Rojnameya Ronahî

Li rojhilatê Kurdistanê felsefeya jin jiyan azadî…(2)

Kakşar Oremar

Destnîşankirina demeke diyar ji bo bêçekkirina partiyên Kurdistanî yên li başûrê Kurdistanê ku hevçaxe bi salvegera kuştina Jîna Emînî û destpêka şoreşa Jin_Jiyan_Azadî mînaka herî dawî ya kirîz û bêtedbîriyên komara Îslamî ne ku ji metodên leşkerî pêve ti rêyeke din li ber xwe nabîne. Ew rejîm nefesên xwe yên dawiyê dikişîne û yê nikarîbe wiha berdewam bike. Hemû armanca wan bi dijberiyên bi hêzên siyasî tenê kontrolkirina krîza navxweyî ye û bes. Kurdistan navenda şoreş, serhildan, berxwedan û gûherandin-vegûherandinên bingehîn bûye û îro jî Kurdin ku ji bo jiyaneke tije keramet şoreşa û jiyanê ji hev cuda nabînin. Çimkî dirûşma wan a stratejîk  #Jin_Jiyan_Azadî ye. Bi vê yekê re em digehin wê encamê ku ger vê carê jî hêzên Kurdistanî ji vê ezmonê bi awayê serkeftî bêne derê hingî Îran yê bizanîbe ku hilbijartina dem û cihê şerê li hemberî Kurdan yê rewşa wan a xera hîn jî di nava raya giştî a cihanê de xeratir bike. Emê herî dawîyê li benda encamên gefên rejîma îran bin, hingî emê zelaltir li ser mijarê rawestin.

Rewşa herî dawiyê 

Banga dawî ji hêla şeş partiyên siyasî li Rojhilatê Kurdistanê yê bibe bersiveke girîng û vala derxistina gelek projeyên Tehranê li herêmê. Seredana Pavel Talebanî Serokê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê. (Yek ji her du partiyên desthilatdar yên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, ku têkiliyên bi wê re pir nêzî Tehranê ne, serhildana hêzên niyabetî û şerê wan li dijî Kurdan li Kerkûkê bi hevkariya Tirkiyê gelek peyamên girîng bi me dide xûyanîkirin. Hêrişên dawî yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk û Rêveberiya Xweser ku Îran û Tirkiye têde beşdarin, dike ku êdî Kurd jî li çar perçên welatê xwe zêdetir nêzî hev bibin. Hêrpşrên li parêzgeha Dêra Zorê yên ku ji aliyê rejîma Esed û Xaminêyî ve hatine teşwîqkirin û çekdarkirin serdemeke nû a xebatê li ber hêzên demokrasîxwaz vedike û û vê yekê dixwaze di warê dîplomasî-leşkerî de zêdetir xwe bihêz bikin. Ev hemû parçeyek ji komployeke berfireh û herêmî ya li dijî tevgera şoreşgerî ya Jin_Jiyan_Azadî û biser hev de şoreşa hemû Kurdistana mezininne. Şoreşa Jinê paytexta komara Îslamî hejandiye û di heman demê de hemû hêzên paşverû û bavsalarî yên herêmê, Tehran, Enqere û Şamê ber bi Los Angelesê ve dibin û Bexda jî ber bi îtîfaqeke nenivîsandî ya dij-şoreşa Kurd û Kurdistanê li dijî vê tevgera Jin-jiyam-azadî ve birin.

Di rewşeke wiha de pêngava herî mezin û dîrokî pişgîriya greva_giştî ya banga 16ê Îlonê a ji aliyê partiyên Kurdistanî ve ye. Herwiha bi vê re jî şermezarkirin û rûbirûbûna bi siyasetên şerxwazî yên komara Îlamî a Îranê û Tirkiyê li hemû Kurdistanê yê tabloyekî pir delal û tije peyamên demokratîk be ji bo afirandina rewşeke nû a tije aştî û aramî. Ew nikan li dijî gel û partiyan û tevgera şoreşgerî ya Kurdistanê biser bikevin. Divê di rewşeke wiha de hemû gelên Îranê tevê Kurdan li dijî kiryarên çewt yên rejîma Îranê derkevin. Ev karên han xwedî girîngiyeke jiyanî ne.

Tê texmînkirin ku proseya vê dawiyê ya şandina hêzên leşkerî a Spahê Pasdaran bo bajarên Rojhilatê Kurdistanê mezintirîn veguhestina leşkerî ye ku piştî şerê 8 salan ligel Iraqê kirine. Ev tevger ku di salroja kuştina Jîna Emînî de pêk tên, xwedî peyamên girîng in.

Elbete gere em vê rastiyên ji bîr nekin ku gef û kiryarên tije zordarî, terorîstî û hêrîşkarî yên Komara Îslamî ne nû ne. Di 44 salên bihûrî de vê rejîmê bi hesin û agir, îşkence û îdamê, tijekirina girtîgehên xwe yên mezin şerê tunekirina Kurdan kiriye. Lê îro jî bi vê şoreşa nû re di destê Kurdan de hêsîr û bendewar maye. Me dît ku di sala derbasbûyî de pêgeh û populerbûna Kurdan li ber çavê raya giştî a Îran û cihanê zêdetir bûye. Ev yek ne bi dilê wana ye û ji ber wê jî çavsoriyên xwe bi rijandina xwînê didin diyar kirin. Pêngava ku yê dîsa têde biser nekevin. Êdî îro ji her demê zêdetir daxwazên demokratîk û helwesta Kurdan ketiye qada siyasî ya Îranê, cihan û rola wan di tevgera Jin, Jiyan û Azadiyê de jî piştrastiya vê yekê îspat dike.

Tevgera Kurd niha ji salên berê pir bihêztir û Komara Îslamî belkî bikarîbe bi mûşek, firokeyên bê firokevan, şerê tije wêranî, kuştin û îşkenceyên goran bike, lê ev rêbaz jî êdî bi kêrî wan nayên. Kurd tenê mehkûmî serkeftinê û hevgirtinê ne.

Pirsgirêkên wan yên navxweyî bi şerê çekdarî li dijî Kurdan nayên çareserkirin. Komara Îslamî bi hemû metodên antîdemokratîk û binpêkirina sîstematîk a mafên Kurdan êdî nikare xwe ji daxwazên Kurdan yên rewa veşêre. Cihê sosretê ye ku hinek rayedarên wê dewleta dij azadiyê Kurdan tohmetbar dikin û dibêjin ku ew ji bo pêkanîna demokrasî û mafên wekhev li Îranê têdikoşin û xebatê dikin. Ev yeka li dijî pirensîpên dewleteke îslamî ne.!!!

Pêwîste em bi bîra rayedarên wê komara xwedî karnameya wê antîdemokratîk bînin ku: Şoreşa Jîna Emînî xwedî hêzeke mezin û di temenê xwe yê yeksalî de destkeftên wê yên mezin hene. Dewleta totalîte a Îranê karî hinek dengê wê şoreşê bifetisîne, lê ew şoreş weke “agirê bin xwelîdankê” yê dîsa geştir bibe. Sedem jî mafxwazîyên meşrû û binpêkirî di sedan salên bihûrî de ne. Dema mafên nîva nifûsa civakê neyên dîtin lê li Rojavayê Kurdistanê û di dilê welatên Rojhilata Navîn de jin bibine sedema têkçûna DAÎŞê, elbete hingî yên jinên Kurd li perçên din yên Kurdistan, Îran, Efxanistan û hwd bêdeng nemînin. Ev şoreş yê berdewam û destkeftên wê di xêra hemû çûnên civakê û doza mirovahiyê de bin.