Rojnameya Ronahî

Rêwîtiya şervanekî heqîqetê

Idrîs Henan

Kesayeta li gorî pêdiviyên teşegirtina jiyana xwe tevbigere, heqîqet bi xwe re ava dike. Berovajî; kesayeta li gorî heqîqeta xwe jiyan neke, xwe înkar dike û li derveyî pêdiviyên teşegirtinên jiyanî, bi berovajiyan re yekirin û xwehomojenkirin e. Yanê; ji rêya xwezaya civakê derketin e. Bi gotinek din; her tespîtek, hebûnek, statuyek û pozisyonek derveyî çarçoveya tiştan de were destgirtin, dûrketina ji heqîqet ye. Lew re jî mirov di oxira wê de can dibexşîne û fena ebdalekî dikeve ser rêya lêgerîna li heqîqetê.

Ji bona ku mirov bibe rêwiyê heqîqetê jî, pêwîste şoreşgerek bi heyvanê exlaq, polotîk re hatibe strandin. Ji ber ku cewherê şoreşgeriya ku cudabûnê qebûl dike heqîqet e. Ji bo gihandina wê jî rêwiyên bi xwezaya civakî re bûne rastiyek ku yekparebûna mirov û civakê esas digirin gerek in. Ango; pêşengên ku tarîtiyê ronî bikin, rêya azadiyê nîşan bidin, bi xwîn û xwêdana xwe, damarên kokên ziwa bivejînin û ji nû ve jiyana rast a bi xwezaya mirov û civakê re yek parç ye, biafirînin. Bi gotinek din; milîtanên pêşeng ên xeta jiyana azad in ku pêvanên serkeftinê li gorî felsefeya hebûna bi rûmet raber dikin. Belê; ew in şoreşgerên Ragihandina Azad, siwarên heqîqetê û lingê tendirust a civaka exlaq û polotîk in.

Xeta ku bi Mazlûman re dest pê kiriye, bi Gurbetellî Ersoz, Nûjiyan Erhan, Denîz Firat, Qasim Engîn û Dozdar Hemo re dewam kiriye, bi Seyîd Evranan re jî gihaye lûtkeyê û ber bi mutleqbûnê ve gav avêtiye. Veguheriye hêza bingehîn a hevaltî, têkoşîn û serkeftinê. Heval Seyid Evran bi taybetmendî û hefîzeya xwe ya keda dehan salan, cihekî giranbuha tije wate li her derê xebat kiriye, girtiye û nirxên têkoşîna azadiyê û destkeftiyên gelan parastiye.

Rêheval Seyîd li her dera maye bûye xwedî muhr û eserek li pey xwe hiştye. Ji xwe di nameya xwe ya dawî de, ev yek baş vegotiye: Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyê, ji Ûrmiyê het Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin.

Îro jî keda heval Seyîd daye berbiçav e ku li pey xwe artêşek ragihandvanên heqîqetê hiştiye. Xwedî wê rola mezin a sazûmankirina wê artêşê ye ku li dijî çi cureyên paşverûtî û kevneperestiyê, berxwedana heqîqetê birêxistin kiriye û ala ku ji bapîrê xwe wergirtiye, dest bi dest, mil bi mil, li jor hiştiye.

Ji bona ku ragihandin li gorî pêdiviyên teşegirtinê bi heqîqeta ku Seyîd Evran û hevrêyên wî avakirine re bibin yek beden, pêwîste xwedî li milîtanî û şoreşgeriya Seyîd Evran derkeve û şopdarê xeta ku wî nexişandiye be. Rêheval Seyîd ji bo kêliyên jiyanê bi wate bike, têkoşînek mezin raber kiriye. Bê guman dema ku heval Seyîd di peyama xwe ya dawî de gotye: “Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez Kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn” ravekirina herî guncaw û rast a rêwîtiya şervanekî heqîqetê ye.