Rojnameya Ronahî

‘Jin pêşenga jiyana azad e’

 Ronaz Silêman/Qamişlo

Endama Kordînasyona Kongra Star Remziya Mihemed diyar kir ku xwepêşandanên li tevahî sûriyê û bi taybet li herêma Siwêdayê hatine li darxistin û berdewamin, armanca wan guhertina sîstema navendî û hişmendiya dewlet ntewa heyî ye.

Gelê Siwêda yê ev derdorî mehekî ye ku li hemberî sistemê navendiya hikumeta şamê di nava xwepêşandanên girseyî de ye. Armanc jê ku sîstema heyî bê guhertin û aloziya aborî were çareserkirin. Herwiha di çarçoveya sistemê rêveberiya xweser de gel bikaribe xwe bi rêve bibe û rewşa heremê ji hemû milî ve di ber çavan re were derbas kirin û hikûmet li daxwazên gel guhdarî bike û guhetinên pêwîste çêbike.

Derbarê pêşengitiya jinê ji xwepêşandanê Siwêdayê re, endama qordînasyona kongra star Remziya Mihemed ji rojnama me re axifî.

Remziya Mihemed diyar kir ku xwepêşandên li tevahî sûriyê bi taybet herêma Dera û Siwêda yê, ji sala 2011`an de dest pê kiriye û wiha got: ” Çirûzka xwepêşandanê ji herêma Siwêdayê  destpêkir. Xwepêşandanên li Siwêda bi pêşengtiya jinê hatin destpêkirin û roj bi roj ev xwepêşandan berfireh bûn û gelek bajarên din jî tevî bûn û armanca van xwepêşandanan ew e, ku li seranserî Sûriyê sîstema hikûmeta heyî ji bingeh ve were guhertin. Sîstema rêveberiya bakur û rojhilatê sûriyê mînaka herî guncawe ji bona çareseriya hemû hêşeyên Sûriyê û pêwîste gelê Siwêdayê sûdê ji vî sistemî bigre, ji ber ku riya serkeftinê sistema rêveberiya xweser e. Weke ku tê zanîn her tim gelê Siwêdayê li hemberî alûziya sûriyê û hişmendiya hikûmeta şamê serî rakiriye û bi çalakiyên aşîtane nerezîbûna xwe daye nîşandan. Ji ber vê yekê her tim ji milê hikûmeta şamê ve li ser herma Siwêda siyaseteke taybet hatiye meşandin û xwestine ku bi riya binçavkirin, tirsandin, êrişan û şerê taybet ê ku li ser civakê tê meşandin armanca van xwepêşandanan vale derxînin. Daxwazên xwepêşandêrên Siwêdayê yê, dibe ku başkirina rewşa abûrî û jiyanî jî di nava xwe de bige, lê di bingehê xwe de armanca van xwepêşandanan guhetina bingehîn di sistem û hişmendiya dewletê ye.

‘Şoreş û xwepêşandan 11 salin berdewame’

Remziya Mihemed anî ziman ku  roj bi roj meş mezin dibin û wiha got: ” Xwepêşandêr daxwaza berdana girtiyên siyasî û pêkanîna guhertina demokratîk dikin. Em dixwazin ku rêveberiya xweser bi gelê siwêda re bibe alîkar û sîstema ku li bakur û rojhilatê sûriyê hatî avakirin bi gelê Siwêda re parve bike, da ku gelê Siwêda jî bighêje asta ku bikaribe bi riya avabûna rêveberiya xwe ya xweser hermên xwe bi rêve bibe.

Herwiha sîstema ku li ser sûriyê û rojhilata navîn tê meşandin sedsaliya lozanê derbas kiriye guhertina nû ya ku di siyaseta cîhanî de bi taybet dewletên desthilatdar dixwazin li gor xwe carek din pirojeyeke nû bidin avakirin. Bi dirêjiya 11 salan ji şoreşa Sûriyê de, ji ber ku li ser erdê ji milê gel ve tu guhertin nayê dîtin, gel jî ji vê yekê bêzar dibe û li hemberî vê yekê jî tu sebra gel nemaye û dixwaze ji vê rewşa heyî di zûtirîn dem de derkeve.

Li beramberî vê rewşa ku li seranserî Sûriyê tê jiyan kirin, tekoşîn û berxwedana gel bê navber didome û gel gihiştiye wê baweriyê ku êdî tu niyeta sistemê ku xwe biguhere nîne.

