Rojnameya Ronahî

Kamîran Berwarî: Aloziya başur û riya çareseriyê

Elî Roj

Mamosteyê Zanîngeha Dihokê Kamîran Berwarî diyar kir ku hikumeta heyî ya Başurê Kurdistanê xizmeta gel nekiriye û heger hikumeteke hevgirtî ya teknoqrat were avakirin, çareserkirina pirsgirêkên li gel Bexdayê wê pêkan be. Li ser êrişên dewleta Tirk û hedefgirtina siyasetên medarên Kurd û bi taybet nûnertiya KNK’ê li Hewlêrê got hikumeta Başur ji parastina hemû siyasetmedarên kurd berpirsyar e. Berwarî, di dawiyê de jî got ku çareseriya dozê bi azadiya Rêber Abdulah Ocalan pêk tê.

Berwarî derbarê aloziya di navbera hikumeta Başurê Kurdistanê û hikumeta Bexdayê, herwiha êrişên dewleta Tirk li ser Başurê Kurdistanê û hin mijarên din ên girêdayî parastina destkeftiyên gelê kurd, pirsên rojnameya me bersivandin.

Hevpeyvîn wiha ye:

1-Girêdayî rewşa dawî li başurê kurdistanê û bi taybet jî êrişên dagirkerên tirk li ser başurê kurdistanê û heremên berxwedanê yên gêrîle û hevkariya PDK’ê ya raste rast û işkere bi dagirkeriya tirk re, hûn vê yekê çawe dinirxînin û ger rewş wisa dewam bike wê rewşa heyî berû kûve biçe.

Di sala 1983’an ve û heta niha aloziya di navbera Başur û Bakur de berdewame û di sala 1992’an  û 1995’an de derket asta herî jor. Ji wê demê ve hevkariya di navbera Başur û dewleta Tirk de berdewame, ew jî derbeke mezin li dijî destkeftiyên tevahî Kurdistanê ye.

Hêza ku di 13’ê meha 9’an de ew hêzên çûne li herêma Sîdeka, tu têkiliya wê bi Artêşa IRaqê re nîne. Li wir lêdaneke yekser di navbera pêşmerge û Gêrîla de çêbike. Dewleta Tirk ji mêj ve hewl dide şerekî di navbera pêşmegre û Gêrîla de derbêxe. Ew pirojeya dewleta Tirk serneket. Ji lewma niha hewl didin bi riya Tirkiyê, Iraq û Îranê wê nexşeya xwe pêk bînin şerê kurdan derbixin.

Nexşeya sedsala derbasbiwî bi dawî bû, niha dixwazin nexşeya sedsala 21’an derbixin, Ew dizanin dema kurd di yek sengerê de bin ew nikarin li dijî hêza kurd şer bikin. Me dît li Kobanê, Kerkûk û Şengalê dema gelê kurd bi yek destî li dijî êrişkaran şer kirin.Hêzên cîhanî û herêmê jî wê demê neçar dimînin hevkariyê bikin. Ji ber wê îro ji kurdan tê xwestin yekîtiya xwe pêk bînin.

2-Di sala 2017an de li başurê kurdistanê refirandom hate çêkirin û di encama vê siyaseta şaş de gelek herêm ji dest kurdan hatin derxistin, rewşa di van rojên dawiyê li kerkûkê tê jiyankirin heman rewşê tîne bîra mirov, hûn vê yekê çawe dinirxînin.

Rewşa di sala 2017’an û 2023’yan de heta radeyekê wekî hev in, Gelek tiştên hevbeş di nav herdû planan de hebûn. Ji ber gelek hêzên herêmê destê xwe avêtine wê. Rêveberiya Başurê Kurdistanê di sala 2017’an de şaştiyek mezin kir û refirandom pêk anî û di encamê de 32 ji xaka Kurdistanê ji dest da.

Ji Kerkûkê heta Dêrazorê hêzên herêmî û navdewletî destê xwe tê de hene, di hemû planan de jî armanca wan ew e ku gelê kurd xaka xwe ji dest bide. Ew dixwazin dijminên Kurdistanê destê xwe deynin ser wê axê.

3- Li gorî ku tê xuyakirin ku PDK’ê dixwaze bi hevkariya tirkiyê tevahiya başurê kuristanê têxe di bin serwereiya xwe de. Li hemberî vê yekê di serî de erkên ku dikeve ser milê YNK’ê û partiyên din çiey.

Di van deman de erkên dikeve ser milê YNK’ê û partiyên din ên Kurdistanê ew ji aliyekî ve di navbera PDK’ê û PKK’ê û KCK’ê de çûn û hatinê vebikin û gotûbêjên di navbera wan de çê bikin. Ji milekî din ve jî hemû alî li dijî aliyê ku dibe sersebebê şer û pevçûnên di nava kurdan biseknin.

YNK’ê li Rojava, Şengal, Kerkûkê û herêmê din dikare roleke erênî bilîze, ji ber heta astekê baş kadroyên wan û xebatkarên wan hene û cemawerên girêdayî wan li her derê hene. Ew bi partiyên din ên Kurdistanê re dikarin PDK’ê nçarî danûstendinan bikin û bihêlin bi aliyê dîplomasî û siyaseta netewî ve gavan bavêjin.

4-Ji bona hevrêziya kurdî pêkwere heyanî neha çi hatiye kirin û pêwîste ku çi were kirin ji bona ku hevrêziya kurdî li ser erdê pêkwere.

