Rojnameya Ronahî

Jin pêşengiya guhertin û veguhertina civakê dike

Bi armanca li ser hîmên demokratîk guhertin û veguhertina civakê Komîteya Perwerde ya Kongra Star a Kantona Hesekê dewreyek perwerde ji bo mamosteyên mêr lidar dixe.

Komîteya Perwerdê ya Kongra Star a Kantona Hesekê bi armanca li hîmên demokratîk guhertin û veguhertina civakê û avakirina hişmendiyek li ser bingeha hevjiyana azad perwerdeyan li dar dixe, ji destpêka salê ve 4 perwerdeyên mêran û 4 dewreyên perwerdê ji bo jinan hatine lidarxistin. Kongra Star di 25’ê Cotmehê de jî dewreyek perwerdê ya bi navê Şehîd Perwîn li bajarê Hesekê vekir. Dewreya perwerdê ya Şehîd Perwîn ku di 15’ê heyvê de hate vekirin, bi 26 mamosteyên mêr yên pêkhateyên Kurd û Ereb jî tê de cih digrin xebatên xwe yên perwerdehiyê didomîne. Di perwerdeyan de mijarên li ser dîroka jinan, Jineolojî, Hevjiyana Azad, Civaka Xwezayî, kuştina feraseta baviksalar, pergala Kongra Star, hestên siyasî û nîjadperestî mîna waneyên dersan tê destgirtin.

 ‘Jinan guhertina hişmendiyê dane ser milê xwe’

Rêvberiya Komîteya Perwerde a Kongra Star Bêrîvan Hemê tekez kir ku jinan li ser hîmên demokratîk û azadîxwaz erkê guhertin û veguhertina hişmendiya civakê dane ser milê xwe û wiha anî ziman: “Qada perwerdehiyê qada herî girîng e, ji ber ku hemû pirsgirkên derdikevin holê pirsgirkên hişmendiyê ne. Ji bo wê erkê guhertina hişmendiyê jinan daye ser milê xwe da ku civakek rast were avakirin. Bê guman di çend salan de ev yek pêk nayê, ji ber ku hişmendiyek bi hezaran salan di nava civakê de hatiye rûmiştandin û îqnakirin. Lewma bi hêsanî nayê guhertin têkoşînek li beramberî vê hişmendiyê pêwist dike. Em wekî komîteya perwerde ji bo civakê qezenc bikin û vegerînin rastiya wê û dîroka wê zindî bikin, me ev erk daye ser milê xwe.”

Bêrîvan Hemê balkişand li ser rola jinan di avakirina civakek azad û demokratîk de û wiha got: “Azadiya jinê azadiya civakê ye. Ji bo wê em dixwazin hişmendiyek li ser hîmên demokratîk were avakirin. Ya ku pêşengiya vê jî bike jin e. Jin li ku derê be jiyanê diafirîne.”

Ji bo guherînê beşdarî perwerdê bû

Mamoste Hisên Elî Hisên ê di perwerdeyê de cih digre diyar kir ku armanca tevlîbûna ji perwerdeyê re guhertina hişmendiyê ye û wiha axaftina xwe domand: “Ez tevlî vê dewrê bûn da ku ez bikaribim ji hişmendiya baviksalarî xelas bibim da ku em bigihin asta ku jin û mêr wekî hev bibînin ji ber ku wekhevî riya azadiyê ye. Çiqas mirov mezin bibe an jî tevlî perwerdeyan bibe pêwistiyê wî ya perwerdê û pêşxistina hişmendiyê heye. Esasê guhertinê perwerde ye, ji bo wê ez bang li her kesî dikim ku tevlî perwerdeyan bibin û xwe ji hişmendiyek ku em tê de xwe kole dikin qezenc bikin. Jin di her qadê de rolek girîng dilîze û bi keda wê civak tê birêvebirin. Eger em bînin ziman di vê şoreşê de jinan barê herî giran hilgirtiye ser milê xwe.”

‘Bi dîroka jin me nas kir ku em koleyên pergalên desthilatdar in’

Mamoste Ebid El-Hemîd jî destnîşan kir ku naskirina dîroka jin naskirina heqîqetê ye û got:“Dema me dîroka jin nas kir em ketin wê ferqê ku em koleyê sîstemên desthilatdar in. Ji bo ku em xwe ji vê koletiyê xelas bikin pêwiste em heqîqetê bizanibin û di riya perwerdê de em xwe û civaka xwe xelas bikin. Îro hişmendiya baviksalarî ya ku tenê zayendek esas digre an go  di şexsê zayendekî de hemû civakê kole dike ji bo me xeter e û pêwist e ji bo avakirina civakek wekhev li ser bingeha hevjiyana azad kar û xebat bikin. Bi taybet em mamoste ne ku nifşên nû avadikin, avakirina nifşên nû bi hişmendiyek rast gavek serkeftî û pîroz e û bi vî rengê em ê bikaribin pêşerojeke azad bidin avakirin.” Nû- JINHA