Rojnameya Ronahî

Profîlê Seyîd Evran

Farûk Sakik

Di 22’yê Îlonê de rojnamevan Seyîd Evran jiyana xwe ji dest da. Ji bo xebatkarên çapameniya azad ew şehîd bû.

Peyva şehîd gelek hatiye nîqaşkirin û hên jî tê nîqaşkirin. Em bi qasî civaka me tê gihîştiye wî wek şehîd pênase dikin.

Kesek zanîngeh qedandibû, di hin saziyên dewletê de wek endezyarê ziraetê dixebitî. Bixwesta di wê serdemê de dikaribû bibe xwediyê gelek derfetên dewlemendiya madî.

Lê wî riya bapîrên xwe yên di serhildana Şêx Seîd te cîh girtibûn tercîh kir. Tevlî serhildana ku Rêber Apo dabû destpêkirin bû.

Û bi vê xwestek û heyecanê di sala 1990’î de li warê serhildan û berxwedanê Amedê, beşdarî nava refên têkoşîna azadiyê bû û xewin û xeyalên xwe pêk anî.

Seyîd Evran bi beşdarbûna nava refên têkoşîna azadiyê re jî dest bi xebatên çapemeniyê kir. Li Tirkiye û bakurê Kurdistanê xebat dimeşand.

Di sala 1993’an de li bajarê Stenbolê bû. Di dema bombekirina rojnameya Ozgur Ulke de ew berpirsyarê karê nivîsan bû û bi birîndarî ji vê bûyêrê xelas bû.

Roj hat êdî dixwest ber bi çiyayên azad ve rêwîtiyekî bide destpêkirin. Di sala 1995’an de li Amedê li bajarê xwe bû. Derbasî çiyayên azad yên Kurdistanê bû. Bi salan li nava gerîlayên azadiyê geriya, li ser jiyan û têkoşîna wan lêkolîn kir û ev yek ji gelê Kurd û cîhanê re ragihand. Ji wêder derbasî Rojava bû. Dem bi dem li Başûrê Kurdistan jî me ew didît.

Me dema ku bername çêdikir û dixwest wî wek mêvan bigirin me nizanîbû li kîjan herêmê ye. Wek rojnamegerek li her deverî bû.

Lê nêrîn û nirxandinê wî ji bo me girîng bûn. Hin roj tevlî 2 televizyonên cuda dibû. Bi taybetî nirxandinên siyaseta li Rojhilata Navîn de pispor bû. Analîz û pêşdîtinên wî bi demê re dihatin îspat kirin.

Lê rojek me Seyîd Evranek din dît. Di profîla xwe ya medya civakî de her tim fotografek bi kar danî. Li ser pişta wî Gazîyek doza Kurdistan û dimeşiya. (Piştî şahadeta Seyîd Evran min pirskir, ew Gazî jî şehîd bûye)

Ev fotograf bala me teva kişandibû. Heta wê deme hin fotografin ku alîkarî didin gaziyan hebûn. Lê ev cûda bû. Gaziyek-rûmetek girtibû ser pişta xwe û dimeşiya. Dema ku di profîlê xwe de parve dikir, her wek ji bo wî serbilindiyek bû.

Em dikarin bi awayek cuda jî şîrove bikin. Seyîd Evran her wek têkoşîn û xeyalên wî Gazî yê di nîvî de mane girtibû ser mile xwe û dimeşiya.

Di pêvajoya têkoşîna azadiya Kurdistan de, dema şahadet an jî girtin çêdibûn, hevalên wî çeka wî û qelema wî digirtin ser mile xwe û tu carî li erdê nedihiştin.

Gerîla şehîd dibûn hin kesên dinan tevlî nav refên gerîla dibûn û nav û çeka wî şehîdî digirtin.

Bi taybetî di salên 90’î de dema ku hin rojnamevan dihatin şehîd xistin, dora rojê hevalên wî bi pênusa wî, nûçeya şehadeta wî dinivîsandin.

Wa Seyîd Evran şehîd bû, gelo em ê wî çawa bidin ser pişta xwe.

Em ê xeyal û armancê wî bidin ser pişta xwe. Û em dizanin ev  bar ji bedena wî ya fizîkî jî gelek girantir e.

Seyîd Evran têgehek nû li têkoşîna Kurdan zêdekir. Berê me digot,“Çek û Pênûsa wî wê li erde nemîne”. Îro şûnde em ê bibêjin “em ê xeyal û armancê wî ji ser milê xwe neynîn xwarê”.