Rojnameya Ronahî

Peyama dawî ya Seyîd Evran

 

Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran beriya şehîd bikeve bi sernavê ‘Ber bi rêwîtiya dawî ve’ peyamek dabû.

Navenda Nûçeyan/Qamişlo

Hevalê me yê rojnamevan Seyîd Evran ku salên dûr û dirêj li ANF’ê xebitî, beriya şehîd bikeve peyamek dabû. Peyama dawî ya Seyîd Evran bi vî rengî bû:

“Ber bi rêwîtiya dawî ve!

Ji bo wate li her kêliya jiyanê bê kirin pêwîstî bi têkoşîneke mezin heye. Min jî ji bo vê wateyê têkoşîneke mezin meşand. Ez Kurd bûm û diviya bû gelê min azad bibûya. Ji bo vê jî heta nefesa xwe ya dawî min pênûs û kameraya xwe bi kar anî û gotina xwe got. Niha bala xwe didimê, çend nifş guherîn? Ya ku pê zanim ew e ku em her roj zêde bûn…

Em ji kevneşopiya wan tên ku felsefeya ‘Em di gorê de jî de bin em ê ji bo azadiya vî gelî wezîfeya xwe bi cih bînin’ ji xwe re kirine pîvan. Lewma em hebûn û jiyan.

Kalkê min dema ku bi Şêx Seîd re meşiya ev têkoşîn da destpêkirin. Ez neviyê kalkê xwe me, ala ku min wergirtiye bi Rêber Apo û PKK’ê min dewam kir. Ji Amedê heta Xerzanê, ji Efrînê heta Qamişloyê, ji Zapê heta Silêmaniyeyê, ji Ûrmiyê het Mahabadê ez li her derê bûm. Niha aliyekî min Bakur e, aliyekî min Rojava ye, aliyekî min Başûr e, aliyekî min Rojhilat e. Ez bi temamî bûm Kurdistan. Êdî bi milyonan mirov li pey min hene û wê vê kevneşopiyê dewam bikin…

Gelek tişt hebûn ku diviyabû bihatina kirin, lê dem ewqas bû.

Di nava xêr û xweşiyê de bimînin!”