û kur in. Weke ku dagirkirina welatekî pir ji rêzê ye û tu hesab xwestin nayê xwstin. Di van pilanan de diyar dibe ku hemû hêz û rêxistinên navnetewî alîgirê dagirkeriya Tirkiyî ne û ji bo rewa kirina vê yekê hevkarin”.

Ednan bi van gotinan axaftina xwe bi dawî kir: “Em banga tavahî rêxistinên navnetwî yên ku mafê mirovahiyê diparêzin dikin ku, li hember binpêkirin û sucên di Efrîn û herêmên dagirkirî de tên kirin xwe berpirisyar bibînin û bi erkên xwe rabin”.