Rojnameya Ronahî

“Vîna gelê azad ji plan û êrişên dagirkeriyê bi hêz tir e”

Faşîzma Tirkiyê bi hişmendiya dijminahî û dagirkirkina xaka Kurdistanê li seranserî herêmêm Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi teknîka herî pêşketî herêmê hedef digire û rojane êrîş tên pêkanîn. Hemwelatiyên Efrînê tekez kirin ku îradeya gelê azadîxwaz ji êrîş û pilanên dagirkeriyê xurtire.

Zana Roj/ Şehba

Di seranserî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji Efrîn û Şehbayê bigire heyanî Dêrîkê faşîzma Tirkiyê rojane êrîşên bejayî, hawayî û kadro û pêşengên civakê dike hedef. Di encama van êrîşan de pêşengên xeta azadiyê û xebatkarên Rêveberiya Xweser tên hedefgirtin û şehîd dikevin. Ev êrîş di çarçoveya qirkirina gelê herêmê û dagirkirina xaka sûriyê têne meşandin. Ji milekî din ve jî hewildana dagirkeriya tirk ew e ku bi riya şerê taybet û derûnî, herêm vale bike. Li hemberî van êrişên ku têne meşandin, hêzên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi têkoşîneke bi heybet bersiv didin û planên heyî valederxistin. Pêkhateyên bakur û rojhilatê Sûriyê bi vîn û berxwedana xwe xeta serkeftinê hilbijartiye.

Têkildarî êrîşên ku li ser herêmê tên meşandin û berxwedaniya koçberên Efrînê yên ku li herêma Şehbayê dijîn Hesen Ehmed û Gulistan Mistafa ji rojnameya me re axivîn.

“Di her têkçûnê de dagirkeriya tirk berê xwe dide Kurdan”

Gulistan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser siyaseta dagirkeriya Tirkiyê ya ku dide meşandin û wiha got: “Dgirkeriya Tirkiyê û siyaseta Erdogan ber bi hilweşandinê ve diçe. Her ku di nava xwe de tengav dibin, berê xwe dide Kurdan û di asta yekemîn de herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê. Ji ber destkeftiyên ku di şoreşê de hatine bidestxistin, pilanên sedsalî yên Osmaniyan têk birin. Ji lewra li hember gelê Kurd li çar perçeyên Kurdistanê bûye xwedî kîn û nefreteke mezin. Di encama wê de bi hemû hêrsa xwe êrîşî Kurd û herêmên Kurdan dike. Her wiha ji bo xwe îsbat kirinê di nav hêzên navnetewî de her kêlî di nava têkilî û pilanan de ye. Da ku bikaribe aloziya ku jiyan dike derbas bike û hebûna xwe ji nû de ferzbike. Herwiha bi taybet armanca wê ya sereke ew e, ku li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê tevlîheviyan derbixe û vala bike”.

“Pêwîste ku hovîtiya dagirkeriya Tirkiye were teşhîr kirin”

Gulistan anî ziman ku yek roj derbas nabe bêyî ku xaka me neyê topbaran kirin û wiha pêde çû: “Hebûna Rêveberiya Xweser û pêkanîna Pirojeya Netewa Demokratîk di nava pêkhateyên gel de di seranserî Bakur û Rojhilatê Sûriyê de bûye weke topeke ji agir û di dilê dagirkeriyê de pêketiye. Ji ber wê rojane êrîşên dagirkeriya Tirkiyê li ser seranserê sînor tên pêkanîn. Rojek derbas nabe bêyî ku xaka welêt bê topbaran derbas bibe. Balefirên bê mirov 24 demjimêran li ser serê, gun, bajar, riya çûn û hatinê şev û roj digerin û êrişê her deverê dikin. Pêşengên parastina xeta şoreşê tên hedefgirtin û şehîd dikevin. Gelê sivîl û zarok dibin qurbanî. Siyaseteke wer qirêje ku tavahî astên bê exlaqî derbas dike. Herêma Şehbayê bi taybet gundewarên navçeya Şêrawa rojane topbaran li ser wan tê kirin, êdî gel di nava şer de jiyan dike. Ev hovîtî divê di asta navnetewî de were teşhîr kirin û ji raya giştî re bê ragihandin”.

“Dagirkerî dixwaze bi hevkariya PDK’ê qirkirina Kurdan pêkbîne”

Herwiha Hesen da zanîn ku dagirkeriya Tirkiyê dixwaze bi riya hevkariya PDK’ê Plana qirkirina Kurdan pêkbîne û wiha got: “Di siyaseta Tirkiyê de planên demdirêj yên qirkirina Kurdan heye. Herweha bi riya vê yekê tirkên faşîst dixwazin hin Kurdên îxanetkar girêdayî xwe bikin û di asta giştî de planên hevpar li ser gelê kurd bidin meşandin. PDK, ENKS’ ê û mala Berzanî di asta yekemîn de hevkariya dijminê gelê Kurd dikin û êrişî kurdan dike. Encama siyaseta şaş û dijminane ya ku PDK’ê li hemberî  gelê Kurd dide meşandin, îro her devera başurê Kurdistanê ji milê tirkên faşîst ve hatiye dagirkirin û bi hevkariya wan rojane êriş li ser qadên berxwedanê, Şengal û Rojava tê kirin.”

“Berxwedana gelan planên dagirkeran têk birin”

Hesen di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser polîtîkeyên faşîzma tirk ên ku dixwaze qirkirina Kurdan pêkbîne û li hemberî vê yekê jî berxwedan û biryardariya gelan ji bona jiyana azad û pêkanîna sistema netewa demukratîk û wiha domand: “Di her kêliyê de her çiqas dijmin dixwaze gel ji holê rake û xaka wî dagir bike. Lê di encamê de wê tu carî nekaribe bighêje armancê xwe, ji ber ku li holê remanê azadiyê yê ku pêşengiya wê Rêber Apo dike û gelê berxwedêr heye. Ji ber vê yekê bi berxwedanî û têkoşîna ku tê meşandin wê hemû planên dagirkeriyê vale derkevin. Di encamê de vîna gelê azadîxwaz  ji plan û êrîşên dagirkeriyê xurtirin”.