Wednesday, July 15, 2026
  • العربية
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
صحيفة روناهي
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • Bêtir
    • QUNCIK NIVÎS
    • CîHAN
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Ronahî
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
    • KARÎKATOR
No Result
View All Result
Rojnameya Ronahî
No Result
View All Result

Jîna Emînî, Dewleta Îranê Dihejîne!

24/09/2023
in QUNCIK NIVÎS
A A
Aştîxwaziya durû ya Dolmabahçe!
Share on FacebookShare on Twitter

Ahemd Aktaş

16ê Îlonê(2022), salvegera yekê ya şehadeta jina têkoşer û berxwedêr Jîna Emînî bû.

Di Îlona par de, polîsên bê”exlaq” ên Tehranê, jina Kurd Jîna Emînî, destgîr kirin û di nava du rojan de, bi êşkenceyê şehîd kirin.

Li dijî vê êrîşa dewleta Îranê ya xwedî zihniyeta mêr a zulumkar û koledar, bi pêşengiya jinên Kurdistanî, jinên Îranî rabûn serhildanan.

Di vê astê de rabûna jinan, heybeta wan, dirûşmên wan ên watedar û roj bi roj mezinbûna van serhildanan, ku li Îranê cara yekê bû, dewleta diktator a meleyan gelek tirsand.

Çima gelo, ji bo çi ewqas ev dewlet xiste nava xof û tirsê?

Ji ber ku, vê carê bûyerek ji rêzê nehat dîtin û jinan weke berê pêşewazî ne kirin, belê cara yekê bû ku bûyerek wisa bi hişmendî himbêz kirin û li dijî dewletê bi lez bertek nîşan dan.

Cewherê vê serhildanê, ne bi tenê hestiyariyek takekesî bû. Belê bi naverokek tije bîrdozî, siyasî û civakî bû.

Jixwe di dirûşma wê de ya JIN JİYAN AZADÎ de jî, cewherê vê rabûnê gelek aşkere hat dîtin. Lewra çavkaniya vê dirûşmê felsefeya Rêber APO bû.

Ji vê kaniyê, ne tenê Jîna Emînî av vexwaribû. Hevalên/hevrêyên wê yên berî wê jî hebûn; Zîlan, Bêrîtan, Viyan, Şîrîn Elemhûlî, Arîn Mîrkan, Sakine Cansiz, Evîn Goyî û hwd.

Ji ava kaniya vê felsefe û bîrdoziyê, van leheng û pêşengên şoreşa gelê Kurdistanê hatine afirandin.

Ji vê pêşengiya jinê ya şoreşa civakî, ne tenê dewleta Îranê, belê her çar dewletên dagirker Tirkiye, Iraq û Sûriye jî pir ditirsin. Loma êrîşên wan ên sereke li dijî van jinên zana û pêşeng in.

Bêgûman êrîşkarê herî mezin û xwînwar dewleta tirk e. Ya jî bi gotinek din, yê pêşengtiya van êrîşan dike dewleta tirk e.

Jixwe li vira divê mirov bala xwe bide êrîşa li ser Imraliyê; bala xwe bide helwest û tecrîda giran a li ser Rêber APO.

Erê, bi giştî êrîş li ser doza azadiya gelê Kurdistanê û Tevgêra Azadiyê ye, lê bi taybetî êrîşa herî mezin li ser Rêber APO û jinên pêşeng e. Çima?

Ji ber ku mîmar û afrênerê vê bîrdozî û felsefeya hemdemî Rêber APO ye, loma armanca êrîşa sereke ew e.

Lê ji ber ku di vê felsefê û vê bîrdoziyê de, rola pêşeng daye jinê û bîrdoziyek taybet, jinolojî lê zêde kiriye, loma jina pêşeng a Kurdistanî jî, li gel Rêber APO bûye armanca ewil û bingehîn.

Îca li vira bêdengî û piştgiriya bi dewleta tirk re, ya dewletên hegemonên cîhanê jî, mirov dikare nas bike. Ji ber ku sistema modernîta kapitalîst a cîhanê, ji vê sistema ku Rêber APO afirandiye û bi pêşengiya jinê xistiye meriyetê/pratikê ne razîne, ji bo sistema xwe alternatîf/berdêl dibînin.

Weke mînak;, êdî gav bi gav jinên cîhanê jî li dirûşma JIN, JIYAN, AZADÎ xwedî derdikevin û di vê çarçovê de tevdigerin. Herwiha, felsefeya Rêber APO, bi giştî li gelek xwendegehên cîhanê hatin pejirandin.

Xwepêşandan û geşedanan, ne tenê dewleta Îranê, belê hemû dewletên xwedî zihniyeta mêr/zilam dihejîne.

ShareTweetPin

Herî Dawî

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ
HAJMARA PDF

RÊWÎTİYA 14 SALAN A ŞOREŞA 19’Ê TÎRMEHÊ

15/07/2026
Bi kamîreya Lîloz Hisên
ÇAVIKA RONAHÎ

Bi kamîreya Lîloz Hisên

15/07/2026
Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze
CIVAK Û JIYAN

Fatma Ehmed bi tayên pembo û hiriyê çanda Kurdewarî diparêze

15/07/2026
Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin
CîHAN

Misir…Goristaneke kevnar ku temenê wê vedgere 3 hezar sal hat vedîtin

15/07/2026
Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike
CîHAN

Yekîtiya Ewropayê cezayên nû li ser Rûsya ferz dike

15/07/2026
Em bi YPJ’ ê azad in
Serbest

Em bi YPJ’ ê azad in

15/07/2026
  • HAJMARA PDF
  • Kovara Mizgîn
  • Arşîv

Hemû maf parastî ne.

No Result
View All Result
  • JIN
  • NÛÇE
  • ROJEV
  • POLÎTÎKA
  • CIVAK Û JIYAN
  • Aborî û ekolojî
  • Serbest
  • ÇAND Û HUNER
  • QUNCIK NIVÎS
  • CîHAN
  • Bêtir
    • Ramanê Rêbertiyê
    • Çare
    • Fener
    • ÇAVIKA RONAHÎ
    • HAJMARA PDF
    • Kovara Mizgîn
  • العربية

Hemû maf parastî ne.