Rojnameya Ronahî

Qelembazê şoreşa azadiyê

 Zozan CIZÎRÎ  

 Wateyek heye di jiyana mirov de, ne bi pereyan tê kirin, ne jî bi qesr û qonaxên şemildar tê guhertin. Mirov ku dibe stêrk û li asîmanê dilê gelê xwe, li bilindiya çiyayan bi dilpakî hebûna xwe bi cih û berçav dike! Wateya Jiyana Nemir, Qelembazê Şoreşa Azadiyê rêheval Seyîd Evran…

Rêheval Seyîd wek rêwiyek dilpak bi pênûs û kameraya xwe ya ronahî dida ser jiyan û têkoşîna gerîlayên Kurdistanê, rastiya şerê li Kurdistanê digihand cîhanê. Di vê rêwîtiya xwe de mil bi milê şervanan, fermandaran meşiya di wan xaçeriyên asê û rengîn ên çiyayên Kurdistanê de. Di şer de peyamnêrekî cengawer, di jiyanê de rêhevalekî dilnizm bû. Bi taybetî ew Lawkê Amedî yê esîl û dilpak rêhevalê azadîxwaz ê jin bû. Jiyana jina têkoşer her bi baldarî dişopand, bi rêzdarî li civatên wan rûdinişt. Jiyana gerîlayên jin wek nepeniya çiya dadiwerivand hundirê xwe. Ji ber azadî di vê meşa jin a li çiyê de veşartî ye. Lewre rêheval Seyîd di nivîseke xwe de bi gotina “Eger rojekê hinek ji min pirs bikin û bêjin kesên riyên herî dirêj ên cîhanê dimeşin kî ne, ez ê bêy dudilî bibêjim gerîla ne. Û ez ê li ser zêde bikim û bibêjim, di destpêka vana de jî gerîlayên Kurdistanê tên. Bi rêwiyên van rêyan re jiyankirin jî, jiyanek cuda ye.” Di vê rêwîtiyê de wekî gelek caran behsa rêhevaltî, dostanî, ken, nêrîn û henekên gerîla dikir, ev dibû çavkaniya jiyan û peyamnêriya Wî. Lewma her ku diket riyekê kenê bedew ê gerîla, nêrandinên wan ên şîrîn li ser dilê xwe dinexişand û bi vê watedariyê ber bi rêwîtiyên nû ve gav diavêt.

Rêwîtiya gerîla elbet wek berdewama rêwîtiya bapîrê Wî yê serhildêr a dîrokî nûjen bibû. Xem û hesretên bapîrê xwe yê serhildana wî bi komkujiyê hatibû tepisandin, vê carê hêvî çêbû ku bi pêngavên Şoreşa Azadiyê bigihîne serkeftinê. Û ev Şoreş ne tenê ji bo bajarek an jî parçeyekî Kurdistanê bû, azadiya her çar beşên Kurdistanê dabû ber xwe. Her wisa dilê rêheval Seyîd di her kêliya şoreşê de ji bo her çar beşên Kurdistanê lê dida û tu sînorek ji xwe re nedikir rêgir.

Wekî di peyama xwe ya herî dawî de eşkere dike meha Îlonê ya ew xemgîn kirî, em jî ketin nava xemên giran. Xemgîniya wî ya li ser meha Îlonê taybet xemgîniya li ser rêheval Şûkrî (Yasîn Bulut ku 17’ê Îlona 2021’ê li Silêmaniyê bi destê çeteyên MÎT’a Tirk hatibû qetilkirin) bû. Rêheval Seyîd û Şûkrî bi hêvî û bawerî du rêhevalên dildost û dilpak ên vê rêwîtiya azadiyê bûn. Rêheval Şûkrî çawa bihîst nexweşiya dil li hevalê Seyîd der bûye xemek giran xwar û xemeke herî giran a rêheval Seyîd jî xebera şehadeta hevalê Şûkrî bû. Di vê meha Îlonê de herduyan xem û xweziyên xwe kirin yek, wek Stêrkên Geş li nav asîmanê welatê azad xwe bi cih kirin û peyama serkeftinê bilind kirin.

TU NAMIRÎ, TÊ HER BIJÎ QELEMBAZÊ ŞOREŞA AZADIYÊ!