Rojnameya Ronahî

Êrîşên dagirkeriyê nikarin vîna gelan bişkîn e

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Êrîş û gefên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didomin, di encamê van êrîşan de pêşeng û rêveberan dikin hedef, armanc jê qirkirina gelê Kurde e. Li hemberî êrîşan jî roj bi roj berxwedan û hêrsa gel bilintir dibe.

Di demên dawiyê de dewleta tirk êrîşên xwe li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêde kiriye û di heman demê de êrişên xwe li ser qadên berxwedanê jî zêdekiriye. Herwiha li bakur û rojhilatê sûriyê jî bi êrişên ku tu sînoran nasnakin, Pêşeng û Rêveberên civakê dikin hedef. Armanca sereke tunekirina piroja Rêveberiya xweser û dagirkirina xaka sûriyê ye.

Girêdayî êrîşên li ser bakur û rojhilatê sûriyê de hevserokê hevbeş yê ofîsa têkiliyên giştî ya partiya demokratîk PYD`e Sîhanok Dîbo û Seroka Desteya Jin ya herêma Cizîrê Evîn Paşo  ji rojnameya me re axifîn.

Sîhanok Dîbo diyar kir ku di van demên dawiyê de hat dîtin ku êrîşên dewleta tirk  li dijî Rêveberiya Xweser û herêmên bakur û rojhilatê sûriyê zêde bûne û wiha got: ” Zêdebûna êrîşên dewleta tirk a dagirker li ser herêmên bakur û rojhilatê sûriyê armanca wê zindîkirina çeteyên DAIŞ’ê ye. Her tim dewleta tirk rê li pêşiya çareseriya pirsgirêka Sûriyê digre û li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û dixwaze destkeftiyên ku rêveberiya bakur û rojhilatê sûriyê pêkanîne ji holê rake. Dagirkeriya tirk naxwaze ku kurd di siberoja Sûriyê de mîna hêzeke dînamîk derkevin pêş û sistema netewa demukratîk û konfedraliya demukratîk ji holê rake.

‘Pêwîste civaka navnetewî bi erkê xwe rabe’

Hevserokê ofîsa têkiliyên giştî ya partiya demokratîk PYD`ê Sîhanok Dîbo axaftina xwe wiha qedand:”Pêwîste ku îro rê li pêşiya êrîşên dewleta tirk a hovane were girtin û helwesteke kurdî niştîmanperwerî derkeve holê. Ji bona vê yekê pêwîste ku hevrêziya di navbera hêzên demokratîk li sûriyê pêkwere. Êrişên ku ji milê dagirkerên tirk li ser bakur û rojhilatê Sûriyê tê kirin şerê li hemberî DAIŞ`ê tê meşandin lwaz dike. Li hemberî kiryarên dij mirovî û guhertina demugrafîk a ku li heremên dagirkirî ji milê dewleta tirk a qirker ve tê meşandin, bêdengî û çavgirtineke navnetewî heye. Lê pêwîste ku civaka nevnetewî li hemberî dagirkeriya tirk û zêdegaviyên wê bisekne.

‘Armanca êrîşan şikandina vîna gelen e’

Girêdayî  heman mijarê seroka Desteya jin a herêma Cizîrê Evîn Paşo diyar kir ku yekem gavên ku hatin avêtin di soreşa 19`ê Tîrmehê danasîn û pêkanîna pirojeya netewa demokratîk bû û wiha got: “Pirojeya netewa demukratîk enternatîfê sîstema desthilatdare û her kes dikare di nava vê sistemê de bi reng, ol, ziman û  baweriya xwe cihê xwe têde bigre.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser re, êrîşên pir dijwar li ser herêmên Rojava, bakur û rojhilatê sûriyê destpêkirin û roj bi roj û heyanî îro jî ev êriş bê navber didomin. Dagirkeriya tirk bi riya çeteyên DAIŞ’ê xwest ku tevahiya xaka Sûriyê têxe di bin serweriya xwe de û ji bona vê yekê di serî de xwest ku gelê Kurd li Şenga û Rojava bike hedef û piştî wê jî planê dagirkeriyê berfirehtir bike. Dema ku ev yek pêknehat û piştî ku bi berxwedaniya gel û QSD’ê DAIŞ têkçû, vê carê dewleta tirk a qirker bi xwe kete ser xetê û di serî de Efrîn, Serêkaniyê û Girêsipî dagirkir. Ji vê yekê jî encam negirt, di dema îro de bi riya balefirên bê mirov û şerê taybet û derûnî dixwaze rojava valebike û li ser tevahî gelê Kurd qirkirineke çandî û hişmendî bide meşandin.

 ‘Bi hevgiritna gelan em ê, êrişan bişkînin’

Evîn Paşo axaftina xwe wiha bi dawî kir: Êrîşên ku li ser bakur û rojhilatê Sûriyê ji milê tirkên qirker ve têne meşandin bi rengekî sîstematîk têne kirin û hêzên mîna Rûsiya û hêzên hevpeymanî jî hevkarê van êrîşan e. Ji ber ku dewleta tirk cesaretê ji hêzên li heremê serweriya wan heye û bêdengiya navnetewî digire û kesî ku jêre bibêje na nabîne. Ji bona vê yekê jî çi li Rojava, an jî li bakur û başûr be û bê ku pakî ji kesî bike êrîşî gund, bajar, jin, zarok û xwezaya heremê dike. Li hemberî êrîş û qirkirina ku ji milê dewleta tirk a qirker li ser me tê meşandin, em ê xwedî li soza ku me daye şehîdan derkevin û wê ev êrîş ticarî nikaribin vîn, hêz û baweriya me bişkînin û gavekê jî me ji doz û armanca me dûrbêxin.

Herweha em ê di hemû şert û mercan de bi rêveberiya xwe re biseknin, ji bo xizmeta gelê xwe şev û roj di nava kar û xebatê de bin.Di dawiyê de em careke din soza xwe ji bona şehîdan nû dikin û tişta ku ji me tê xwestin hîn bêtir em ê pêkbînin û êrîşên ku li ser xaka me têne kirin vale derxînin.