Rojnameya Ronahî

 pêşengiya civakê bi aboriya Jin pêkane

Deriya Çiya/Qamişlo

Bi şoreşa Rojava re, jin weke ku di nava hemû kar û xebatan de cihê xwe girt, di kar û xebata abûrî de jî û di asta pêşengtiyê de cihê xwe girt. Jin bi riya piroje û kopratîfên xwe aboriya civakê pêş xist.   

Wek ku tê zanîn bi şoreşa Rojava re, rewş bi giştî hat guhertin û bi taybet jî rewşa jinên ku bi hezar salan di bin zilm û zordariya hişmendiya serdest de jiyan dikir û ji gelek mafên xwwe yên bingehîn bê par diman. Lê piştî şoreşa Rojava û avabûna sistema rêveberiya xweser jin bi awayekî azad û wek hev dijî û di hemû warên civakê de cihê xwe digire. Herweha di karê abûrî de jî jin bi rengekî aktîf cihê xwe girtiye û bi 100an pirojeyên serkeftî û kopratîf avakirine û bi awayekî serkeftî xistine bin xizmeta civakê de.

Hediya Elî hevseroka Desteya Aboriya herêma Cezîrê girêdayî jin û abûriyê bi awayekî berfireh ji ronjameya me re axivî.

Şoreşa Rojava deriyê jiyanê li pêşiya tevahî jinan vekir ye

Hediya Elî hevseroka Desteya Aborî ya herêma Cezîrê derbarê Kar û xebatên jin yên di hundirê Desteya Aborî de, ji destpêka avakirina rêveberiya xweser ve heya roja îro wiha nirxand:” Beriya şoreşa Rojava û li gor sîstema rejîma Sûriyê, ku bi her awayî mafê jinan diçewisandin, û nedhiştin ku jin ji bilî karî malê tu tiştê din bike. Lê bi hatina şoreşa Rojava re rewş bi tevahî hat guhertin û bi taybet jî rewşa jinan, êdî jin bi awayekî hevbeş tevlî hemû qadên civakî, siyasî û aborî bû.” yekemîn car dema ku desteya aborî hat avakirin di çarçoveya felsefeya Netewa Demukratîk û bi perwerdeyên ku hatin dayîn hîn bi rengekî baştir jin di milê rêbazê xebatkirin, çawaniya pêşxistin û birêvebirina kar û xebata ku tê meşandin û bi rengekî aktîf cihê xwe girt. Çawa ku di civakê de cara yekem jin karî van pirojeyan damezrîne, û bi rêve bibe, di vî milî de jî gelek xebat û perwedeyên meslekî û hizrî jî hatin dayîn.

‘Bi riya van koperatîfan aboriya civakê tê xurtkirin’

Hediya Elî di berdewamiya axaftinên xwe re wiha got:” Li gor ferq û cudahiya ji sala 2014’an heya 2017’an, û ji 2017 heya 2023’an wek du qonaxan bû, qoaxa damezerandin û qonaxa avakirinê. Qonaxa  damezrandinê me bi hin zehmetiyan derbas kir, ji ber ku tu zihniyetekê hildiweşîne û li beramberî wê yeke nû ava dike, lê ew jî bi tekoşîn û berxwedaniya mezin ya Rêveberiya Xweser, di milê diblomasî, siyasî û bi taybet jî di milê civakî de hat meşandin. Ji ber ku zihniyet destpêkê dive di milê civakî de were guhertin, piştre wê jî wê ji hemû milî ve guhertin çêbibin, çawa tu yê vê pirojeyê radestî milet bikî û bi riya koperatîfan aboriya civakî xurt bibe.” Herwiha qonaxa avakirinê  ya ku niha em têde ne qonaxa herî girîng e, ku Rêveberiya xweser li ser lingê xwe di milê avakirina pirojeyan de pêşketineke ber bi çav pêkbîne û ev piroje bikevin bin xizmeta civakê de. Di milê rêveberiya xweser de, em dibînin gelek piroje û koperetîfên jinan çêbûne, da ku jin bi vê riyê karibe abûriya xwe ya serbixwe ava bike û pêşbêxe.

Pirojeyên jinan yê girêdayî kantona Hesekê

-komeleya Werdet alnîsan ya çandiniyê.

-Komeleya Avrîl ya terzî.

-Komeleya fitir, ku 9 jin tê de kardikin.

-Komeleya emel mexrûm. Ji 7 jinan pêk tê.

-Komeleya wadî elehmer. Ku jin ji bo pêwîstiyên rojane kar dikin.

-Komeleya tedamun elkerama.

-Firin cenar. Ji 9 karmendên jin pêk tê.

-Pirojeya terziya nû ya mentîqet alxezel.

 ‘Hazirî ji bo avakirina nexweşxaneyeke taybet bi jinan tê kirin’

Hediya Elî hevseroka Desteya Aborî ya herêma Cezîrê di dawiya axeftina xwe de diyarkir ku, rêveberiya xweser amedekarî ji bona pirojeya avakirina nexweşxaneya welidandinê dike, ku wê di demên pêş de were çêkirin. Ji kar û xebata jin û pirojeyên ku hatine pêşxistin tê xuyakirin ku jin heta çi astê kar û xebatê xwe bi rêxisitn kiriye û karê xwe bi rêk û pêk dike. Di heman demê de xebat ji bo perwerdekirina jinan li ser mekanîzma karê rêvebirina pirojeyan tê meşandin.