‘Pêwîste li hemberî hişmendiya dewletê her kes rabe ser piyan’

Remziya Mihemed wiha berdewamî da axaftina xwe û got: Pêwîste ji bo berjwendiyên gel û civakê fikirandin çêbibe û “Heger guhertinek li gorî îrada gel çênebe, wê xwepêşandan li her derê hebe. Hişyarî di nav tevahî pêkhateyên herêmê de çêbûye û Siwêda jî weke çawa bakur û rojhilatê sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe bi hev re jiyan dikin, bajarê Siwêda jî bi vî rengî dikare sistema xwe ava bike. Herwiha guhertina ku heta niha çênebûye ne ku xwepêşandanin gel kêm û lawaz dimînin, lê ji ber ku beşek ji civakê cihê xwe di nava xwepêşandanan de digre û beşê din jî bi rejîmê re hevkariyê dike, an jî li rewşa heyî temaşe dike. Ji ber vê yekê ne gengaze ku di demeke kin de guhertin û vehuhertinan ku tê xwestin li ser erdê pêkwere.

‘Destwerdanên hêzên derve dixwazin rewşa heyî berûvajî bikin’

Remziya Mihemed diyar kir ku siyaseta li ser Sûriyê tê meşandin di hundir de parçebûneke mezin daye avakirin û got: ” xaka sûriyê hatiye firotin û gelê sûriyê bi erda xwe re hatiye firotin bêyî ku pê bihise. Sîstemên serdest ji bona ku hemû hewildanên gel ji bona gihiştina mafê xwe bê encam bimîne, wê her tiştî bikin. Pêwîste ku gelê Sûriyê nehêle tu hêzên biyanî  destwerdana hindirê Sûriyê bikin, ji ber ku her hêzekî li gorî berjewendiyên xwe tevdigere û kes hayê wî li gel û daxwazên gel nîne.  Heger guhertina pêwîste ne bi destê gel be, wê tu carî nekeve xizmeta gel. Jin di asta pêşengtiyê de cihê xwe di xwepêşandanên Siwêda de digre û bi rengekî çalak tevlîbûna xwe ji hemû xebatên siyasî re jî dide çêkirin.

Jinên Siwêda wêneyên Hevrîn Xelef hildan û li bajarê Elmaniya jî bi navê Hevrîn Xelef û gelek şehîdên ku di serhildanên “jin jiyan azadî” de û di şoreşa rojava de şehîd ketine têne rakirin. Ev tê wê wateyê ku ilhama şoreşa jinên rojava bandoreke sereke li xwepêşandanên Siwêdayê kiriye.”

‘Pêşengtiya xwepêşandanên Siwêda yê jin e’      

Endama Kordînasyona Kongra star Remziya Mihemed wiha axaftina xwe qedand:” 11 salin ku gelê Siwêda daxwaze mafê xwe dike, lê her car rastî zehmetî û astengiyan tê, lê vê carê û bi pêşengiya jinan girseya xwepêşandanê Siwêdayê roj bi roj mezintir dibe û bandora xwe jî, ji hemû xwepêşandanên beriya neha bêtir e. Ezmûna ku jinên Kurd li Rojava têre derbasbûn û heyanî roja îro jî di avakirina civakê de cihê xwe digrin, ji bona jinên Siwêda û tevhiya cîhanê bû çavkaniya, hêz, bawerî û ilhamê.  Cîgirtina jinên Rojava û di hemû qadên jiyanê de, bû çavkaniya coş û kelecanê ji bona jinên Siwêda û tevahî jinên Sûriyê. Şoreşa jinên rojhilatê Kurdistanê ya ku bi diruşmeya “Jin Jiyan azadî” dest pêkir û heyanî roja îro bi hemû hêza xwe berdewam e, ji tevahî jinên Sûriyê û rojhilata navîn û cîhanê re bû ronahiya riya azadiyê. Ev felsefe felsefeya Rêber Apo ye. Rêber Apo ji zaroktiya xwe ve ji bona azadiya jin û civakê her tim di nava tekoşîneke bê sînor de ye. Ji ber ku rêber Apo gihişte wê baweriyê ku azadiya Kurdistanê û xilasiya mirovahiyê bi azadiya jinê ve girêdayî ye. Ji bona vê yekê pêwîste ku li seranserî Sûriyê tevahî jinên azadîxwaz bibin yek ji bona ku dawiya zilim, zordarî, şer, wêran û koletiyê bînin û jiyaneke azad û wek hev ava bikin.