Rojnameya Ronahî

KNK’ê: Êrîşa li ser Nivîsgeha KNK’ê armancgirtina hevrêziya kurdî ye

Reşo Mihemed/ Qamişlo

Êrîşên dewleta Tirk a dagirker yên ser gelê Kurd bênavber dewam dikin, herî dawî jî li ber çavê PDK’ê li dijî Nivîsgeha KNK’ê ya li Hewlêrê êrîşek pêk hat. Cîgira heserokatiya KNK’ê Hêvî Mustefa da zanîn ku armanca êrêşên dagirkeriya Tirk, qirkirina gelê kurd e û got, êrîşa li ser navenda KNK ’ê armancgirtina yekrêziya kurdî ye.

Dewleta Tirk ya dagirker bi awyekî bênavber êrîşî Başûrê Kurdistan, Şengal û bakur rojhilatê Sûriyê dike, di heftiya derbasbûyî de ji bo pêkanîna pilanên dagirkeriyê ev herêmên tên êrîşkirin daye ber gefdanên dagirkerinê.

Dagirkeriya Tirk di 17’ê Îlonê de, li Kantona Qamişlo bi riya balafireke bêmirov erebeya endamên Hêzên Ewlekariya Hundrîn  bombebaran kir. Di encamê 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn şehîd bûn.

Di 18’ê Îlonê de balafirxaneya çandiniyê ya Erbet ya girêdayî Silêmaniyê ji aliyê balafira bêmirov ya Tirkiyê ve hat armancgirtin. Di êrişê de 3 endamên Dijî Terora Herêma Kurdistanê şehîd bûn.

Herwiha di heman rojê de jî  êrişek hovane li ser Nivîsgeha KNK’ê ya li Hewlêrê pêk hat. Di encamê vê êrîşê de jî berpirsê Nivîsgeha KNK’ê Denîz Bulbun gihaşt asta şehadetê. Ev nivîsgeh jî di sala 2006’an de bi awayekî fermî hatiye vekirin. Cihê nivîsgeha di nava bajarê Hewlêrê de ye. Di heman demê de  ji aliyê asayîş û istixbarata herêmê ve 24 saetan tê şopandin. Lê weke tê xuyakirin destê istixbarat û asayîşan di vê êrîşê de heye.

Ev hemû êrîş di demeke nêzî hev de li ser asta Başûr û Rojavayê Kurdistanê  hatin pêkanîn. Ev yek jî siyaseta dewleta Tirk ya faşîst û qirker e ku li ser gelê kurd dide meşandin. Êrîş û pilanên dagirkeriya Tirk hîna jî li ser herêmê  berdewam in û PDK’ê di vî warî de hevkar e.

Girêdayî êrîşên dagirkeriya Tirk yên ku li ser herêmê tên pêkanîn cîgira hevserokatiya Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mustefa ji rojnameya me re axivî.

‘Dagirkeriya Tirk bi riya PDK’ê  dixwaze Lozanê dubare bike’

Hêvî Mustefa da zanîn ku xiyaneta PDK’ê û êrîşên dagirkeriya Tirk yên li ser herêmê nîşana pilanên pêkanîna Lozaneke 2’yemîn e û wiha got: “Em dibînin ku dagirkeriya Tirk bi awayekî hovane û bênavber êrîşî bakur û rojhilatê Sûriyê dike. Di heman demê de jî bi deststûra PDK’ê êrîşî Başûrê Kurdistanê û Şengalê dike. Hebûna barghên artêşa Tirk li Başûr jî pilaneke qirêj ya dagirkeriya Tirk e. Ev hemû êrîşên ku li ser van herêman pêk tên yek armanc û yek siyaset e û PDK’ê jî hevkar e. Armanc ji êrîş û pilanên ku dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi hevkariya PDK’ê dide pêkanîn, diyar in. Ev dagirkerî dixwaze van herêman dagir bike û siyaseta qirkirinê li dijî gelê kurd pêk bîne. Herwiha kurdan lawaz bike da ku yekrêziyeke kurdî çênebe. Siyaseta ku dewleta Tirk ya faşist ku li ser gelê kurd  dimeşîne ne nû ye. Lê belê ji mêj ve dijberiya gelê kurd dike û gelek komkujî di derheqê gelê me de pêk aniye. Heta roja îro jî pilanên qirêj dimeşîne. Ev yek xeteriya wê li ser hebûna kurdan heye û rê li ber dubarekirina Lozaneke din vedike.”

‘Êrîşa li ser Nivîsgeha KNK’ê armancgirtina hevrêziya kurdî ye’

Cîgira hevseroka Kongra Netewî ya Kurdistanê (KNK) Hêvî Mustefa destnîşan kir ku êrîşa ku li ser Nivîsgeha KNK’ê ya Hewlêrê dijî yekrêziya kurdî ye û wiha bi dawî kir: “Erka KNK’ê ew e ku hevrêziya kurdî li ser asta Kurdistanê pêş bixe û pêk bîne. Lê hin partiyên siyasî yên kurdî hene ku ne di xizmeta gelê kurd de kar dikin û yek ji van partiyan jî PDK’ê ye. PDK’ê di dema îro de hiştiye ku MÎT’a Tirkî biserbestî li Başûrê Kurdistanê tevbigere. Di heman demê de êrîşî  Qadên Berxwedanê û tevahiya gelê kurd bike. Me di dema dawî de dît ku çawa MÎT’a Tirk di derheqê nivîsgeha KNK’ê ya Hewlêrê de, êrîş pêk anî, di encama vê êrîşê de jî hevalekî me yê welatparêz gihaşt asta şehadetê. Kar û xebatên nivîsgehê  bi awayekî fermî li Hewlêrê tên meşandin û ev êrîşa ku li ser hat kirin jî rûdaneke pilankirî ye. Em êrîşa ku li ser nivîsgeha KNK’ê rû da, şermezar dikin. Ji ber ku êrîşa li ser KNK’ê, armancgirtina tevahiya gelê kurd e. “