Rojnameya Ronahî

Girtîgehên Tirkiyê bûne Engîzasyonên qirkirina Jinê

Nehîr Pale      

Di çaxên navîn de sala 1484`an li Ewrûpa dadgehên engîzasyonê hatin vekirin. Sîstema dagirker ev dadgeh ji bo cezakirina kesên li dijî wê derdikevin an ji bo wê xeterin, da vekirin. Bi taybet jin û lêgervanên heqîqetê hedef hatin girtin. Di bin navê sihir û sihirbazî de bi deh hezaran jin bi saxî hatin şewtandin. Di girtîgehên engîzasyonê de rêbazên işkenceyê yên herî qirêj dihatin bi kar anîn û ew di ruh û fêzîk de dirizandin. Iqtîdarê di çaxa Navîn de dikarîbû bi milyonan insanan bike qurbaniyên xwe. Jin û mêrên ku dikarîbûn berpirsyartiya çareseriya pirsgirêkên civakê rabikin û xwe dabûn ber wê, hatin qir kirin. Dadgehên engîzasyonê ji bo iqtîdarê biparêzin sûcên herî giran kirin.

Di roja îro de heman rêbazên kevn têne bi kar anîn û dîsa dewlet ji bo iqtîdara xwe biparêz e sûcên herî giran dike, yek ji wan jî dewleta Tirk a dagirker e. Jina azadîxwaz û lêgervana heqîqetê û rojane rastî qirkirinê tê û girtîgehên Tirkiyê bûne engîzasyonên dema çaxa navîn.

Li gorî Rêxistina Mafên Mirovan nêzî 1571 girtiyên nexweş di girtîgehên Tirkiyê de ne. Ji van girtiyan 651 girtî pirsgirêkên wan ên tendurûstiyê hene û şert û mercên zindanan li wan giran e. Tirkiyê nesaxî weke rêbazekî birina mirine dide bi kar anîn. Îsal di pênc mehên destpêkê de 15 girtiyên ku nexweşên wan giranbûn di zîndanên Tirkiyê de şehîd bûn. Niha jî gelek girtiyên jin hene ku rewşa wan ji mirinê re hiştine.

Hevseroka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mûşê Muhlîse Karagûzel 11`ê Tebaxa 2019`an hat girtin. Temenê wê 60 salî ye nexweşiya dil û şekir pê re heye niha jî ew xistine hucreya tek kesî de û rewşa wê ji mirinê re hiştine.

Her wiha 31`ê Tebaxê li girtîgeha Tîpa L ya Patnosê 3 jinên girtî rastî işkenceya bendikê berazan hatin û piştî wê 21`ê Îlonê du kes ji wan mişext kirin. Hunermend Emel Çiftçî jî 22`ê Tebaxê 2023`an hat bin çavkirin û niha girtî ye. Nexweşiya Penceşêrê pê re heye û bi ti awayî derfet nadin wê ku tedawiya xwe bike.

Tirkiyê di bin navê girtiyên jin têkiliyên wan bi Tevgera Azadiyê re heye, ew girtine. Giştî girtî bê isbat hatine girtin û hinek ji wan bê hukum li wan were birîn ev bi sala ye di girtîgehê de ne. Hinek ji girtiyên jin ev bûye nêzî 35 sal di girtîgehê de ne û dibe ku temenê wan gihîştibe 50 salî. Hinek jî hukmê wan bi dawî bûye lê wan serbest bernadin. Tirkiyê niha ne li gorî zagon û ne jî li gorî exlaq nêzî girtiyên jin dibe û hêdî-hêdî dixwaze wan birizîne. Yan wê di girtîgehê de bimrin an jî wê mejiyê xwe bixwin an jî intîhar bikin. Dewleta şerê taybet a Tirkiyê li vî cî hewl dide dawî li Tevger û Rêxistinên jin bîne û qirkirineke çandî û hişmendî li ser jinê bide meşandin. Ev rêbazên Tirkiyê yên li ser girtiyên jin dide meşandin isbat dike ku mîna dadgehê engîzasyonê tevdigere û armanca wê şikandina vîna jinan e.