Rojnameya Ronahî

Gelo dê Sûriye ji çiravê derkeve?

Zekî Bedran

Tevlîheviya li Sûriyê çareser nabe. Berovajî kûrtir dibe. Yek ji sedemên bingehîn ên pirsgirêka Sûriyê dagirkeriya Tirk û destwerdana li dînamîkên hundirîn ên Sûriyê ye. Dewleta Tirk qaşo dixwest bi Esad re bicive û çareseriyekî ji pirsgirêka penaber û “terorê” re bibîne. Esad diyar kir ku ji bo hevdîtinê çêbike divê dewleta Tirk leşkerên xwe ji herêmên dagirkirî vekişîne. Dewleta Tirk hewl dide bi zexta Rûsyayê Esad bi Erdogan re bide rûniştandin. Dewleta Tirk li hemberî daxwaza Esad meydan xwend û diyar kirin ku heta li Sûriyê çareseriyek çênebe venakişe.

Aliyê Tirk çareseriyek çawa dixwaze, tişta ji çareseriyê fêm dike çi ye? Ev weke çaleke bê biniye. Esad komên çeteyên çekdar ên Erdogan berkev kirine weke terorîst dibîne. Bi hezaran çeteyên çekdar, di bin navê SMO de ji aliyê dewleta Tirk ve hatine rêxistin kirin. Heman demê de weke alternatîfa B. Esad hikumeta demkurt ava kir. Ji derveyî vê dewleta Tirk  ji bo bestandina herêmên dagirkirî xebatên xwe didomîne. Ji aliyê dewleta Tirk ve DAIŞ, El-Nûsra û çeteyên di fermana wî de ne terorîst in. Ji bo dewleta Tirk a terorîst û dijmin QSD ye. Tişta ku faşîzma Erdogan ji çareseriyê fêm dike ji holê rakirina rêveberiya xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye, tinekirina QSD û YPG’ê ye. Piştî ku ev hêz tune kirin û qirkirina Kurdan temam kir, dê wê demê Îxwaniyan derbasî desthilata Şamê bike. Ev plan û destwerdana bi dilê Tirkiyê dê çareserî û aştiyek çawa bîne?

Yek ji sedemê din ê bêçareseriyê jî helwesta hikumeta Şamê ye. Rêveberiya Esad xebatên Lijneya Makezagona Cenevreyê naxwaz e. Sal derbas bûn û tu pêşketin çênebûn. Şam naxwaze bi ailyên jêre dibêjin muxalefet rûnê û makezagonekî ava bike. Lê ew bi xwe jî tu pêngavan navêje. Weke ku tiştek li Sûriyê çênebûye nêz dibe. Armanca wî vegera beriya 2011’an e. Halbûkî li Sûriyê wêranî, belavbûn û hejînên mezin çêbûn. Niha pêwîstî bi guherînên ku bibe bersiva rewşa heyî û henase bi gel bide standin heye. Rêveberiya Şamê dikare guherîna zagonan û makezagonê çêbike. Çêkirina reformekî hem dê rêveberiya Esad hem jî gelên Sûriyê rihet bike. Lê rêveberiya Esad difikire ku eger gavên demokratîk bên avêtin dê nekaribe pêşiya gel bigire û desthilata wî bikeve xeteriyê. Ev yek rêveberiya Esad bê tevger dihêle.

Li Sûriyê aborî têk çûye. Rêveberî riziyaye. Rizandin ne bi qada siyasî û îdarî ve sînordar e. Êdî civaka Sûriyê jî dirize. Kar tune. Her ku diçe Lîreyê Sûriyê nirx winda dike. Di destê gel de bûye kaxizek bê nirx. Heqdest ji bo debarê bê wate ye. Xwedî bandorek sembolîk û derûnî ye. Her ku pere nirx winda dike, nirxê sûkê bilind dibe. Her ku diçe kendalê nava xerçkirin û qezençkirinê bilind dibe. Tu hêvî û hêvîdarî jî li hemberî hilweşînê re nemaye. Hikumet tu pêşniyarê nada gel.

 

Hikumeta Şamê li aliyekî netewperestiyê hembêz dike, li aliyê din jî hewl dide rastiyan ji gel veşêre. Taybet jî li xwe danane ku herêmên Ereb beşdarî nava rêveberiya xweser bûne. Ji bo vê jî her tim hewl dide gelê Ereb rêxistin bike û tehrîk bike. Li aliyê din jî rêveberiya xweser weke sedema vê rewşê nîşan dide. Weke ku sedema dorpêça li Sûriyê herêmên xweser bin. Halbûkî ev di encama polîtîkayên hikumeta Sûriyê ketiye rojava. Tu têliya vê bi Kurdan û rêveberiya xweser re tune ye. Berovajî ev herêm jî ji dorpêçê bandor dibin. Dema li ragihandina fermî ya Sûriyê binêrin, rêveberiya xweser petrol û genim desteser kiriye! Li gorî hikumeta Şamê sedemê birçîbûn û hejariyê desteserkirina dewletemdiyan a ji aliyê rêveberiya xweser e!

Li Sûriyê rêveberiyek dirize heye. Êdî bertîl û gendelî ji aliyê kesekî ve nayê lêpirsîn û bûye karek ji rêzê. Civak difetise. Kes nikare devê xwe veke. Ragihandin di fermana hikumetê de ye. Rastî tên berovajîkirin. Dengê gel nateyise ragihandinê. Ji bo lêpirsîna rejîma Baas û daxwazên gel têkoşîna rêxistinî û demokrasiyê pêwîst e. Lê rêveberiya Şamê naxwaze vê bibîne û bibihîse. Ji ber wê jî dixwaze nakokiyên nava gel kûr bike û gel ji hev qut bike. Guh nade çalakî û daxwazên gelên herêma Dera û Siwêydayê, nakokiyên hindir bi kar tîne û hewl dide di hindir de parçe bike û bê bandor bike. Hewl dide gel li dijî rêveberiya xweser rake û rêveberiya xweser weke çavkaniya pirsgirêkan bide nîşan. Wisa nîşan dide eger herêmên xweser nebe, çavkaniya petrol û genim bikeve destê Şamê, gelê Sûriyê dê van pirsgirêkan nejî! Wisa xuyaye gelê li herêmên xweser weke gelê Sûriyê nayê hesibandin.

Ji beriya hertiştî, rêveberiyên xweser di her derfetê de ji Şamê re dibêje tevahî çavkaniyên heyî yê tevahî gelên Sûriyê ne. Em ne li pey çavkaniyên madî ne. Tişta em dixwazin demokrasî û azadî ye, nasnameya me ye. Gotin, di vê mijarê de gav biavêjin dê tevahî çavkanî û petrol ên xwe jî bin. Lê hikumeta Şamê tu gav navêje, heman demê de wisa nîşanî gel dike ku çavkaniya pirsgirêkan rêveberiya xweser e. Hewl dide bi vê gel li dijî rêveberiya xweser rake.

Li aliyekî xirabiya Tirkiyê û li aliyê din jî ev nêzîkatiya hikumeta Şamê dê çawa aştî û îstixrarê bîne Sûriyê?