Friday, July 24, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

YPG: Şehîd Aslan pêşengtiya şoreşa Rojava kir

26/09/2023
in NÛÇE
A A
YPG: Şehîd Aslan pêşengtiya şoreşa Rojava kir
Share on FacebookShare on Twitter

YPG′ê diyar kir ku Şehîd Aslan bi tecrûbeya xwe ya şoreşgerî û şervantiyê pêşengiya şoreşa Rojava kir û got, em soz didin ku di şexsê heval Aslan de ‎mîrateya şoreşgerî ya şehîdên me ji me re hiştine biparêzin û tola wan hilînin.‎“

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bi daxuyaniyekê nasnameya şehîdekî xwe aşkera kir.

YPG’ê di daxuyiyaniya xwe de diyar kir ku êrîşên dewleta Tirk a dagirker bi armanca têkbirina aramiya herêmê ye û wiha domand: “Di êrîşên dewleta Tirk a dagirker de pêşengên gel, şêniyên sivîl, şervan û fermandarên hêzên parastinê tên hedefgirtin. Dijminê dagirker di gelek êrîşên xwe de sîxur û xiyanetkaran bi kar tîne. Yek ji êrîşên dewleta Tirk a dagirker di 17’ê Îlonê de pêk hat. Di vê êrîşê de jî şebekeyên sîxuriyê hatin aktîfkirin û pêşengên şoreşê kirin hedef. Di encama vê êrîşa bi balafira keşfê de hevalê me Aslan Qamişlo ku yek ji fermandarên YPG’ê ye şehîd bû.”

YPG’ê da zanîn ku şehîd Aslan bi hestên welatparêzî yên kûr mezin bû û wiha got: “Şehîd Aslan di nava Tevgera Azadiya gelê Kurd de bi hişmendiyeke mezin a îdeolojîk bû xwedî meşeke şoreşgerî ya ku karaktereke gerdûnî bi dest xist, li her qada ku pêwîstiya têkoşînê hebû, bi awayekî aktîf cih girt. Li ser bingeha gelek salan zanîn û ezmûnek mezin bi dest xistiye. Di her qadê de bû hevalek ku bi kedkartî û şerkeriya xwe dihat naskirin.”

YPG’ê da xuyakirin ku şehîd Aslan di sala 2013’an de piştî êrîşên çeteyan ên li ser şoreşa Rojava zêde bûn, hat qada Rojava û wiha dewam kir: “Şehîd Aslan hem di parastin, hem jî di pêşxistina şoreşê de roleke aktîf lîst. Bi tecrûbeya xwe ya şoreşgerî û şervantiyê pêşengiya şoreşa Rojava kir. Bi taybet li dijî êrîşên çeteyên DAIŞ û dewleta Tirk a dagirker ên li ser Rojava, bi civaka Rojava re bûye xwediyê berxwedaneke mezin. Herwiha di xebatên qada civakî de, di her karê ku di pêvajoya avakirina şoreşê de ketibû li ser milê wî de bicîh anî û di perwerdekirin û birêxistinkirina civakê de kedeke mezin da.”

YPG’ê  di dawiya daxuyaniya xwe de wiha got: “Em weke hevrêyên têkoşer ji ber şehadeta hevalê xwe Aslan sersaxiyê ji hemû gelê xwe yê welatparêz û di serî de ji malbata wî ya hêja re dixwazin. Em soz didin ku di şexsê heval Aslan de mîrateya şoreşgerî ya şehîdên me ji me re hiştine biparêzin û tola wan hilînin.”

ShareTweetPin

Herî Dawî

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin
NÛÇE

Rêveberê Dêrikê Şêro Şero bi girseyi hat pêşwazî kirin

22/07/2026
Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir
NÛÇE

Gelê Qamişlo pêşwaziya Cîhan Hesam kir

22/07/2026
TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî
NÛÇE

TEV-Çand bi daxuyaniyekê şehateta hunermendê Kurd Hozan Serhed bi bîr anî

22/07/2026
STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN
HAJMARA PDF

STATUYA ŞENGALÊ BI ÎRADEYA GEL TÊ PARASTIN

22/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

22/07/2026
 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye
ÇAND Û HUNER

 ‘Hunerên destan ji bo min qadeke afrîneriyê ye

22/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.