Rojnameya Ronahî

Sîstema netewdewlet

Ehmed Hesen

Li gorî gelek lêkolînvan û dîrokzanên weke Stîvên Wîber, Dêvîd, Widword û Mîşêl Foko dewleta netewe tu carî di encama bikaranîna polîtîkayê de derneketiye, ango polîtîka bi xwe ne jêdereke ku ji aliyê sîstema dewletê ve derketiye, herwiha rêber APO vê rastiyê bi gotina “dewlet sînordarkirina  azadiyan e” teqez dike ku dewleta netewe şaxê  bingehîn ê pêşxistina pirsgirêkên civakî ye, ez dikarim destnîşan bikim ku sîstema dewleta netewe encama bîrdoziya navendî ya pênc hezar sal e ku weke gilokeke pirsgirêkan e, kêlî bi kêlî  mezin bûye û çînîtî di hemû hûrgilîyên civakê yên çandî de çêkiriye, mirov vê sîstemê bi zihniyeta baviksalar a pênc hezar sal ve girê bide wê dihatir nêzî heqîqetê be, ji ber ku çavkaniya xwe ji  zihniyeta zilamsalariyê ya ku her heyîneke rihber biçûk dixîne û wateya wê ji dest dide, dike mîna amûrên objeyî çawa bixwaze dîzayîn dike.

Rêber APO dewleta netewe weke xwedayê bi maske yê ku daketiye ser rûyê erdê pênase dike ev tesbîteke bê qusure û di cih de ye, ji ber ku bi qasî ku rola baweriyên yekxwedayî û serdestiya dêran ji dest çûye, ewqas jî sîstema civakan ber bi navendbûyînê ve hatiye birin, ango polîtîkaya parçe bike û bi rêve bibe ketiye meriyetê, di dîrokê de bi qasî dewleta netewe tu sîstemên yekdestdar nikarîne civakan ji nasnameya wan bê par bihêlin û bikin bê hebûn,ji wê zêdetir ji xwezaya civakî bê par hiştine, çawa ku di efsaneyên Sumerî de jin  weke ku ji parsûyên zilam çêbûye hat pênasekirin di sîstema kapîtalîzmê ya roja îro de jî azadiya ferd û civakan bi dirûşmeya dewleta netewe li ber destara asîmîlekirinê ket û hate hêran, di bin navê sîstema dewleta netewe de nirxên civakan, azadiya civakan, pergala exlaqî ya koma mirovan bi bombeyên nîjadperestiya çors têne îmhakirin,silogana yek netew, yek ziman,yek ol û di bin serweriya sîstemeke şoven de dawî li azadiya ferd û civakê aniye û daye pişaftin, ji vê zêdetir di bin navê azadiyê de koletiya mezin, di bin navê sosyalîzmê de nîjadperestî,di bin navê parastinê de heya dawiyê qirkirina çandî û fîzîkî bûne para civakên bê qabîleya xweparastin û polîtîkayê, sîstema dewletê van hemûyan dike maskeya rûyê xwe yê veşartî û bi zagonên dûrî rêgez û pîvanên civakî cîla dike û dipejirîne, di heman demê de berhemdarê yekemîn e ku ji sîstema kapîtalîst a gilobal re xizmeteke heya dawiyê pêşkêş dike, gava derî li protestokirin û redkirinê vedibe û hêza wê ya polîtîkayê têrê nake ku rewşê aram bike serî li bikaranîna hemû cure teknîkên leşkerî dide û hêza hesin bi kar tîne, ev yek hem qeyranên fîzîkî bi xwe re tîne û hem jî hewîrdor û binesaziya heyî hildiweşîne, ji ber vê yekê jî çare namîne û bi xwe jî  têk diçe,têkçûna wê bi destpêkirina serhildanên  gelên çîna piroleter, karker û azadîxwazan temam dibe, ji ber ku tu hêz bi qasî hêza gelê xwedî însîyatîfa berxwedanê û xweparastinê tunene ku karibin xwe li ber ragirin,lê ger ku hêza civakê ya derxistina pirojeyeke xweparastin û xwerêvebirinê nebe ne dikare zordariya sîstemê têk bibe û ne jî dikare şoreşê bi ser bixe,bi vê yekê wê xwekujiyeke mezin bi ser xwe de bîne û bi qirkirina mezin re rû be rû be.