Rojnameya Ronahî

Jin bi keda xwe baweriya civakê qezenc kiriye

Hemza Sêvo/ Qamişlo

Yek ji pirojeyên Nivîsgeha Jinê ya ku di sala 2014’an de li Tirbespiyê hat pêkanîn; kargiha Rojava ye. Têkildaî vê yekê jî Rêvebirê wê Ebdula da zanîn ku amanca sereke ji pêkanîna pirojeyeke wisa peydakirina derfeta kar ji bo jinên navçeyê.

 Firin û Şêrîngeha Rojava ya li navçeya Tirbespiyê yek ji kargehên ku di sala 2014’an de hatiye vekirin. Ku weke pirojeyeke ji aliyê Nivîsgeha jinê ya Şaredariya gel ya Tirbespiyê û welatiyekî bi navê Mihemed Ebdulla ve hatiye pêkanîn.

Armanca vekirina firin û şêrîngeha Rojava

 Rêveberê Şêrîngeh û firna Rojava, Mihemed Ebdulah, di derbarê armanca vekrina vê kargehê de wiha axivî:”Şêrîngeh û Firna Rojava pirojeyeke ku bi hevkariya Nivîsgeha Jinê ya Şaredariya Tirbespiyê di sala 2014’an de hate vekirin. Armanca sereke ji pêkanîna pirojeyake wisa peydakirina derfeta kar ji bo jinên navçeyê. Herwiha pêşxistina aboriya jinê û hîn bêtir jin bi xwe karibe pirojeyên xwe yên abûrî pêşbêxe. Li aliyekî din jî hebûna kargeheke wisa li Tirbespiyê derfetê kar û xebatê ji bona jinan vedike. Kargehên weke Kargeha Rojava li Tirbespiyê kêmin û şêniyên Tirbespiyê şêranî û hwd ji firoşghên taybet bi buhayekî bilind dikirin. Ji ber vê yekê ev piroje bi alîkariya Nivîsgeha Jinê hat pêkanîn. Destpêka ku ev kargeh hat vekirin gelek jinan cihê xwe têde digirt, lê niha ne weke salên derbasbûyî ye. Îroj dîse jinên ku baweriya wan bi hêz û vîna wan heye, li vê kargehê dixebitin û hînî vî karî dibin”

Awayê kar û berhemên ku li kargehê tên çêkirin

Ebdulah têkildarî kar û berhemên xwe wiha anî ziman:” Kargeha me bi hemû hêz, şiyana xwe her tim hewil dide ku berhemên xweş û paqij çêbike. Me berî niha tenê nanê şêrîn, bêtîfor, beraziq û hwd… çêdikir. Bi piştî wê li gel çêkirina tiştên ku berê me çêdikirin, me dest bi çêkirina hemû cureyên şîranî jî kir. Nimûne weke çêkirina herîsê, kinafê û hwd… Em kel û pelên pêwîst ji Qamişlo bi dolar dikirin û berhemên ku tên çêkirin, bi leyreya Sûrî difiroşin.

Di heman demê de jî buhayê berhemên me ji yên firoşgehên taybet kêmtir e. Em di vê kargehê de ji bilî roja înê, her roj ji seat 5’ê berbangê heya seat 1’ê sibehan kar dikin. Herwiha em bi riya awayê firotina dilîverî jî berhemên xwe li ser asta herêma Cizîrê difiroşin. Di kargehê de 8 kes kar dikin, ji van 3 jin weke karker û firoşkar dixebitin. Karkerek pispor ji bo çêkirina şêranî û tiştên din kar dike û karkerên din jî hem alîkariya wî dikin û hem jî hînî vê pîşeyê dibin. ”

Astengiyên kar û pirojeyên siberojê

Rêveberê Şêrîngeh û firna Rojava, Mihemed Ebdulah girêdayî astengî û pirojeyên xwe wiha got:”Astengiya ku gelekî bandor li karê me dike bilindbûna nirxê dolar e. Ev yek jî dihêle ku em rastî pirsgirêkan werin. Yek ji van pirsgirêkan kêmbûna asta firotina berheman e. Piştî bilindbûna nirxê dolar di vê dema dawî de şêniyên Tirbespiyê bi sedema rewşa aborî ya zehmet êdî kirîna wan ji berhemê kargehê re kêm bû ye. Wekî din jî alavên me yên ku berhem bi riya wan têne çêkirin kêm in û pêwîstiya me bi hin alavên din heye. Ev hemû astengî bandoreke neyînî li awayê kar dike. Lê tevî van astengiyan jî kar û xebata me bê navber dimeşe. Di heman demê de jî em dixwazin ku vê pirojeyê hîn zêdetir pêşbixin. Di dema niha de em hewil didin ku karê xwe berfireh bikin û pirojeyeke wisa li bajarê Qamişlo jî pêkbînin.

Pêwîste ku jin tu astengiyan li pêşiya xwe nebîne

Jina kedkar ya bi navê Nisrîn Salih di derbarê karê xwe de wiha axivî:” Ez  weke jineke kedkar min cihê xwe di nav karê vê kargehê de girtiye û ev bû 2 sal ku li vir kar dikim. Min destpêkê karê paqijiya vir dikir û ev bû nêzî mehekê ye ku min xwe fêrî çêkirina şêranî, nanê şêrîn û hwd… kiriye. Hatina min a vê kargehê ji ber hezkirin û xwesteka min ya ji bo fêrbûna vê pîşeyê bû. Di heman demê de ji bona ku ez di milê abûrî de rewşa xwe û malbata xwe hîn baştir bikim. Tişta ku hêz û vîna min xurt kir da ku ez kar bikim piştevaniya Rêber Apo ya ji bo jinan e. Ku Rêbertî her tim dixwaze jin li gor xwesteka xwe kar bike û tevbigere, herwiha bindest nemîne. Ez weke jineke kedkar bang li hemû jinan dikim ku tu astengiyan li pşiya xwe nebînin û bi xwe bawerbin û cihê xwe di nava hemû kar û xebatên ji bona avakirin û pêşxistina civakê bigrin.