Rojnameya Ronahî

Perwerdeya Ku Heqîqetê Navend Digire…(1)

Volqan Elî

Li gorî vê; perwerde, takekes û civakê ber bi  armanca jiyanê ve dibe, ber bi heqîqeta jiyanê ve dibe. Ev nêzîkbûna perwerdeyê xwediyê feraseteke azadîxwaz e. Perwerdeya ku heqîqetê navend digire, di heman demê de feraseta perwerdeyê ya civaka demokratik e. Ji bo civaka demokratik, perwerde ew e ku takekes û civak bi rêya wê xwe bigihîne agahî û heqîqeta jiyanê. Di perwerdeyê de heqîqet esas e, heqîqeta civakê jî jiyana azad e.

Mirov ji ber ku xwediyê meraqê ye û dikare empatî çêbike, bi bûyerên ku li derdorê diqewimin re zêde zêde eleqadar bûye, ew şopandine û encam jê derxistiye. Çi jê re lazim bûye, berê xwe daye wan tiştan û di vê armanca xwe de jî merhaleyên mezin derbas kiriye. Vê, kiriye ku jiyana civakê hêsantir bibe. Dema ku civakbûyîn dest pê kiriye, rewşa jê re hefizaya şirîk tê gotin, yanî çand çêbûye. Jin dayika ku civakbûyîn afirandiye ev hefizaya şirîk, ev çand derbasî nifşên nû kiriye. Ji ber vê yekê di maneyekê de jin dayik mamosteya destpêkê ye. Lê xebata jin dayikê ya derbaskirinê ya li vê derê, ne ku hin tiştan bi nifşên nû bide dubarekirin, armanca wê ew e ku nifşên nû ji bo jiyanê amade bike. Ji ber vê yekê, xebata derbaskirina çandê ne ku di encemê de hin tiştan bide jiberkirin. Yanî armanc ne ew e ku tenê agahî bide; ji bo ku fêrî jiyanê bibin, jiyanê bialimin nifşên nû beralî dike.

Çavkaniyên dîrokî-felsefî dinivîsin ku Emanuel Kant di dersekî xwe de ji xwendevanên xwe re wisa dibêje; “Hûn ê ji min ne ku fikr û ramên amade bialimin, fikirandinê bialimin. Yan jî dibêjin Mao wisa gotiye, “Masiyan nedin ti kesî, wan bialimînin ku masiyan bi destê xwe bigirin”. Vaye ev gotin jî tê heman maneyê. Ev fikr û ramanên ku armanca rast a perwerdeyê, di rastiya xwe de terza jiyanê ya civaka xwezayî îfade dikin. Jin dayik ji ber ku li nifşê nû dinêre, xizmeta wan dike, heya bi astekê digihîne û terbiye dike, ew bi xwe derdikeve asteke pîroz; cihên bi kar tîne jî piştre dibin perestgeh (mabed-cihê îbadetê). Di civaka xwezayî de kar û xebata esasî ya perestgehan ev e. Di heman demê de ev peresgetgeh bi rola dibistanên serdemê radibin. Armanca van mabedan ne tenê dayina agahiyê ye, hedef ew e takekes ji bo jiyanê amade bike. M. A. Ferriere wisa dibêje; “divê dibistanên tenê agahî didin xwendevanên xwe, ji holê werin rakirin”. Ew bi vê gotina xwe bêyî ku pê bihese rastiyeke heqîqetê tîne ziman.

Di perwerdeya ku heqîqetê esas digire de armanca bingehîn ew e ku dil (wijdan-exlaq) û hiş bi hev re werin perwerdekirin û bi vî şiklî takekes ji bo pêşerojê, ji bo civakê amade bike. Di vê wateyê de jiyan bi xwe perwerde ye. Di perwerdeya heqîqetê bingeh digire de pîvan, ew feraseta ku Zerdeşt di ateşgedeyên xwe de dida şagirtên xwe; “Baş bifikire, baş bêje, baş pêk bîne”. Ev perwerde li gorî îhtiyacên bi pêş ketiye, bi pêş dikeve.

