Rojnameya Ronahî

Armanca şerê taybet qirkirina civakê ye

Deriya Çiya/Qamişlo

Cîhan Husên Qomîteya têkiliyên doblomasî ya TEV-DEM diyar kir ku dagirkeriya Tirk di kesayeta jin û ciwanan de Şoreşa Rojava dike armanc û got, dagirkerî bi riya teşwîqkirin koçberiyê dixwaze Şoreşê têk bib e.

Wekî tê zanîn Şerê taybet bi gelek rêbazan tê meşandin û (şerê psîkolojîk, şerê sar, şerê nerim, şûştina mêjî û hwd) digre nava xwe. Dema gotina şer tê gotin şidet, dijwarî û kuştin tê bîra mirov. Lê şerê taybet berûvajî wê ye, li rex şidetê û dijwariya fîzîkî her rêbaz tê bikaranîn ji bona ku kes û civak were parçe kirin û bê parastin bimîne. Şerê taybet civakê dike di nava xeflet û rewşeke ku ew xwe nizane ku çi jiyan dike û ne di wê ferqêdeye ku çi li ser tê meşandin û xwe bi çi rengî ji rewşa ku têde jiyan dike derbêxe. Ji ber wê gelek caran ew bixwe dibe amûrê xizmeta armancên dijmin. Dîroka pêkanîna rêbazên şerê taybet ne nû ye. Lewra şerê li hemberî xistina mêjî û kolekirina mirov, xwediyê dîrokeke kevnar e. Lê em dikarin bêjin ku ev şer rêbaz û şêwazên xwe li gorî merc û rewşên heyî diguherîne.

Piştî herdû şerên cîhanê ku bi milyonan mirov bûn qurbanî. Dewletên kapîtalîst dîtin ku wê nikaribin beramberî hêz, vîn û îradeya gelan temenê xwe bi şideta fizîkî dirêj bikin û serdestiya xwe bisepînin û berjewendiyên xwe bi dest bixin. Ji ber wê amûrên ku mirov bi kar tînin weke zanist, teknîk, spor, tendirustî, zayendî û hwd. Tev kirin bin kontrola xwe. Dewletên kapîtalîst, ji bo guhertina mêjiyê mirovan, dûrxistina wan ji armanca wan a sereke û mijûlkirina wan bi tiştên bêwate, şerê taybet pêş xistin.

Girêdayî şerê taybet yê ku li ser civakê û di serî de li ser jin û ciwanan tê meşandin û ji bo berfirehiya mijarê Cîhan Husên Qomîteya têkiliyên doblomasî ya TEV-DEM ji rojnameya me re axivî.

‘Şerê taybet civakê dike armanc’

Cîhan Husên Qomîteya têkiliyên doblomasî ya TEV-DEM, da zanîn ku bi vî şerê ku niha tê meşandin dixwazin fikirê serokatî yê ji bo demuqrasiyê pûçbikin û bi hemû awayî bingeha civakê dikin armanc û wiha got:” Em dibînin ku îro bi meliyonan mirov li dov vî fikirê demukrat yê ji bo aştîiyê û azadiyê kom bûne. Ji ber vê yekê sistema serdestê cîhanê bi hemû rêbazên gemar û qirêj li hemberî remanê Rêbertî yê ji bona azadî û demukrasiyê şerekî bê sînor dide meşandin. Herweha.”Dijmin di hundirê vî şerî de dixwaze destkeftiyên kurdan tune bike û bi taybet destkeftiyên ku li Rojava pêkhatine. Ji ber wekî em dizanin ku şoreşa Rojava bû xwediyê destkeftiyên pir mezin, ne tenê ji bo gelê kurd, lê ji bona tevahî mirovahiyê  jî bû hêviya azadiyê. Dagirkerî dixwaze bi riya şerê taybet destkeftiyên ku pêkhatine ji holê rakin. Li hemberî planên şerê taybet yê ku li ser civakê tê meşandin, gel bi hemû hêz û vîna xwe di nava berxwedanê de ye, û li ser bingehê şerê gelê şoreşgerî wê gel li berxwe bide û bi ser bikeve. Herweha heya ku em vî şerê taybet pûç bikin pêwîste ku em xwe bi remanê Rêber Apo gurçûpêç bikin û bi şev û roj di nava kar û xebatê de bin.

‘Dagirkerî hemû rêbazên şer li ser civakê dide meşandin’

Cîhan Husên diyar kir ku dagirkerî li kêleka êrîşên leşkerî, şerekî taybet jî li ser civakê dide meşandin û got: Qoaxa ku niha em têre derbas dibin qonaxa şerê cîhanê yê sêyemîn e, û di vî şerî de kesê ku tê hedef girtin hemû kurdin, ji ber ku kurd xwedî nasname, hêz, îrade û fikrekî demukratin. Ji ber vê yekê jî şerekî mezin li hember gelê Kurd di vê qonaxê de tê meşandin, dixwazin civak bê îrade, bê hêz û hebûna wî ji holê rakin.

‘Di şerê taybet de jin û ciwan zêdetir tên hedefgirtin’

Dewleta Tirk a dagirker bi tevahiya hêza xwe ya leşkerî êrîşên hovane li ser herêmên bakur û Rojhilatê Sûriyê dide meşandin. Di nav de jî şerê taybet li ser jin û ciwanan bêhtirî xwe dide meşandin. Ji ber ku jin û ciwan bingehê civakêne û ji bona vê yekê di serî de bi riya madeyên hişbir, torên medyaya civakî, belavkirina fihûşê û teşwîqkirina ciwana li ser koçberiyê dixwazin vê civakê têk bibin. Herwiha wek em dizanin di demên berê de jin tenê girêdayî mal û karê malê bû, lê roja me ya îro bi saya fikirê Rêber Apo jinê cihê xwe di nava hemû kar û xebatan de girtiya. Ji ber vê sedemê dagirkerî û bi riya şerê taybet di serî de jin û ciwanan dike hef û dixwaze bi riya vê yekê jî li ser civakê qirkirineke çandî pêkbîne.