Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Sebrî Ok: Tişta ku li Îmraliyê Tê kirin polîtîkaya qirkirinê ye

30/09/2023
in NÛÇE
A A
Sebrî Ok: Tişta ku li Îmraliyê Tê kirin polîtîkaya qirkirinê ye
Share on FacebookShare on Twitter

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Endamê Konseya Rêveber a KCK’ê Sabrî Ok diyar kir ku hêzên Komploya Navneteweyî pêk anîn û sîstema Îmraliyê ava kirin, hîna di komployê de israr dikin û got,  tişta li Îmraliyê tê kirin ne hiqûq e, bi temamî polîkaya qirkirinê ye

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok ji ajansa ANF’ê re axivî.

Sebrî Ok diyar kir ku hêzên ku Komploya Navneteweyî pêk anîn û sîstema Îmraliyê ava kirin, hîna di komployê de israr dikin û wiha domand: “Li Îmraliyê disîplîn û sîstemek wisa hatiye avakirin ku ti tişt bi serê xwe çênabe. Kom û mejiyek taybet heye li sîstema Îmraliyê bi rê ve dibe. Wezîfeya vê komê ew e ku qirkirina Kurdan li Îmraliyê temam bikin. Di vî warî de tişta li Îmraliyê tê kirin ne hiqûq e, bi temamî polîkaya qirkirinê ye. Ji xwe armanca avakirina sîstema Îmraliyê jî ev e. Yan ti şîroveke din a vê tune ye ku Rêber Apo nêzî 3 sal in nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Bi ‘sûcê dîsîplînê’ henekê xwe bi nirx û psîkolojiya gelê Kurd, bi hiqûq, demokrasî û mafên mirovan dikin. Mirovek ku tenê li girav û hucreyekê de bê girtin, dê çawa sûcê dîsîplînê bike. Mirovek ku jê re hatiye qedexekirin ku name binivîse û têkîliyê bi derve re çêke û nikare bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike, wê çawa sûcekî dîsîplînê bike.”

Sebrî Ok wiha dewam kir: “Li Îmraliyê pêkanînek pir alî, xwedî gelek rêbaz û pir derexlaqî heye; têkoşînek dijwar didome. Têkoşîn îdeolojîk e, derûnî ye, îradeyî ye û polîtîk e. Eger mirov hîn zelaltir diyar bike, dewleta Tirk a qirker li dijî gelê Kurd û Tevgera Azadiyê polîtîkayek e hilweşandinê pêk tîne. Xwest destpêkê vê yekê li Îmraliyê bi ser bixe, lê nekarî. Rêber Apo tevî hemû zextên giran, li ber xwe da û polîtîkaya hilweşandinê pûç kir. Hêrsa mezin a dewleta Tirk a qirker ji vê yekê ye. Her wiha divê bê zanîn ku dewleta Tirk dewleteke bi gir û nefret e. Lê Rêber Apo êdî ne kesek e; bi milyonan kes e, jin û ciwanên berxwedêr e, gelên Rojhilata Navîn e, dengê hemû mirovahiya têkoşer e.”

Sebrî Ok derbarê xiyaneta PDK’ê ya li dijî hebûna gelê Kurd wiha got: “Em li dijî dewleta Tirk a qirker li her derê tê dikoşin. Efrîn, Serêkaniyê û Girê Spî ji aliyê dewleta Tirk a qirker ve hatine dagirkirin. Bi dehan baregehên leşkerî yên artêşa Tirk li Başûrê Kurdistanê hene. Bi balafirên biçek ên bimirov û bêmirov û yên şer her roj Başûr û Rojavayê Kurdistanê tên bombekirin. Xwezaya Kurdistanê û mirov tên qetilkirin. Li dijî hêzeke wiha ya qirker çi tevgereke bi navê Kurd hebe diyar e ku divê bi helwesteke çawa rabibe. Helwesta PDK’ê, bipêşvebirina têkiliyan bi dewleta Tirk a qirker re ye. Nexwe wê dewleta Tirk a dagirker, qirker ji ber sûcên ku li Efrînê kirine-dike wê teqez li dadgehên navteweyî bi sûcê şer bê darizandin. Lê ji ber helwesta hin komên xwedêgiravî Kurd ên bi PDK’ê re ku dagirkerî û qirkerî li Efrînê rewa dikin, dike ku ev zor bibe. Li Başûrê Kurdistanê jî rewş heman e. Ne ji ber helwesta PDK’ê bûye heta bi niha wê artêşa Tirk a qirker wê teqez li ber gerîla têk biçûya. Ya dihêle dijmin bêhna xwe bistîne, PDK ye.”

Endamê Konseya Rêveber a Koma Civakên Kurdistanê (KCK) Sabrî Ok  da xuyakirin ku ew ê têkoşîna xwe di hemû waran de ji bo parastina destkeftiyên Kurdan geş bikin û wiha got: ”

Bi qasê Kurdan tu gel bi gel û erdnîgarî parçe û dabeş nebûye. Ji wê boneyê Kurd ji her kesî bêhtir hewceyê yekitiya neteweyî ne. Ji berê ve ji vê polîtîkaya li ser Kurdistanê re ‘parçe û dabeş bike û bi rê ve bibe’ hatiye gotin. Ev polîtîka berdewam e. Bi tenê Kurd ku herî pir parçe û dabeş bûne, dûrê vê yekitiyê ne. Yekitiya neteweyî pir pêwist e. Nexwe ji bo çêbûna xerca yekitiya neteweyî bi kes û kom û partiyan re ku li ser xeta welatparêziyê bên hev, avêtina gavên pêwist li ser vî esasî ya herî rast û pêkan e. Em partî di vî warî de her tim bi fedakarî û perspektîfa herî berefeh tev geriyane. Ji niha û pê ve jî wê sekina me ya li ser esasê yekitiya neteweyî ya berdewam be. Em ê têkoşîna xwe di hemû waran de ji bo parastina destkeftiyên Kurdan geş bikin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.