Rojnameya Ronahî

Perwerdeya Ku Heqîqetê Navend Digire…(2)

Volqan Elî

Vê, civak xirab kiriye. Li beramberê vê Kurdan xwe spartiye cihê herî bilind, asê û dûr ê çiyan. Tenê karîne hebûna xwe li van deran bidomînin. Li van devaran agirê ku sembola baweriya wan e pêxistine. Zerdeşt ji van cih û warên îbadetê re gotiye ‘ateşgeh’. Li van ‘ateşgehên’ pîroz û xwediyê rola mirovan digihîne hev û civakbûnê bi pêş dixe, hin guherîn kirine û wekî dibistanekê lê kiriye. Kesên dixwestin baweriya Zerdeş fêr bibin û pêk bînin li vê derê perwerde dibûn. Di van perwerdeyan de her tişt didan ber lêpirsînê. Rêber Apo li beşeke Sosyolojiya Azadiyê wisa dibêje: “Li gorî rîwayetê, dema ku li Zagrosên pir jê hez dikir bi hemû heybeta xwe roj hildihat dengekî dibihîze. Li ber vî dengî, qîr dike û jê dipirse, ‘ka bêje ji min re, tu kî yî?’ li gorî şîroveyan, li gel Xweda wisa hevdîtin çêdike û hesap jê dipirse. Ez dibêjim ya rast ew e ku ji xwedayên bi hezaran sal ên Sumerî ku azadiya gelê Zagrosan ji wan girtibûn hesab dipirse.” Li van dibistanên Zerdeşt, rêgeza bingehîn ku dihate fêrbûn; “baş fikire, baş bêje, baş pêk bîne” bû.

Bi destpêkirina dagirkerî û talana Ereban li Kurdistanê, Kurdan jî dest pê kiriye têkoşîna parastina hebûna xwe bimeşînin. Tebeqaya jor a Kurdan eslê xwe înkar kiriye, xwe şibandiye dijminê xwe, piraniya ku tebeqaya gel pêk dianî jî  xwe spartina cihê herî bilind û asê yê çiyan. Li saziyên wekî Ocax, dergah û tekke û hwd têkoşîna xwe ya hebûnê meşandine. Li van mekanan di perwerdeyan de bal hatiye kişandin li ser kesayetiyên xwediyê axlaqek baş, ne tenê perwerdeya olî û exlaqî hatiye dîtin perwerdeya etnîkî jî hatiye dîtin; bi vî şiklî takekes ji bo civakê hatiye amade kirin.

Diyardeya perwerdeyê pêvajoyên bi vî şiklî digire nava xwe; bûne xwediyê agahî, alimîn, têgihîştin û xwe pê re yekirin, pêk anîn û dane pêkanîn, ev hemû di nava yekparetiyekê de û wekî ku hev temam bikin bi dest girtin. Li ser vî esasî, hewce ye, her kesê tevlî dibe asta xwe ya fikirandin û hestan, qebiliyeta xwe bi pêş bixe, bi şiklekî azad xwe bîne ziman, feraset û kesayetî qezenc bike, azad bifikire û tecrûbe û agahiyên xwe parve bike.

Perwerdeya heqîqetê esas digire hewce dike bi qasî ku rastî û başiyê dide fêmkirin, ewqas jî ji bo van jiyanî bike, kesayet, hest, fikirandin, perspektîf, feraset, nêzîkbûn, biryardarî, zanebûn, bawerî, rê û rêbaz jî bide qezenckirin.

Pêvajoyên fêrbûnê timî herikbar û dînamîk in. Bi wext û cihekî diyar nikare were sînordarkirin. Pêwîst e di heman demê de hemû jiyan wekî pêvajoya perwerdeyê were bidestgirtin. Hewce dike bernameyên perwerdeyê bi jiyanê re di nava hev de bin, ji îhtiyacên civakê re bibe bersiv, ji pirsen wan re çareserî peyda bike, jiyanê hêsantir bike, bîne asta hêsan fêmkirinê, watedar û xweşiktir bike.

Ji dayina hemû tefasîlatên agahiyê zêdetir, rê û rêbazên xwe gihandina agahiyê, ruhê perwerdeya heqîqetê esas digire. Ne ku agahiyên amade ezber kirin yan jî dane jiber kirin rêbaza bingehîn e, lêkolîn kirin, fêmkirin û dane fêmkirinê rêbaza esasî ye.

Perwerdeyên pîşeyî jî di çarçoveya pergala vê perwerdeyê de tê bidestgirtin. Lê di vê mijarê de jî feraseta vê pergala perwerdeyê ji feraseta perwerdeya modernîteya kapîtalîst cudatir e. Jiber ku civak wê pênaseya pîşeyan bike, wan diyar bike, armanc û hedef ne ew e ku ji bo endustriyalîzm karker û endam were gihandin, armanc pêşwazîkirina îhtiyacên civakê ye.

Di feraseta vê perwerdeyê de bernameyên perwerde yên ku ji bo çandên cuda, temenên cuda, beşên civakî yên cuda, çengên cuda yên hilberînê, qadên cuda yên jiyanê, xweseriyên herêman û îhtiyacên wan bibin bersiv dikare were bipêşxistin. Çawa ku dikare vê bike, dikare bernameyên bibin bersiva alî, şert û merc û îhtiyacên şirîk ên civak, herêm û gelan, perwerdeyên têkel, ji derveyê dibistanan û giştî jî were bipêşxistin. Li ser vî esasî çawa ku perwerdeya heqîqetê renginiyê, ferq û cudahiyan dibîne, her wisa yekparetiya civakî jî dibîne û di têkiliya parçe û hemûyê de tewazina optîmal çêdike.

Tiştê herî bingehîn ku domdariya civakê pêk bîne perwerde ye. Çawa ku em pêdiviyên xwe yên biyolojî bi xwarin xwarinê pêşwazî dikin, îhtiyacên manewî jî em bi perwerdeyê pêşwazî dikin. Di vê maneyê de perwerde têr kirina ruh û manewiyatê ye. Di roja me ya îro de evqas xebatên perwerdeyê heye, ev qas sazî hene, mîdeyên wan tije ye û ruxmî ve jî manewiyatên wan vala ye, ruhên wan birçî ne; ev bi vê pergalê ve girêdayî ye. Civakek zane lê bê wijdan û bê ruh çêdibe. Di afirandina vê civakê de amûra herî bingehîn jî perwerde ye.