Piroje hene, wekî KNK’ê ji bo yekîtiya Kurdî, bi taybet konfiransa ji bo Lozanê gelekî serkeftî bû, 650 kesayetên bi bandor beşdar bûn û bandora wê hebe. Niha jî ji bo Yekîtiya Kurdan kongreyeke mezin lidar bixin û bang li hemû partiyên siyasî yên Kurdistanê bikin, heger hatin tiştekî başe, lê heger ne hatin mirov wan ji nav yekîtiya kurdî derbixe.

5- peywendiyên hikumeta herêmê û hikumeta navendî ya Iraqê di çi astê de ne û ji bona çareseiya pirsgirêkên heyî riyên çareseriyê çine.

Peywendiyên hikumeta Başur û Hikumeta Navendî di asteke herî xirab de ye. Heya niha me wekî Hikumeta Başurê Kurdistanê tiştek ji gelê xwe re ne kiriye. Divê em hêza xwe ji gelê xwe re pêk bînin û hikumetek bi hêz û yekîtiya xwe pêş bixin. Me hêza xwe û aboriya Kurdistanê derxistiye derve. Heger ew pereyên li derve têne xerc kirin di xizmeta gel de ba, niha em ewqas hewcedarî hikumeta Bexdayê ne dibûn.

Pirsgirêkên kurdan li gel Bexdayê nayên çareser kirin, heger partiyên kurdî Yekîtî û hêza xwe pêş nexin. Dema partiyên Başur bighêjin wê baweriyê ku desthilata wan ne demokrasiye, ne niştimaniye û xizmeta gelê kurd nake. Desthilateke tu têkiliya wê bi gelê Başurê Kurdistanê re nîne. Di van 32 salan de hikmekî aqilane ji bo gelê herêmê ne hatiye kirin. Ji ber wê divê hikumeta Başur xwe ji gel re biçemîne û dest ji hikumetê berde. Ji ber niha hikumet nîne, heger hikumetek teknoqrat were avakirin, wê karibin li gel hikumeta Bexda yê hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin.

6-Êrişên Tirkiye bi hevkariya PDK’ ê li ser KNK’ê û li ser firokxaneya Erbede ya Silêmaniyê û armanca êrişan?

Êrişên li dijî kesayet, rêveber û fermandarên gelê kurd li Başûr û Rojava karekî dijminane,  Ev jî bi plan û stratejeyeke mezin tê kirin, dema layanê siyasî û leşkerî yên Kurdistanê têne tesfiyekirin, plana dijminane. Êrişa li dijî Balfirgeha Erbede ya Silêmaniyê û Êrişa li ser navenda KNK’ê ya Hewlêrê ku di saet 1.30’yê nîvro de li herêmeke ewle pêk hat, Hedefgirtina heval Denîz karekî teroristane ye û gelekî metirsyîdar e.

Ji ber dewleta Tirk him li Rojava, li Bakur û li Başurê Kurdistanê li beramberî gêrilayan şikestiye, ji lewma berê xwe daya bi karanîna çekên kîmyawî û çekên nukleyer û çekên qedexekirî li ser astên cîhanê, siyasetên sotandina erdê li dijî gelê kurd li her derê dide meşandin.

Careke din jî siyasetên girtin, tirs bikar tîne, wiha jî berê xwe dane bikaranîna diron û berê xwe dane tesfiyekirina şoreşger, siyasetmedar û kesên dikarin rêveberiya gelê kurd bikin, wiha jî dixwaze  bandorê li tevgera gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê bike.

Navenda KNK’ê bi rezamendiya Hikumeta Başurê Kurdistanê hatiye vekirin û ofîsa wan a li Hewlêrê fermiye û icazeya asayîşa herêmê û dezgehên hikumî hene, danûstandina wan bi hikumeta Herêmê re heye û Birêz Mesûd Barzanî dema serokê herêmê bû ew cih ji wan re hilbijartiye. Divê hevalên li wê derê yên KNK’ê û hemû nûner û xebatkarên sazî û dezgehên din ên Kurdistanê çi nûnerên HDP’ê, çi yên Rojava li vir gerek parastî bin. Berpirsyariya ewlekariya wan ji partiyên desthildar ên Başurê Kurdistanê tê xwestin.

Êrişa bi dironan a li dijî gelê kurd gelek metirsîdar e û roj bi roj ê kîn û nefreta gelê kurd li djî dijminan hîn zêdetir dike. Di heman demê de hêrsa gelê kurd ji bo azadî û demokrasiyê hîn zêdetir dibe, wê hîn berxwedan û tekoşîna gelê kurd ji bo statuya Kurdistanê zêdetir bike.

Xala pir stratejî divê em bizanin ku gelê kurd tekoşîna ji bo azadiya Kurdistana mezin baş bizanin û vê doza bi Amrîka, Fransa, Birîtaniya û hemû aliyan re bidin zanîn. Di heman demê de divê Ew welat û di serî de Serokê Amerîka komkujî, sûc û jinosaytên li dijî gelê kurd têne kirin, nas bikin.

Bi taybet niha hêzên kurd li Rojava û Başurê Kurdistanê hevkarên Koalsîyona Navdewletî ya li dijî DAIŞ’ê ne. Bêyî kurdan jî ne mumkin bû ku karîbana DAIŞ’ê Tune bikin. JI ber wê jî durûtî nabe li aliyekî kurdan dixin lîsteya terorê û li aliyê din jî hevkariyê bi wan re dikin. Ji kurdan tê xwestin li ser vê mijarê baş kar bikin, nîfaqa wan êdî nema tê qebûl kirin.

Çareseriya dawî jî ew e ku gereke Amerîka, Fransa û Birîtaniya ye, ew jî azadkirina Abdulah Ocalan e pêkwere û derxistina hemû rêxistin û tevgerên Kurd ji lsîteya terorê ye.