Hin pedagogên perwerdeyê û psîkologên ekola refdariyê modelên perwerdeyê yên xwe disipêre bandor-bertekê û hewl dide reftariyekê, şiklekê bide qezenckirin. Vaye rêbaza vê perwerdeyê îro tevahî cîhan û em jî niha bi kar tînin. Çi ye ev rêbaz? Rêbaza îmtihanan. Em çi dikin? Demeke diyar em perwerde didin xwendevanan û paşê di ezmûnekê re derbas dikin. Eger tiştê em dixwazin di asta em dixwazin de fêr nebûyîbe em wan ceza dikin. Yanî noteke nebaş didinê. Rêbaza bandor-bertekê de di fêrkirinê de ev e: em xwendevan ji ber ku kêm fêr bûye ceza dikin. Yanî bandorekê lê dikin. Bi nota zayif, armanc ew e ku xwendevan zanibe çima noteke zeyif girtiye. Piştî ku xwendevan vê dizane wê bixebite û nota xwe ya azmûnê baş bike. Yanî mijara xwe ya perwerdeyê bialime. Em dixwazin yan jî armanca me ew e ku xwendevan bi vî şiklî berteka nota me ya zeyif bide. Ev feraseta perwerdeyê, wekî ekola reftariyê tê naskirin.  xwe didpêre ceribandina zanyarekî yê bi navê Pavlov. Ev kes qaşo ji bo ku merhaleyên fêrbûna di zindiyan de bişopîne ceribandineke wisa dike; ji bo ceribandinê quçikekî peyda dike. Destpêkê bi awayê ku kûçik bibihîze çend caran li fîtikê dide yan jî dengekî bi rêkûpêk derdixe. Kûçik ti bertekan (ritfal) nîşan nade. Piştre destpêkê li fîtikê dide û di peyre jî goşt (nota baş) dide kûçik. Vê caribandina xwe bi caran bi caran dubare dike. Êdî kûçik dema dengê fîtikê dibihîze, dizane (fêr dibe) ku di pey wê re wê gotş bixwe, gilêz bi devê wî dikeve. Pavlov çend caran bêyî ku goşt bidê, li fîtikê dixe. Dîsa gilêz bi devê kûçik dikeve. Di encam de Pavlov digihêje vê qeneatê, dibeje ku “eger kûçik fêr bûyîbe di navbera fîtik û goşt de têkiliyek heye, ev rastî wekî rêgezeke fêrkirina mirov jî dikare were bikaranîn. Yanî eger xwendevan wekî em dixwazin bixebite noteke baş heqê wê/î ye. Eger na, bila noteke şikestî bigire da ku fêrî dersên xwe bibe.” Dibe ku ev rêbaz ji bo fêrbûna heywanan rast be lê ji bo fêrbûn û alimîna mirovan ne ku tenê têrê nake li dijî tebîeta mirov e jî. Ev rêbaza (ezmûn-notên baş û nebaş) ku em di perwerdeya xwe de jî bi kar tînin xwe dispêre vê caribandina Pavlov.

Perwerdeya xwe dispêrea alimîna heqîqatê ne wisa ye. Ev feraseta perwerdeyê ku tenê bi reftarî û hareketa xwendevan mijûl dibe, ku bi cihana mirov a hindurîn, bi manewiyat û psîkolojiya mirov mijûl nabe, feraseta bingehîn a hêzên desthilatdar e. Li gorî vê feraseta perwerdeyê tu çi hîs dikî, çi dixwazî, çi qebiliyet û hunera te heye, ew ne girîng e, ya girîng ew e ku xwediyên desthilatdariyê çi dixwazin.

Perwerdeya heqîqetê esas digire bi qasî ku neyê daxistin asta perwerdeya xwe disipêre reftariyan, berfireh e. Ya hê rastir ew e ku divê ev perwerde bi her aliyê jiyanê re eleqadar bibe. Di vê maneyê de hewce ye xwediyê taybetmendiyeke ku jiyanê hêsantir dike, xweşiktir û bi manedartir bike, pirsgirêkan çareser bike û afirîneriyê esas bigire. Ev perwerde hesab dike ku qebiliyet û kêrhatinên mirovan, astê wan ên fêmkirinê, tiştê ku dixwazin fêm bikin ji hev cuda ye.

Di perwerdeya heqîqetê esas digire de di navenda kar û xebata perwerdeyê de xwendevan heye, têkiliyên mamoste-xwendevan ên kevn hatine derbaskirin, mamoste tenê rê pêş xwendevan dike yan jî ji bo ku xwendevan mijara xwe fêm bike alîkarî didê. Mînak di vê mijarê de Sokrates dibêje; “rola mamoste tenê ew e ku di kar û xebata perwerdeyê de wekî pîrikekê tevbigere. Pîrik çi ye û ji bo ku dayikek zaroka xwe bîne, çawa alîkariya dayikê dide tê zanîn. Ya din jî hewce dike mamoste ji bo ku mejiyê xwendevan hişyar bike dersê bide wan, ne ku hewl bide wan bi xwe bide bawerkirin.” Gava ku Rêber Apo dibêje, “Li akademiyên min têkiliya xwendevan-mamoste tine” tam jî balê dikişîne li ser vê heqîqetê. Xwendevanên timî tiştên mamoste dibêjin guhdar dikin, ne gengaz e bi pêş bikevin. Şêx Beddrettin  dibêje, “ew xwendevanê/a ku li mamosteya/ê xwe derbas nekiriye, tê maneya ku xiyanet li zanistê kiriye”.

Di mijara perwerdeyê de em rewşeke wisa di civak û dîroka Kurdistanê de jî dibînin. Ev erd, ew cih û war in ku mirovahî li vê derê derbasî jiyana civakî û neolîtîkê bûye. Li vê erda ji vê jiyanê re bûye navend, perwerde, ji bo ku civak xwe bigihîne maneya jiyanê û ji bo jiyanê xwe amade bike ji aliyê jin dayikê ve hatiye dayin. Perestgehên Xwedavenda dayikê, perestgehên Îştar mînakên vê ne. Lê belê dema ku hêzên dagirker Kurdistanê dagir dikin, ev rewş hatiye guherîn. Piştî dagirkeriya leşkerî, karê ku destpêkê kirine destdanîna li ser van perestgehan  û dûrxistina ji cewhera wan e. Cih û warên pîroz ên xwedavend dayikê, kirine mûsaqadîme (kerxane) û zivirandine mekanên xistina civakê